Siyasetmedarê êzidî Atalan: Peymana Şengalê, zemîna operasyoneke li dijî daxwaza statuyê ye

  • rojane
  • 09:05 29 Cotmeh 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Siyasetmedar Alî Atalan ku yek ji îmzevanê deklerasyona êzidiyan a li dijî peymana Şengalê ye, ji bo peymana navbirî got: "Zemîna operasyoneke li dijî êzidiyên ku xweparastinê û statuyê esas digirin." 

Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federe di 9'ê Cotmehê de di bin çavdêriya Nûnerê Taybet ê Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeanîne Hennîs-Plasschaert de peymana Şengalê îmze kirin. Bi vê peymanê tê xwestin ku yekîneyên parastina xwecihî ku piştî komkujiya DAIŞ'ê ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de li Şengalê kiribû hatibûn avakirin, ji herêmê bên derxistin. Piştî peyman hat îmzekirin gelek kes û derdoran bertek nîşan dan. Bi vê boneyê hunermendên êzidî, siyasetmedar, akademîsyen, mirovên zanyar, rojnamevan û nûnerên saziyan di 25'ê Cotmehê de li dijî vê peymana navbirî deklerasyonek û helwesta xwe daxuyandin. 511 kesên îmze danîn bin deklerasyonê xwestin êzidî aliyê sêyem bên qebûlkirin. Yek ji kesên ku îmze danî bin deklerasyonê jî Parlementerê HDP'ê yê berê Alî Atalan ê kurdê êzidî ye. Atalan, peymana navbirî û deklerasyona hat aşkerekirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
‘DEYNÊ WAN Ê LÊBORÎNÊ HEYE' 
 
Atalan, diyar kir ku bêyî ku bi gelê êzidî re bê şêwirandin peymanek hatiye çêkirin û got: "Ji ber ku vîna wan esas nehatiye girtin û guh li daxwazên wan nayê kirin, li ber vê radibin." Atalan, anî ziman ku di dema êrîşên DAIŞ'ê de ku êzidî van êrîşan wekî "fermana 74'em" bi nav dikin, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê paş ve vekişiyane û tiştên qewimîn li ber çavê dinyayê hemû qewimî. Atalan, anî ziman ku lewma deynê lêborînê yê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê heye û got: "Diviyabû statuyek taybet bidana wan, lê belê rabûne vîna wan esas nagirin. Wekî ku li tevahiya Iraqê yekparebûneke siyasî çêbûbe hereket dikin." 
 
‘DIXWAZIN MUXBÎRAN BI CIH BIKIN' 
 
Atalan, bal kişand ser hûrguliyên peymanê jî û got, armanca sereke ew e ku li Şengalê hêzên xweparastinê bên tasfiyekirin û PDK muxbîrên girêdayî xwe li Şengalê bi cih bike. Atalan ku got "di vir de bazariyek heye" bibîr xist ku ji zû de ye PKK bi awayekî fizîkî ji Şengalê derketiye. Atalan got: "PKK ne li wir e, lê di dema êrîşên DAIŞ'ê de tenê komeke PKK'yî alîkariya wan kir. Lewma sempatiyek wan ji bo bîrdoziya PKK'ê heye. Li wir pergaleke ku felsefe, siyaseta û dîtina PKK'ê esas digire û li gor wê xwe birêxistin dike û mekanîzmaya xwe ya parastinê ava kiriye heye. Ma ev qedexe ye? Li tu devera cîhanê ne qedexe ye?" 
 
‘OPERASYONEKE LI DIJÎ STATUYÊ YE' 
 
Atalan, anî ziman ku Hikûmeta Navendî û Rêveberiya Herêmî beriya hilbijartinên ku nêz bûne berê xwe dane parvekirina herêman û peymana derbarê Şengalê de jî bi vî awayî derketiye holê. Her wiha Atalan destnîşan kir ku di vê peymanê de tiliya hikûmeta Erdogan jî heye. Atalan, diyar kir ku Tirkiye bi awayekî jeostratejîk ketiye dewrê û dixwaze rêya ber bi Mûsûlê ve ji bo xwe bikin rêyeke ewle û got: "Tê xwestin ku êzidiyên ku azadiya li ser asasê vîna azad diparêzin, xwe bi xwe bi rê ve bibin û biparêzin marjînalîze bikin. Heta çavê wan lê ye wan ji wir derxînin. Ji şewra ew siyaseta azadiyê ya di nava êzidiyan de şax vedaye, ji bo wan mirin e. Ev peyman, zemîna operasyonekê ye ku tê xwestin li dijî êzidiyên parastina xwe esas digirin, doza statuyê dikin  û dibêjin 'em jî hene.'" 
 
Herî dawî Atalan anî ziman ku bi deklerasyona ku aşkere kirine dixwazin înîsyatîfekê çêbikin û bang li Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir û got: "Divê hebikekî wijdan, hebikekî însaf, hebikekî aqil hebe. Bi rastî jî ev peyman ne peymaneke ku bê pêkanîn. Ne peymaneke ku civak wê qebûl bike. Di warê siyasş, wijdanî û insanî de ne peymaneke rast e. Nayê qebûlkirin." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

29/10/2020
16:41 ‘130 hezar kedkarên hatine îxrackirin bila vegerên karê xwe’
16:40 Pencewînî: Ger şer derkeve wê li Kurdistanê belav bibe
15:18 Hikumeta Elmanyayê ji bo Îmraliyê bang li Tirkiyeyê kir
15:00 Endamên KESK’ê: Em ê têkoşîna xwe ya bi KHK’an re bidomînin
14:58 OHD’ê destek da ODAV’ê
14:36 Li bendêye Hevserokên HDP’î sibe derxin edliyê
14:21 Li Girtîgehê Tîpa D a Amedê qedexeya sole
13:42 Kedkarê çapameniyê kurd Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
13:11 MEBYA-DER: Ji ber ku dê û bavê wan tuneye hûn cenaze nadin?
12:44 Polisan li 12 bajaran 93 kes binçav kir
12:43 Ji ber ku beşdarên bîranînê vexwendin rêzgirtinê wê bê darizandin
12:15 Bi ser mala endamê Meclîsa HDP’ê Demîrkiran de girtin
12:09 Bi daxwaza 20 sal ceza doz li rojnameger Yalçin hat vekirin
11:51 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:39 Polîsan gora Tabak ê berî 3 salan hatibû definkirin vekirin
11:08 Şanoya Bajar a Amedê perdeya xwe vedike
10:54 Di bûyerên zayendî de cezanekirin dibe mînak
10:39 Ji Sariyê ku Kamîşlî tacîz kir re 6 sal ceza hat xwestin
10:02 'Peymana navbera Bexda û Hewlêrê biryara Fermanek nû ya Êzidîyan e'
09:57 Îhlalên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê kir rapor
09:45 Nameyên kurdî ku nadin girtiyan dişînin Enqereyê
09:35 Îdianameya derbarê Osman Ç. yê tecawizî zarokekê kiribû de hat amadekirin
09:18 Gundê Nebî Hûrî hat talankirin
09:06 Cotkarên Erdîşê xisirîne
09:06 Li Rihayê kampanayaya 'Em Xwe Diparêzin': Em xwe û Ocalan tev de azad bikin
09:06 Girtiya nexweş Yildiz nayê tedawîkirin
09:06 Koca: Divê em plana çalakiyeke hevpar çêbikin li dijî faşîzmê
09:06 Derbarê texrîbkirina goristanan de serî li AYM'ê dan
09:05 Siyasetmedarê êzidî Atalan: Peymana Şengalê, zemîna operasyoneke li dijî daxwaza statuyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2020'AN
28/10/2020
21:42 Li Amedê hemşîreyek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
20:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine 10 hezarî derbas kir
16:29 Rawestandina cenazeyan a li morgê di rojeva meclisê de ye
15:45 Komkujiya Roboskî di meha 106’emîn de ye: Em dixwazin di aştiyê de bijîn
15:36 DÎSK: Divê şertên xizmetkarên tenduristiyê bê başkirin
14:48 Jinan serdana karkerên fistiqan kir
14:48 Tenduristîvan: Bi qedexe û astengiyan pirsgirêk nayên çareserkirin
14:39 Biryara bihincet a cînayeta Aydemîr: Nelihevkirina mîrateyê
14:21 Li Girtîgeha Şakranê 11 gardiyan bi vîrûsa koronayê ketin
13:39 TTB: Em ê dev ji mafên xwe yên destûr, îstifa û teqawitbûnê bernedin
13:38 Kovara listikên zarokan a bi Kurdî GOG derdikeve
13:13 Li Girtîgeha Antalyayê careke din pêkanînê Rewşa Awarte di dewrê de ne
12:59 Pêşniyara mafê perwerdeya zikmakî qebûl nekirin
12:49 Polis: Tu Leyla Guven teşhis bike dê dozger bibe alîkar
12:17 Li Girtîgeha Xarpêtê 12 girtî bi vîrûsa koronayê ketine
12:02 Operasyona leşkerî li Elbakê didome
11:52 Ûgûr: Dadgehê şopeke reş derbasî dîrokê kir
11:37 Der barê Ekîncî de biryara girtinê
11:11 Rojnameger Demîr beraet kir
10:56 Li Stenbolê 3 HDP’î binçav kirin
10:51 Ji av û rê re na ji qada medenê re jêhatî ne!
10:50 Helwesta ENKS’ê rê li pêş hevdîtinên neteweyî digire
09:51 Guney: Boyqot ji bo siyaseta navxweyî tê bikaranîn
09:10 Dayik Gunduz: Bila hestiyên keça min radestî min bikin
09:09 Dayikên Aştiyê: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:08 TTB: Budçeya ji bo xizmeta tenduristiya parêzker hatiye veqetandin kêm e
09:07 'Tê xwestin jin nasnameya xwe ji bîr bike'
09:07 Tekstîla wê ji bo jinan bû cihê xebatê
09:06 Berberê 66 salan, ji bo çanda kevnar li ber xwe dide
09:03 Qeyûm mal û milkên şaredariyê dide hin saziyan
09:01 Koçer hêdî hêdî vedigerin
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2020'AN
27/10/2020
20:47 76 kes bi covit-19 mirin
18:04 Fecriye Coşkun jiyana xwe ji dest da
16:21 Gullu Yilmaz: Hevjînê min ez şewitandim
16:15 Danişîna bersûcê istismara zayendî taloq bû
15:31 Ji bo 13 gundên Şirnexê hat xwestin ku komîsyon bê avakirin
15:15 Genel-Îş: Derxistina ji kar a bi kêfî terk bikin
15:05 Polîsan karsaz Seydaoglû binçav kirin
14:48 Lîseya Pişeyî ya Keçikan a Şirnexê kirin qarantînayê
14:43 Foza Yûsif: Tirkiye xwe ji êrîşên nû re amade dike
14:18 Astengiya xwegihandina li ser 118 malperan rabû
14:15 DAKAP wê têkildarî îşkenceya bikuçik gilî bike
14:03 Sancar: Wê HDP di hilbijartina destpêkê de vê desthilatê têk bibe
13:58 Surucu: Vekirina ala DAÎŞ’ê hewldana ji nûve avakirinê ye
13:36 Aktîvîstê TJA'yê jinên di tekstîlan de dixebitin ziyaret kirin
13:26 Turk-Îş’ê li dijî qanûna torbe li 81 bajaran çalakî li dar xist
13:19 Jinên ku negirtin şarederiyê, li ser bertekan vexwendin şaredariyê
13:18 MLSA ziyareta piştevaniyê kir
12:02 Endamê PM’a HDP’ê Bagcik binçav kirin
11:26 Bi navê DAÎŞ’ê gefa kuştinê li hevşaredarê HDP'î xwarin
11:15 Parlamenterê berê Îbrahîm Bînîcî hat binçavkirin
10:49 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
09:13 Dr. Yerlîkaya: Herî kêm pêdivî bi 10 mîlyon derziyên doza şewbê heye
09:12 Mûçeyê jina astengdar û nexweş birîn
09:12 33 roj in 8 cenaze li Nexweşxaneya Şirnexê tên ragirtin
09:11 297 roj in xeber ji Gulîstanê nayê girtin: Rayedar dixwazin xwe bi xelas bikin
09:11 'Piştî Erdogan biçe em ê çaya kêfê vexwin'
09:08 Li Xîzanê zorî û zehmetiya berhevkirina gûzan
09:08 Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Em diqedin
09:08 Kirê ji sedî 30 biha bûn
09:08 Dolar bandoreke çawa li 'çaya kêfê' ya Erdogan dike?
09:08 Çapemenî kuştina jinan normal dike
09:08 Kamaç: Peymana Şengalê wê bandorê li ser yekitiya neteweyî bike
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/10/2020
19:46 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:56 Abdî: Erdogan Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne
16:05 Polisan bi ser polîklînika serokê berê yê Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê de girt
15:40 5 karkerên sendîkayî ji kar hatin derxistin
14:44 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine derket hezar û 72 kesan