ANTALYA - 2 rêveberên HDP’ê Deger Yorgûn û Osman Metîndir li Antalya hatin binçavkirin.
Li Antalyayê, duh di dema kontrola rê de, wesayîta aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk Hazal Taş û endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Ferît Yildiz hatibû rawestandin û her du hatibûn binçavkirin.
Dûre, rêveberên HDP’ê yên Antalyayê Deger Yorgun û Osmana Metîndir ên di heman wesayîtê de bûn hatibûn binçavkirin. Hat hinbûn ku 4 kesên sedama binçavkirina wan nehat zanîn li Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Antalyayê tên girtin. Di heman demê de, 4 rojên din dema binçavkirina her 4 kesan hat dirêjkirin.