NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 71 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heya ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bûye 9 hezar û 224.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.
Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 71 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 723 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 9 hezar û 224 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 345 hezar û 678.