‘Baterî, ne qewet û masûlke ne'

  • rojane
  • 09:06 17 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Yek ji ensturmana ku gava navê wê tê bilêvkirin, mêr tên bîra mirov jî baterî ye. Lê belê Zelal Sûyû, bi bateriyê vê feraseta navbirî serobino dike û dibêje "Baterî, ne quwet û masûlke ne." 

Hin pîşe hene tenê bi kodên zayendîparêz tên fêmkirin. Yek ji van jî bikaranîna enstrumana "baterî"yê ye. Lê belê Zelal Sûyû ya 23 salî vê ferasetê serobino dike. Sûyû, li Stenbolê dimîne û bi eslê xwe ji Bedlîsê ye. Ewilî erbane û hin ensturmanên lêdanê bala wê dikişîne. Lê belê ev salek e li ser bateriyê hûr bûye. 
 
BI ERBANEYÊ DEST PÊ KIRIYE 
 
4 sal berê erbaneyek diyarî Sûyê tê kirin û bi saya vê erbaneyê enstrumanên muzîkê bala wê dikişînin. Piştî vê Sûyû daxilî nav koroyên jinan dibe. Gava diçe kursê dibîne ku mamosteya wê li bateriyê jî die û piştî vê baterî bala wê dikişîne. Sûyû, li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) hînî erbane û bateriyê dibe. 
 
‘JIN DIKARIN LÊ BIDIN' 
 
Sûyû got: "Baterî, enstrumana herî bihêz e. Lewma balê dikişîne. Nexasim lebatên laşê xwe hemûyan bi kar tînim. Ev jî hîseke muhteşem e. Ji ber ku milên xwe û lingên xwe bi hev re bi kar tînim û rîtmên cuda derdikevin holê, heyecaneke mezin xwe li min digire." 
 
Sûyû, diyar kir ku sedemeke din jî ewe ku li sehneyên baterîst tim mêr in û got: "Baterî ne enstrumaneke ku tenê mêr bi kar bînin. Ji ber ku wisa bawer dikim, lewma israr dikim. Gava li bateriyê didim kêfxweş dibim û xwe hêztir hîs dikim. Carinan difikirim gelo cihekî din heye ku xwe ev qasî biheyecan hîs dikim." 
 
Sûyû, anî ziman ku kêm jin hene li bateriyê didin û got: "Sedema wê jî feraseta hêzê ye û ev hêz jî bi mêr re heye û baterî li ijê nayê. Wê ev feraset hebe, lê a girîng em çawa hîs dikin. Ji dêvla ku em li sehneyan tenê mêrên bimasûlke û biqewet bibînin, dixwazim ez li wan sehneyan xwe û jinan bibînim. Li her derî jin wekî mirovên bêhêz tên nîşandan. Ez wisa bawer dikim ku jin bihêz in. Çawa ku d bateriyê de mêjî dibe çar perçe, jin jî dikarin xwe li her derî pêş bixin. Dikarin her karî bikin. Dixwazim vê yekê bibînim. Gava em bixwazin tu tişt tuneye ku em ê nikaribin ji derheqê wê derkevin." 
 
Sûyû, bilêv kir ku hîn haya dê û bavên wê jê tuneye ku li bateriyê dide û got, hîn jî feraseta ku jin nikare li her derî be heye. Sûyû got: "Pêşî dixwazim vê ferasetê ji holê rabikim û dûr tevî jinên wekî xwe bixebitim. Dixwazim tevî jinan xebatên soloyî bikim. Hîn ez li serê rê me û bawer dikim ku ez ê pirtir bikim. Ji lewra bawer dikim û hêza min heye. Gava mirov bawer bike wê akribe her tiştî bike, ev bawerî dibe cihê dilwxeşiyê." 
 
Sûyû got: "Niha mêrên malbata me ku berê li ber vê yekê radibûn, dibêjin 'hînî me jî bikin.' Bi serketinê, hin ferasetan dişikînim. Ji lewra qadên bi vî rengî ewilî ne jin mêr serî li wan didin. Mêrên malbata me jî digot qey ji bo wê hobî ye. Wisa difikirin ku jinek nikare li bateriyê bide. Ji bo karibe lê bide divê bihêz be û bi masûlke be. Yanî meqaseda wan mêr e. Lê niha ez bi kar tînim û ji ber ku mêr alîkariyê ji min dixwazn dilxweş dibim." 
 
Her wiha Sûyû anî ziman ku piştî demekê dixwaze di vî warî de zarokan perwerde bike. 
 
‘HÊZA XWE KEŞF BIKIN' 
 
Sûyû, bang li jinan jî kir û got: "Ez bi bateriyê xweştir xwe îfade dikim. Bawer dikim ku wê baterî bibe dengê min. Ji bo min cihê dilxweşiyeke bêdawî ye. Ez ber bi cîhana xwe ya hundirîn ketime ser rêyekê. Min bawer kir ku ez ê karibim lê bidim. Dixwazim hemû jin jî ber bi cîhana xwe ya hundirîn têkevin rê û hêza xwe keşf bikin ku wê karibin bikin." 
 
MA / Semra Tûran 
 
 

Sernavên din

18/10/2020
09:01 Li Dersimê dêra ermeniyan pevre hatiye xirabkirin!
09:01 Mehmet Ocalan: Banga me ji bo hemû gelan e, tecrîd giran dibe
09:00 Çima operasyonên nelirêtiyê yên li Şaredariya Mêrdînê sekinîn?
09:00 Li Licê wextê mehseran
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2020'AN
08:25 Li Colemêrgê 2 kes hatin girtin
17/10/2020
19:40 71 kesên jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine
19:37 Li Bismilê wesayîta karkeran qelibî: 2 karker mirine, 15 jê jî birîndar bûne
19:32 Bijîşkek din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
19:28 Der barê Yuksekdag û Demîrtaş de cardin biryara berdewamiya girtinê
16:20 Li Çiyayê Cûdî di encama gulebaranê de şewat derket
15:59 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê: Bila ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin
15:54 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan zêde ne
15:40 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsî
15:31 Pisgirêka kurd wê bi Ocalan çareser bibe
15:11 Ji xizmên windayan şîroveya wêneyê çarmend: Wê welat her tarî bimîne
15:06 Karkerên madenê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:05 ÎHD: Zêdeyî milyonek koçberên Sûriyeyî bê qeyd in
14:36 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyek bi vîrûsa koronayê ket
14:20 ÎHD’ê têkildarî şewata Hatayê rapor amade kir: Dereng mudaxile kirin
14:19 Keça Fehmî Tosûn: Heta em nebêjin qediya wê neqede
13:53 MYK’a HDP’ê li Stenbolê civiya
13:29 Hevseroka DBP’ê ya berê hat berdan
13:20 HDK’iyan ji Hevberdevkê xwe Şenoglû re name şandin
13:10 TJA’yê atolyeya ‘parastina çewherî’ li dar xist
13:10 Li Wanê li 2 girtîgehan kota danîn ser avê
12:45 Avahiya PDK’ê ya li Bexdayê hat şewitandin
11:57 Li Êlihê xebatkareke tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:53 Karkerên madena Soma yên xwestin bimeşinê Enqerê hatin binçavkirin
11:50 ‘Cihê kesê winda got, li girtîgehê hat kuştin’
11:30 Jinên rojnameger di korîdora girtiyên edlî yên zilam de tên girtin
10:57 Rojnameger Ûgûr: Ji bo rûmeta pîşeya rojnamegeriyê em hemû bedêlan bidin
10:37 Li Mûşê kesek hat kuştin
09:57 Di hevdîtina kar de tundiya devkî li namzeta rojnameger hat kirin
09:56 Wê HDP ne ji bo qesrê ji bo gel budçeyê bixwaze
09:09 'Îqtidarê wijdan û ehlaqê xwe li Kîlyosê li bin peyarêyan veşart'
09:08 Girtî Saçal: Ji bin banê qawîşê ava lexemê tê
09:08 Dest bi çêkirina bastêqê kirin
09:07 Destpêka zext û zoriyan Îmralî ye
09:06 ‘Baterî, ne qewet û masûlke ne'
09:06 Tenê ji bo muxalifan tuneye!
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2020'AN
01:10 Di lêpirsîna Kobaniyê de Kişanakê cardin girtin, li Yildirimê jî cezayê 'hepsa malê' birîn!
16/10/2020
20:31 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1812 kes jî pê ketine
18:43 Daxwaza ji bo girtina Mûsa Orhan hat redkirin
16:31 Parêzerê Mûsa Orhan, beriya dozger û dadger biryarê da
16:18 Li Wanê di 9 mehan de hezar û 721 binpêkirinên mafan qewimîne
15:54 Danişîna Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kiribû dest pê kir
15:44 ‘Bila Mûsa Orhan were girtin’
15:34 Girtiyên Girtîgeha Mereşê li dijî binpêkirina mafan ketin grevê
15:27 Dayika Îpek: Heqê me ji wan re nehêlin
15:16 Îtîrazî girtina rojnamevanan hat kirin
15:11 Danişîna doza endezyar Cîhan Can hat taloqkirin
15:00 ‘Divê cenaze ji peyarêyê werin derxistin û ji malbatan lêborîn were xwestin’
14:41 Xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:39 Bavê Bagatûr ê li ser sînorê Îranê birîndar bû: Dij hiqûqiye
14:33 ‘Di salên 90’î de cenaze winda dikirin, niha jî îşkence li wan dikin’
14:05 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:02 CÎSST'ê giliyên ku ji 114 girtîgehan kom kirin, kirin rapor
13:38 TSK'ê li Eyn Îsa xist: Zarokekê jiyana xwe ji dest da
13:20 2 endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
13:08 Şandeya CHP’ê serdana Ayhan Bîlgen kir
13:06 Gunay: Em ê bloka dijfaşîst mezin bikin
12:57 Dozgerê îdîanameya Kavala amade kir hat terfîkirin
12:36 Koca: Li Stenbol û Bûrsayê, hejmara pêketiyan zêde dibe
12:22 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:14 Karkerên demsalî di vegera malê de qeza kirin: 11 kes birîndar bûn
11:05 TTB: Em ê li her qadê gotina xwe bêjin
09:31 Li Gabar û Cûdî şewat
09:15 Yekane hosteya jin a baxlemayê: Senem Arîn
09:14 Girtiyên ku xwestin qawîşên xwe biguherînin gardiyanan li wan xistiye
09:14 Makînîstê 50 salan: Pêdiviya me bi piştgiriyê heye
09:11 Rêveberiya AKP'î Şaredariya Çewligê xesirand: 20 milyon TL zirar
09:10 Navê navçeyan û gundan ên bi kurdî dinexşîne
09:09 'Dewletê nikaribû 2 mehan debara gel bike'
09:09 Li Marmarayê kampanyaya TJA'yê: Me dîtina zayendîparêz da ber lêpirsînê
09:08 Bariş: Plansazkarên sereke yên peymana Şengalê, Enqere û Hewlêr in
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2020'AN
15/10/2020
20:15 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi sê deveran ketiye
20:12 66 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:34 DBP: HDP ji bo gelên Tirkiyeyê bû hêvî
16:33 Danişîna rojnamevan Temîzkan ji bo biryarê hat taloqkirin
16:19 6 sal cezayê hepsê li Kok hat birîn
15:55 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:50 Ji bo Dokû xebata lêgerînê dîsa hat destpêkirin
15:35 Salvegera 8’emîn a HDP’ê hat pîrozkirin
15:21 Di bin navê ‘testa Kovîd-19’ de sewqî girtîgehên cuda kirin
15:01 Piştgirî dan Kûş ku li civîna meclisê axaftina wê hat astengkirin
13:54 Rêxistinên pîşeyî serdana piştevaniyê kirin
13:38 ‘Divê berjewendperest werin darizandin’
13:17 “Jimartina li ser pêya” li girtiyan ferz dikin
13:06 Ji bo Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameyê cezayê girtîgehê hat birîn
12:50 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Bafra derman nakin
12:38 Şahidê derbarê nûçegihanê me de ifade da li holê tuneye
12:01 Îdîaya di Girtîgeha Amedê de lingê girtiyekê şikandin…
12:01 Li 4 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:34 Ayhan Bîlgen ji doza Ozgur Gundemê bereet kir
11:33 Li Rihayê qeza: 13 jê karker 15 kes birîndar bûn
11:25 Di şewata Çemişgezegê de 4 mal şewitîn
10:34 Faîlê destdirêjiyê Orhan sibê dertê pêşberî dadger