Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne

img
WAN - Dadgehê biryar dabû ku 303 karkerên ku rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ew ji kar derxistine, vegerin ser karê xwe. Lê belê qeyûm hîn jî karê wan nedaye wan. Karkeran anî ziman ku di mulaqatê de pirsên wekî "hevalê Barbieyê kî ye?" pirsîne.    
 
Qeyûmê ku di sala 2016'an de tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû kirin, ji hezar û 706 karkeran 440 jê ji kar derxistibû. Ji van karkeran 134 jê cardin vegeriyabûn ser karê xwe û 306 karker jî ji bo vegerin ser karê xwe serî li dadgeha îdareyê dabûn. Piştî ku dadgehê biryar da vegerin ser karê xwe, 3 caran ketin mulaqatê. Lê belê ji ber ku pirsên derî beşa karkeran ji wan hatibû pirsîn, mulaqata wan "neserketî" hatibû hesibandin. Paşê ji van karkeran 3 jê jiyana xwe ji dest dabûn. Tê payîn ku karkerên mayî cara 4'an têkevin mulaqatê. 
 
‘HELWESTEKE DIJMINANE' 
 
Karkerên ji kar hatibûn derxistin ji bo vegerin ser karê xwe platformek ava kiribûn. Berdevkê platformê karker Zafer Ûyar, anî ziman ku 10 salan bi awayekî taşeronî li şaredariyê xebitiye û di mulaqata ji bo kadrobûyînê de bi helwesteke "dijminane" re rû bi rû mane. Ûyar, destnîşan kir ku di mulaqatê de pirsên derî karê wan ji wan hatine pirsîn. 
 
Ûyar got: "Em bi pergaleke ku çav berdaye rizqê zarokên me re rû bi rû ne. Di mulaqatan de pirsên derî karê me ji me pirsîn. Ev jî bi awayekî aşkere nîşan dide ku li karkerên ku di dema rêveberiya HDP'î de hatine girtin birçîbûn û hejariyê  ferz dikin." 
 
‘EM DOZA HEQÊ XWE DIKIN' 
 
Ûyar, guhnedêriya rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li bajêr jî rexne kir û xwest ev mexdûriyeta wan bê dîtin. Ûyar, da zanîn ku di dema qeyûm Walî Mehmet Emîn Bîlmez de nêzî 70 karker dest bi kar kirine û got: "Em doza tiştekî li kesî nakin. Em doza heqên xwe yên qanûnî dikin. Dadgeh û lêpirsînên ewlehiyê mafdariya me piştrast dikin. Tu qeydeke me ya sicîlê tune ye ku ji bo kadrobûyînê bibe asteng." 
 
Karker Welat Abî jî destnîşan kir ku walî bi awayekî "sûcdarî" li wan mêe dike û rayedara naxwazin hevdîtinê bi wan re bikin. Abî got: "Ji lewra em mafdar in. Em di mulaqateke formalîte de hatin seridandin." 
 
‘PAYTEXTA BALERÛSÊ?' 
 
EAbî, diyar kir ku mulaqatên hatine kirin ne li gor usûlê bûne. Abî, bilêv kir ku di dozê de bi ser ketine û li bendê ne cara çaran têkevin mulaqatê. Abî, xwest mulaqat li gor usûlê bên çêkirin û li gor karê wan pirsan ji wan bikin. Abî got: "Ji hin hevalên me pirsa 'hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne. Ji hin hevalên me pirsa 'Navê pytexta Tirkiyeyê çi ye?' pirsîne. Ez ajovanê kemçeyê me. Lê rabûn pirsa 'Navê paytexta Belarûsê çi ye?, Dewra Laleyê kengî bûye?' pirsîn. Em dixwazin rojek berî rojekê vegerin ser karê xwe." 
 
MA / Mujdat Can - Melek Şahîn

Sernavên din

18/01/2021
17:25 Piştî aşûtê agahî ji 6 kolberan nayê girtin
16:22 Danişina doza Oruç taloq kirin
16:19 Li Licê operayona eskerî didome: 8 kes hatin girtin
16:02 Du jinên HDP’yî ku bi sîxûrtiyê re rûbirû mane serî li ÎHD’ê dan
15:31 Tumuklu: Operasyon û girtin bêhiqûqî ye
15:10 Giliya îşkenceya di bin çavan de kirin
14:56 Îtîraza girtina Melek Îpek hat redkirin
14:55 Kesên li Kerboranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:41 Rojnameger Yilmaz ji parvekirina Efrînê beraet kir
14:11 Encamnameya Konferansa rojnamevanên kurd
13:54 Li gel berf û sarmayê jî akademîsyenan çalakiya xwe berdewam kir
13:39 Îdîaya hemşîrekê dawî li jiyana xwe anî
13:30 SES’ê: Mûrat Alan sûc kiriye
13:15 Akar û Guler çûn Bexdayê
13:03 Ji erka baviksalar pênaseya sûcek nû: Dayiksalartî
12:47 Li 102 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye
12:00 Parêzerê Demîrtaş: Erdogan kirine bersûcên nepen
11:41 Li Serhedê rêya 349 gund û mezrayan hat girtin
10:38 ‘Sedema negirtina daxwaznameya PÎA’yê çiye?’
10:37 Ji bo Selçûk Mizrakli kampanya îmzeyan hat destpêkirin
10:25 Mêrê xwest hevjîna xwe bikuje hat binçavkirin
10:06 Greva birçîbûnê di roja 53'yemîn de dewam dike
09:47 Bi hinceta sînordarkirinan bin pê kirine li 25 hezar kesan ceza hat birîn
09:47 Serokê Partiya Pêşerojê ji tundiya li hevjîna xwe kir hat girtin
09:46 Ji 47 ESP'iyan 5 ESP'î hatin girtin
09:09 28 sal bi ser qetilkirina Karaagar re derbas bûn: Rojname bûbû jiyana wî
09:09 Rojnamevan girtin kar û dixwaze rojnameyan bêdeng bike
09:08 Zexta aboriyê jî li pêla binçavkirin û girtinan zêde bû!
09:08 Kaya: Divê kurd di navbera xwe de dîplomasiyê li pêş bixin
09:01 Di Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de kampanya ‘Perwerdehiya bi kurdî’ dest pê dike
09:01 Dadgehê leşkerên qaçaxî kirine û bertîl xwarine tehliye kir!
09:01 Rojnamegeran qala Hrant Dînk kirin: Ew zimanê heqîqetê bû
09:01 Sever a jê hat xwestin bi pereyan li pêş HDP’ê rûne: Keça min ji ber we çû
09:01 Rojnameger: Em ê li dijî zextan bi berdewamî binivisînin
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'AN
17/01/2021
20:07 Li Tirkiyê 165 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:27 Li Şengalê teqîn: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:06 Li Îzmîrê êrişî welatiyên sûriyeyî kirin
15:39 Ji bo herêma Serhedê hişyariya berfê
13:36 Bijîşkekî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da
13:06 ÎHD: Divê ESP’iyên di bin çavan de bên berdan
12:17 Ceza dan 24 kesên Komkujiya Parîsê şermezar kirin
12:04 4 rojnameger 100 roj in girtî ne
11:30 47 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê
11:13 Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:27 Greva birçîbûnê di roja 52'yemîn de dewam dike
09:04 Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin
09:03 Ji ber ku li ber astengiyan rabû cezayê pereyî lê birîn
09:03 ‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin'
09:03 Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
09:02 Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
09:02 Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
09:01 14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye
09:01 Rojnameger Sarya: Êrîşa li dijî Eyn Îsa negîhişt armanca xwe
09:00 Li Wanê otel tên girtin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:03 Rojnamegerên Kurd Yekîtiya Neteweyî niqaş kirin
16/01/2021
19:59 168 kesên din jî mirin, 7 hezar û 550 kesên din jî pê ketin
16:04 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
15:21 Yuksekdag peyama piştevaniyê ji ESP'ê re şand
15:06 Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû
14:34 Hêj 51 ESP'î di bin çavan de ne
14:16 ÎHD: Girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk serbest berdin
14:08 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Abdullah Canan werin cezakirin
13:36 Ji bo serdana wekîlê AKP’ê mala şînê bi taybetî vekirin
13:27 Girtiyê nexweş ê 76 salî tevî rapora ATK'ê bernedan
13:16 Bi hinceta şewbê girtiyê nexweş Kocaturk derman nakin
12:18 Yuksekdag: Em ê dev ji Kobanê bernedin
12:17 Xizmên windayan Hrant Dînk bi bîr anîn
11:51 Di 2020'an de hezar û 855 girtî êşkence kirin
11:31 Ji bo 4 bajaran hişyariya aşûtê
10:55 Kadîr Şeker dê ji nû ve bê darizandin
10:14 Onlu: Divê her kes ji bo tecrîdkirina xwe bişkîne li dijî tecrîdê derkevin
09:54 Chomsky: Şoreşa Rojava mucîze ye, divê cîhan bibîne
09:48 Koma 11’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:08 32 partî hatin damezrandin, lê hîn jî destûra PÎA'yê nehatiye dayîn
09:08 Tecrîd, pirsgirêka jinê kûrtir dike
09:07 Belgefîlmeke metrajdirêj, ji bo zaravayê kirmanckî
09:07 Dayangaç ê 65 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' girtin
09:06 Ji ber doza derbarê birayê wî de, serlêdana wî hat redkirin
09:06 Îdianame hat amadekirin: Tenê di îhaleyekê de 3.6 milyon TL hatiye çirpandin
09:05 DBP'ê ji bo gel stend, qeyûm jî ji bo rantê firot!
09:04 Li Meletiyê RES û HES xwezayê talan dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2020'AN
15/01/2021
20:15 169 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:18 Hikûmeta Hollandayê îstîfa kir
16:00 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşan da: Em nikarin debara xwe bikin
15:55 Çalakiyên li dijî tecrîdê pêl bi pêl belav dibin
15:44 'Dayika min a 67 salî çi li dewletê kiriye?
15:17 'Xwedî derketina girtîgehan erkek exleqî ye'
15:14 Li dijî zema ji sedî 3’ê bordroyên xwe şewitandin
15:07 Li ser daxwaza Serokkomar cezayê şermezarkirinê dan Keskînê
14:46 Rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Em ê her binivîsînin
14:41 ESP'ê banga têkoşîna hevpar li muxalefetê kir
14:21 Derbarê Baroya Enqereyê de destûra lêpirsînê hat dayîn
14:16 Bûldan û Sancar: Dema dora me hat em ê xwe derzî bikin
14:14 Li Êlihê qezaya trafîkê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
13:49 Alinak giliyê polîsan kir
13:48 Li hemberî Alîkarê Davutoglû êrişa çekdarî pêk hat
13:36 Li Meclîsê daxuyaniya greva birçîbûnê: Tecrîd sûcê îşkenceyê ye