Karkerên madenê: Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin

  • rojane
  • 09:13 14 Cotmeh 2020
  • |
img

MANÎSA – Karkerên ku Ûyar Madencîlîkê tazmînata wan nedaye wan û ji kar hatine derxistin, ji bo mafê xwe xwestibûn ber bi Enqereyê ve bimeşin lê belê polîs û cendirmeyan rêya wan birîbû. Karkeran got: "Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin." 

 
Şîrketa Ûyar Madencîlîkê ya Manîsayê, bêyî ku tazmînata hin karkeran bide ew ji kar derxistibûn. Li ser vê karkerên ji kar hatibûn derxistin û tazmînata wan nehatibû dayîn di 12'ê Cotmehê de xwestibûn ber bi enqereyê ve bimeşin, lê belê polîs û cendirmeyan rêya wan birîbû. Li ser vê Walîtiya Manîsayê bi karkeran re xeber da û soz da wan ku dê ji bo wan li Wezareta Enerjiyê randevuyekê çêbike. Karkeran jî diyar kir ku heya ev soz bi cih neyê û tazmînata wan neyê dayîn wê li qada vala ya li cem goristana 301 karkerên li Somayê jiyana xwe ji dest dabûn bisekinin. Karker hîn jî li vê qadê ne û heya serê sibê li ber êgir xwe germ dikin. 
 
‘HEQÊ XWÊDANA ENIYÊ'
 
Karker Alî Kandemîr (40) anî ziman ku di sala 2007'an de gava 26 salî bûye li Ûyar Madencîlîkê qeza kiriye û ji ber vê her du çavên wî kor bûne. Kandemîr, diyar kir ku piştî çavên wî kor bûne şîrketê tazmînat nedayê û got, ji bo heqê xwe bistîne di sala 2008'an de doz vekiriye û di sala 2016'an de bi ser ketiye. Kandemîr, bilêv kir ku çendî ku dawe qezenc kiriye jî lê cardin tazmînata wî nehatiye dayîn û got: "Tazmînata ku me bi rêya qanûnî qezenc kiriye nadin. Em û hevalên xwe tazmînatên xwe dixwazin. Wekî din em tiştekî naxwazin. Meşa me asteng kirin. Heya em karibin em ê biçin. Mirin jî tê de be, em dev jê bernadin. Em naxwazin zorê bidin hin kesan. Em heqê xwêdana eniya xwe dixwazin. Ji ber ku çavên min ko bûn, teqawid bûm. 2 keçên min hene û bi meaşê teqawidbûyînê bi zorê debara xwe dikim." 
 
Karker Yavûz Yildirim jî anî ziman ku 7 sal û 8 mehan li Ûyar Madencîlîkê xebitiye û di sala 2012'an de ji akr hatiye derxistin. Yildirim jî diyar kir ku dawe qezenc kirine lê belê dîsa jî tazmînata wan nehatiye dayîn. Yildirim got: "Di sala 2015'an de dadgehê şîrketê mehkûm kir ku tazmînata me bide. Lê belê ji ber ku li holê şîrket tuneye û em muxataban jî nabînin em nikarin tazmînata xwe bistînin. DAxwaza me, tenê em tazmînatên xwe bistînin. Em di şert û mercên pir dijwar de xebitîn. Heya em tazmînata xwe nestînin em ji vê derê naçin." 
 
'DEWLET DEST DANEYNE SER MALÊ PATRON' 
 
Kadîr Yabanci jî anî ziman ku 6 sal û nîvan xebitiye û paşê ji kar hatiye avêtin. Yabanci, destnîşan kir ku ew edaletê dixwazin û got: "Karkerên Ûyar Madenê heqê xwe dixwazin. Lê belê dewlet radibe li deverine din kar dide şîrketa Ûyar Madenê. Gava çenikek deynê me hebe di cî de hezcê datînin ser. Lê dewlet dest danayne ser malên patron. Me xizmet kir, lê dewlet heqê me nade me. Em li vê derê têdikoşin." 
 
EM Ê PAŞ DE GAV NAVÊJIN 
 
Îdrîs Sarikaya jî di sala 2007'an de ji ber dînamîtê nigê wî seqet bûye û nikare bimeşe. Sarikaya, anî ziman ku 2 zarokên wî hene û niha nikare debara xwe bike û got: "Em mexdûr in. Gelek caran soz dan, lê em xapandin. Li paş me şehîdgeha 301 madenvanan heye. Me xistin vî halî ji du paran parek me kutin. Heger tazmînata me nedin, rabin me têxin cem wan şehîdan jî heya em heqê xwe nestînin em ê venegerin. Heya pereyê me nekeve hesabê me em ê dev jê ebrnedin. Em li bendê ne ku her kes piştgiriya me bike." 
 
Sarikaya, herî dawî destnîşan kir ku tişta ew dizanin diviyabû edalet ne patron wan biparasta û got: "Li vê derê bêedaletî heye." 
 
 

Sernavên din

15/10/2020
09:56 HDP 8 salî ye
09:47 Gefa ‘tu yê serê xwe bitewînî’ li girtî xwarin e
09:11 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê di roja 32'yan de ye
09:11 Ên xwezayê diparêzin tên cezakirin
09:11 Karkerên Soda Sanayiyê: Taloqkirina grevê êdî bûye polîtîkayeke asayî ya hikumetê
09:11 Partiyên siyasî: Welêt nayê birêvebirin, hilbijartina pêşwext divê
09:11 ‘Xebatên siyasî bûn mijara fezlekeyan'
09:11 Qedexeya li Wanê 4 sal in didome: Binpêkirinên mafan zêde dibin
09:10 Stenbolî ji rewşa aborî ya heyî nerazî ne
09:10 MED-DER perwerdehiya kurdî ya serdema nû dide destpêkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2020'AN
14/10/2020
22:38 Extiyar û astengdar jî di nav de gelek kes li Colemêrgê binçav kirin
21:11 9 hezar û 14 mirov li Tirkiyeyê bi Covîd-19'ê mirin
17:22 Kadrî Bagdû li ser gora xwe hat bibîranîn
16:50 Derket holê ku hemşîreya hatiye revandin hatiye qetilkirin
16:45 Tanrikûlû: Gelo wê destûr ji tu lîstika kurdî re neyê dayîn?
16:39 Ozsoy: Helwesta Tirkiyê Ewropayê dide zorê
16:25 Dayikên aştiyê piştî 9 rojan derxistin edliyeyê
16:23 Adnan Bîlen: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêz in
16:13 Ji Walîtiya Stenbolê lêpirsîna ‘Bêrû’yê
16:07 Beştaş: Di bin navê ‘piraniyê’ de saziyên xwe çê dikin
15:43 Konseya Ewropayê: Girtina nûçegihanên MA’yê tehdîda di asta yekemîn de ye
15:21 Kadrî Bagdû hat bibîranîn: Bila lêpirsîn bi bandor bê kirin
15:06 Platforma Zimanê Kurdî ji Dîyanetê daxwaz kir ku xizmetên bi kurdî bên dayîn
15:05 Rojda Bariş a endama Komeleya Rosayê hat berdan
15:03 ÎHD’ê xwest ji bo bûyera penaberan lêpirsîna çalak were destpêkirin
14:50 Li Meletiyê 5 kesên din jî hatin girtin
14:29 Îmamoglû bertek nîşanî qedexeya ‘Bêrû’ da
14:08 Derbarê 6 parlamenteran de 10 fezlekeyên nû hatin amadekirin
13:42 Şandeya HDP’ê li cihên şewatê lêkolînan kir
13:27 Ji bo lêkolîna bûyera helîkopterê wê li benda encama lêpirsînê bê sekinandin
13:07 AYM: Hesabê medya civakî yê şexsî nêrîna saziyê nîşan nade
12:58 Polisan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û TAYAD’ê de girtin
12:51 Şertê ‘girtîgeha malê’ ya hevşaredar Dîken rabû
12:49 20 roj in 8 cenazeyan li morgê radiwestînin
12:05 HDP: Kurdî û şanoya kurdî nikare bê qedexekirin
11:52 Şandeyeke Şengalê çû Bexdayê
11:25 Cezayê 19 bersûcên Komkujiya Enqereyê hatin erêkirin
11:25 Lîstikvanên Bêrûyê: Kurdî temûl nakin
09:16 Di şikefta sedsalane de kevneşopiya veşartina penîr û mast didome
09:15 Bîlgen: Operasyona hat kirin operasyoneke piralî ye
09:15 Cenazeyên penaberên eskeran berê wan dabû nav erdê bi mayin li morgê tên sekinandin
09:13 Karkerên madenê: Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin
09:13 Binpêkirinên mafan û qedexeyên li girtîgehan ên di dema şewbê de
09:12 ‘Mirinên gumanbar baş nayên lêkolînkirin û ser wan tê girtin'
09:11 PADÊ: Wê zarokên êzidî Şengalê biparêzin
09:11 Şakar: Tekane alternatîfa Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokratik e
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2020'AN
13/10/2020
23:59 'Qedexekirina Bêrûyê li dijî kurdî û xweîfadekirina azad darbeyeke mezin e'
19:25 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:01 Helbestvan Ulku Bîngol 'Dengê Pepûkê' îmze kir
18:25 Nehiştin parêzer muwekîla xwe rojnamevana girtî Şehrîban Abiyê bibîne
18:11 Lîstika kurdî bi hinceta 'pergala cemaweriyê xera dike' hat qedexekirin
17:51 Hevseroka HDP'a Sûrê Hatûn Yildiz hat berdan
16:26 Wê li 10 cihên dîrokî dengê stran û muzîka kurdî olan bide
15:27 Derbarê kesên ku bertek nîşanî Avzêmên Mûnzûrê dan lêpirsîn dan destpêkirin
15:19 Welatiyê ku li Sûsûrlûkê hatibû kuştin li Mêrdînê hat veşartin
15:04 Cenazeyê Ferhat Y. di avahiyek kavil de hat dîtin
15:04 Sîxûrtî li rêveberê HDP’ê hat ferzkirin
14:37 Li Meletiyê kesek din hat girtin
14:37 Sancar: Meşa me ya pîroz berdewam dike
14:19 Dema binçavkirina dayikên aştiyê cara duyemîn hat dirêjkirin
14:01 Li Îzmîrê, parêzer wê tevlî danişînan nebin
14:00 Rojnameger: Ji bo rojnamegeriyê qerta çapemeniyê ne pîvan e
13:44 Seroka Odeya Bijîjkan a Aydinê Esat Ulku jiyana xwe ji dest da
13:35 Ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê endamtiya AKP’ê pêşniyarî wan kirin
13:31 Li Antalyayê 2 kes hatin binçavkirin
13:20 Li rojnameger Dayan 5 sal û 10 meh cezayê girîgehê hat birîn
13:19 Danişîna doza rojnameger Dogrû taloq bû
12:46 Danişîna xebatkarên TV10 hat taloqkirin
12:44 Hevrîn Xelef li ser gora wê bi bîr anîn
12:23 Cenazeyê Karay di bin dorpêça eskeran de hat definkirin
11:27 Wê wezaret hêzên ewlehiyê yên sûc dikin biparêzin!
11:10 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Qeyûmê Qersê dest bi tesfiyekirina şaredariya civakî kir
10:24 Li 6 taxên Sûrê kevir nehiştine, niha çav berdane taxên din
10:14 35 sal in êşkence, zext, girtin û koçberî li ser wan tê sepandin
10:02 'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'
09:17 Pîşeya hesinkariyê li dijî teknolojiyê li ber xwe dide
09:17 Piştî 7 mehan Kovara Zrîngê bi formatek nû derket
09:16 Di 12 rojan de ji 94 kesan 42 kes hatin girtin
09:15 Li Kerkûk-Şengal-Maxmûrê çi tê armanckirin?
09:14 Şert danîn ber wan: Bibin endamên AKP'ê em tabletê bidin we!
09:14 Girtîgehê betaniyên girtiyan ji wan stendine
09:13 6 sal in cinayeta Kadrî Bagdû nehatiye zelalkirin
09:12 Arsûzî ne kana madenê jiyanê dixwazin
09:12 Temaya îsal a Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Newyorkê yekîtiya neteweyî ye
09:11 Piştî polîsan bi ser malê de girt lal bû
09:11 Pîr Şanli: Piştî bertek kêm bûn armanca eslî ya li avzêman derket holê
09:10 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Elîzabeth' deriyê xwe vedike
09:09 Doç. Dr. Guneş: Plana emperyalîzmê li Kurd û Filîstîniyan nehat
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN
12/10/2020
20:56 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 895
16:17 Li Meletiyê 4 kes hatin girtin
16:15 Mizrakli: Ger hûn rêwiyê heqîqetê bin, divê her rewşê hûn wê biparêzin
16:03 Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût
15:16 HDP çû serdana malbatên xizmên xwe di teqînê de winda kiribûn
15:10 Endezyar Arîn Zumrut hat berdan
15:08 Polis û leşkeran karkerên medenê asteng kirin
15:06 TTB: Daneyên koronayê yên fermî û yên di destên me de hev nagirin