HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin

  • rojane
  • 12:17 19 Çile 2021
  • |
img
ENQERE - Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ya HDP'ê, ji bo serlêdanên dersên bijarte yên di dibistanan de, ku dê di 22'yê Çile de bi dawî bibe, bang kir û xwest her kes dersên zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Kirmancî hilbijêrin.
 
Komîsyona Şoşandina Nexşerêya Kurdî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê serlêdanên dersa hilbijarte ya di dibistanan de ku wê heya 22'yê Çile dewam bike de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi îmzeya Hevberdevkên Komîsyonê Dersim Dag û Salîm Kaplan hat weşandin de, wiha hat gotin: "Banga me li gelê me ye: Dersên bijarte yên zaravanên Kurdî (Kurmancî-Zazakî) hilbijêrin."
 
Komîsyonê bal kişand ser mafê perwerdê û wiha rêz kir: "Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê di hemû peyman û zagonên navneteweyî de wek mafekî sereke hatiye misogerkirin. Herçi Tirkiye jî yek ji alîgirê van peymanan e, wê şerh daniye xalên van peymanan ku ev xal mafên zimanî yên zarokên kêmaran an ji gelên xwecihî terîf dikin. Ev mafê xwezayî û sereke bi destê desthilatdariya yekperest tê tepisandin û qedexekirin. Gelê Kurd bi salan in ji bo bidestxistina mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê dayikê têdikoşe. Em dizanin, desthilatdaran gelek caran ev mafê xwezayî yê gelê Kurd wek amûrekî rêveberiyê bi kar anîn. Piştî pêvajoya endambûna Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê hin guhertinên sivik hatin kirin. Dûre di Pêvajoya Oslo û Pêvajoya Çareseriyê de jî li ser vê yekê guhertin devam kirin. Di bin banê zanîngehan de Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat vekirin û dersên bijarte jî li dibistanan dest pê kirin."
 
'DERITÊN SAZIYÊN ZIMANÊ KURDÎ GIRTIN'
 
Hevberdevkên Komîsyonê qala girîngiya zimanê Kurdî kir û wiha pê de çû: "Helbet akademiyên li ser zimanê Kurdî û dersên bijarte giring in û ev destkeftî encameke têkoşîna gelê Kurd bû. Dewlet di pirsgirêka mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê de ji destpêkê heta îro bêdil e, ne samîmî ye û dixwaze gel bixapîne. Dewlet derbarê vê pirsgirêkê de polîtîkayeke dirû dimeşîne. Dewlet li aliyekî zimanê Kurdî bi destê qeyûman ji hemû qadên jiyanê ditepisîne, navên resen ên kuçe û kolanan diguherîne, deriyên saziyên zimanê Kurdî diqufilîne. Li aliyê din mamosteyên zimanê Kurdî tayîn nake, mamosteyan ne li gor pêdiviyan li gor xwestek û berjewendiyên xwe û polîtîkayên rojane salane 2-3 mamosteyan wezîfedar dike."
 
'DESTHILATDARÎ NAXWAZA ZIMAN PÊŞ BIKEVE'
 
Di dewama daxuyaniyê de, wiha hat gotin: "Di sala 2012’an de di çend zanîngehan de beşên Kurmancî û Zazakî li ser navê ‘Ziman û Zaravayên Zindî’ hatin vekirin. Di sala 2014an de 17 kes, di sala 2020an de jî kesek wek mamosteyên zimanê Kurdî hatin wezîfedarkirin. Heta îro ji beşa zimanê kurdî 2000 mamoste mezûn bûn. Dewletê her çiqas hejmara mamosteyên wezîfedarkirî sal bi sal kêm kiribe jî hejmara xwendekarên li dibistanan kêm nebû. Di sala 2014’an de li 28 bajaran 30 hezar xwendekaran di dibistanan de dersên Kurdî hilbijartin. Di salên 2015-16’an de li gor Wezareta Perwerdehiyê 80 hezar xwendekaran ji bo dersa bijarte ya zimanê Kurdî serî lê dan. Îro bi awayekî eşkere li holê ye ku sal bi sal serlêdan zêde dibin û zêdetir xwendekar dersên Kurdî hildibijêrin. Ligel vê rastiyê jî dewlet her sal kontenjana mamosteyên Kurdî kêm dike. Ev polîtîka hemû didin nîşandan ku desthilatdar naxwazin zimanê Kurdî bi pêş de biçe û bibe zimanê perwerdehiyê." 
 
BANGA XWEDÎ DERKETINÊ
 
Komîsyonê banga xwedîderketina ziman kir û wiha lê zêde kir: "Wekî tê zanîn heta 22’yê vê mehê ji bo dersên bijarte serlêdan wê bên kirin. Banga me li hemû dayik û bavan e! Banga me li xwendekaran e! Banga me li gelê me ye: Dersên Kurdî (Kurmancî-Zazakî) hilbijêrin. Bêguman, bi tenê dersên bijarte pirsgirêka zimanê dayikê nayê çareserkirin. Tevî vê yekê, her cure rê û rêbazên ku li dijî asîmîlasyonê, perwerdehiya zimanê dayikê bi pêş bixe, ji bo me hewce ne. Em bi awayekî erênî nêzî mijara dersên bijarte dibin lê peywira me ya dîrokî ev e ku em têkoşîna ji bo zimanê dayikê bilindtir bikin. Divê têkoşîneke hevpar li dijî zextên li ser Kurdî bê meşandin û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî." 
 
'DIVÊ EM DERSAN VALE NEHÊLIN'
 
Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ya HDP'ê, dest nîşan kir ku pêşeroja zaravayên Kurdî di xeteriyê de ye û ev peyam da: "Zimanê Kurdî di kategoriya zimanên xwedîrîsk de ye û mixabin pêşeroja zimanê me di xeterê de ye. Divê em wê yekê ne tenê ji bo rik û pabendî ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe dersên Kurdî hilbijêrin. Dewlet dixwaze ku Kurdî ji qada civakî û siyasî derkeve û seranser têkeve qada fermî ya dewletê. Em vê rêbaza bijarte ya ji bo dersên Kurdî têr nabînin. Lê digel têkoşîna xwe ya ji bo zimanê dayikê divê em van dersan jî vala nehêlin." 
 

Sernavên din

21/01/2021
11:13 Yek ji ‘şahidê’ îdinameya Kobanê li xwe mikûr hat
10:44 Jinên ciwan: Bi vekirina Zanîngehên Jinan dê tecawizê rewa bikin
10:12 Di doza gilîker de bû bersûc
09:23 Ji ber daliqandina wêneyên jinên kuştî ceza hat birîn
09:23 Reforma Erdogan ji Kurd û muxalifan re bû zindan
09:22 Stûna xweparastinê civakîbûn e
09:21 Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e
09:20 Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin
09:20 Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne
09:19 Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide
09:18 'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê'
09:17 Ew, xurdefiroşê Rihayê ye
09:17 Ji ber daxuyaniyan derbarê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'AN
20/01/2021
21:07 Îro 159 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Biden sond xwar
16:45 Ji Mûglayê banga têkoşîna hevpar
16:26 Polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Stenbolê de girt
15:47 4 kes hatin binçavkirin
15:46 ‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'
15:33 Li Agirî û Wanê xebatên rêyan nayên kirin
15:13 Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye
14:43 Li Licê operasyon didome: Deriyên malên vala tên şikandin
14:19 Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e
14:08 Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin
13:45 Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê
13:35 HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle
13:24 56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
13:10 Li Amedê jinekê xwe kuşt
12:35 Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin
12:12 Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin
12:07 Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne
11:41 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
11:21 Li Şirnexê rêya 17 gundan hatin girtin
10:10 Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir
09:51 Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
09:27 Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike
09:12 Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
09:11 Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê
09:10 ‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin'
09:07 Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan
09:07 Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir
09:07 Jina ku birîndar bû: Netirsin dengê xwe bilind bikin
09:07 Ji bo parastina pergala malbatê jin tên cezakirin
09:07 Xizmê Girtî: Tecrîd derveyî mirovahiyê ye
09:07 Jinên TJA’yî dicivin: Peyama me berxwedan e
09:07 Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin
09:07 Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'AN
19/01/2021
22:48 Dayika Mazlûm Ebdî jiyana xwe ji dest da
20:30 167 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:30 Baş: Hrant remza jiyana hevpar e
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161
20:04 Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da