ANTALYA – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, ragihandin ku mafê wan ê xwe gihandina tenduristiyê tê astengkirin û careke din pêkanînên Rewşa Awarte li girtîgehê ketine dewrê.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Girtiyan ragihan ku careke din pêkanînên Rewşa Awarte li girtîgehê ketine dewrê û mafê wan ê xwe gihandina tenduristiyê tê astengkirin, şertên paqijiyê pêk nayên, di xwarina wan de qûm û kevir dertên, rêveberiya girtîgehê rojnameyên muxalîf û nameyên bi kurdî nade wan.