ÊLIH – Li Êlihê, di qezaya trafîkê ya rû da de, kesekê jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.
Li ser rêbejahiya di navbera Êlih û Farqînê de, qezaya trafîkê rû da. Di qezayê de, Ozan Poyraz jiyana xwe ji dest da, Bariş, Ahmet û Veysî Poyraz, Mûstafa û Dîlek Karaalp birîndar bûn. Ekîbên hatin cihê bûyerê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Êlihê û cenazeyê Ozan Poyraz jî ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxanê.
Hat destnîşan kirin ku derbarê qezayê de, lêpirsîn hat destpêkirin.