* Nûnerên rêxistinên hiqûqê diyar kirin ku her diçe hejmara parêzerên stajyer ên rûxsetên wan nayên dayîn zêde dibe û gotin, ya tê kirin xespkirin e û ev yek herî zêde ji bo kesên muxalif tê kirin.
* Yek ji ensturmana ku gava navê wê tê bilêvkirin, mêr tên bîra mirov jî baterî ye. Lê belê Zelal Sûyû, bi bateriyê vê feraseta navbirî serobino dike û dibêje "baterî, ne quwet û masûlke ne."
* Siyasetmedaran bertek nîşanî tecrîd û qedexeya parêzeran a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dan û li dijî zext û zoriyan îşaret bi "eniyeke yekbûyî" kirin.
* Li Mêrdînê piştî mehseran, çêkirina bastêqê dest pê kir.
* Suleyman Saçal ji Girtîgeha Turkoglû ya Jimare 1 a Tîpa L'yê ragihand ku binbanê qawîşên wan dilopan dikin û ji ber vê hin hevalên wan nexweş ketine.
* Hevseroka Giştî ya DAD'ê Saîme Topçû, destnîşan kir ku AKP dîn îstismar dike û got: "Tişta ku AKP jê re dibêje îslama siyasî, di asasê xwe de feraseta ku goristana li Xerzanê bir li Kîlyosê xist bin peyarêyan bixwe ye. A rast îqtidarê bi vê ferasetê çû wijdan û ehlaq xwe di bin peyarêyên Kîlyosê de veşart."
* Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Baskê Tenduristiya Jinan û Bijîşkên Jin ên TTB'ê, wê derbarê "Divê Xizmeta Bernameya Malbatê, Tavilê Bê Xurt Kirin" civîna çapemeniyê li avahiya xwe li dar bixin. (10.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wê rapora xwe ya derbarê binpêkirinên mafên koçberan de amade kiriye, li avahiya xwe ya Taksîmê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere bike. (11.00)
* Dayikên Şemiyê weke her hefteyê wê vê hefteyê jî, ji bo li aqûbeta windayan bipirsin çalakiya 812'emîn li ser meyda civakî li dar bixin. (12.00)
* Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, wê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 610'emîn de, li dar bixe. (12.00)
* Parêzvanên mafê mirovan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbolê di hefteya 447'emîn de çalakiya "Rûniştina F" û li Enqereyê jî di hefteya 319'emîn de çalakiyê li dar bixin. (13.30-14.00)
* Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, di hefteya 319'emîn de, wê li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweç. (14.00)
* Rêxistinên civaka sîvîl, partiyên siyasî û komeleyên li Stenbolê, wê bi boneya 17'ê Cotmehê Roja Têkoşîna Der Netewî ya Penaberan li ber Operaya Sureyya a Kadikoyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (14.00)