NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku balafirên şer ên Tirkiyeyê gundên li herêma Qendîl û Biradostê bombeberan kiriye.
Li gor nûçeya Roj Newsê, balafirên şerî yên Tirkiyeyê saet li dor 5'ên êvarî gundê Bêpalan, Ûrtê û Gurgamêşê yên li herêma Qendîl û gundê Seqer û Gerwiyê yên herêma Biradostê bombebaran kiriye. Hat destnîşan kir ku hîn jî balafirên keşfê li asîmanên herêmê diçin û tên.