Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane

  • rojane
  • 09:07 20 Çile 2021
  • |
img

RIHA – Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku saziyên mafên mirovan ên navnetewî û CPT li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ker, kor û lal mane. 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan yê ku biraziyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e, tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bi salane didome ji Ajansa me ya Mezopotamya re nirxand. 
Omer Ocalan destnîşan kir ku daxwaza girtiya pir zelal û eşkere ye û wiha got: “Birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Her wiha sê girtiyên li cem wî jî di bin tecrîdek giran de ne. Malbat û parêzer nikarin girtiyan bibînin. Hevdîtin hatine qedexekirin. Em wek malbatê 8 meh in ji birêz Ocalan û her sê girtiyên din nagirin. Dewlet li dijî Ocalan helwestek tûj nîşan dide. Di vê mijarê de ne pîvan û ne jî exlaq heye.” 
 
‘TECRÎD LI TEVAHIYA WELAT BELAV BÛYE’ 
 
Ocalan anî ziman ku tecrîd û sepanên antîdemokratîk li tevahiya girtîgehan hatiye belavkirin û got: “Ji ber pandemiyê malbat nikarin biçin hevdîtina girtiyan. Zextên giran li ser girtiyan hene. Birêz Ocalan xwedî kesayetek ku bandora wî li ser Tirkiyê û Rojhilata Navîn heye. Bi birêz Ocalan re kengê hevdîtin pêk were wê çaxê aramî tê Kurdistan û Tirkiyê û rê li ber diyalogê vedibe. Lê mixabin îqtîdara AKP-MHP’ê tecrîdê li ser birêz Ocalan disepîne. Dixwazin bi vî awayî gelan bifetisînin. Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyê û Kurdistanê belav bûye. Nahêlin kes dengê xwe bike û fikrên xwe bîne ziman. Hema bêje li her deverê rêveberiya qeyûm heye. Dixwazin dengên cuda bitepisînin.” 
 
‘DIVÊ DERVE PIŞTGIRIYÊ BIDE’ 
 
Ocalan destnîşan kir ku pêwîste têkoşîna li dijî tecrîdê tenê li ser milê girtiyan nemîne û got: “Jixwe barê girtiyan giran e, divê em hin bêtir barê wan giran nekin. Ya herî girîng ew e ku bi milyonan însanên li derve piştgiriyê bidin greva birçîbûnê. Çalakiya girtiyan çalakiyek bi rûmet e. Girtî di bin zextên giran de ne û jiyana xwe wan di xetereyê de ye.” 
 
ŞERÊ DERÛNΠ
 
Ocalan bi bîr xist ku ew her hefte wek malbat bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan dikin û wiha domand: “Bi pêkenokên ecêb bersiva serlêdanên me didin. 22 sal in birêz Ocalan tenê carek bi telefonê ew jî par bi malbatê re axivî. Pişt re demildest qedexeya hevdîtinan anîn. Em dibînin ku giranî û cîdiyetek dewletê nemaye. Tiştek bi navê qanûn nemaye. 22 sal in mafên Ocalan tên desteserkirin. Yek ji van jî hevdîtinên rûbirû û telefonê yên li gel malbatê ye. Me hevdîtinek bi telefonê pêk anî ew jî di kontrola dewletê de pêk hat. Hevdîtina malbatê veguherandine şerek derûnî û taybet. Ev jî bêqanûniya wan nîşan dide. Ev nayê qebûlkirin. Em dixwazin mafên xwe yên heyî bikar bînin. Divê qanûnên heyî werin sepandin. Pêwîste li dijî bêqanûniyan bertek were nîşandan.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ CPT’IYÊ DA 
 
Ocalan destnîşan kir ku Komîteya Şopandin û Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Navnetewî (CPT) bi Ocalan re hin hevdîtin pêk anîne di encama van hevdîtinan de rapora eşkere kirine û tecrîd, îşkence û zextên derûnî yên li Îmraliyê tên sepandin bi raya giştî re parve kiriye û wiha got: “Li gorî raporê divê Tirkiyê xwe di ber çavan de derbas bike. Lê belê saziyên mafên mirovan ên navnetewî û CPT ker û kor û lal dimînin. Di rapora xwe de tecrîdê destnîşan dikin lê belê pratîkê nîşan nadin. Divê rol û rista dikeve ser milê CPT’iyê pêk bîne. Bêqanûniyek heye û divê li dijî vê berteka xwe nîşan bide. Lazim e Tirkiyê hişyar bikin. Tenê bi serdan û eşkerekirina raporan nabe. Saziyên navnetewî yên ji bo mafên mirovan dixebitin divê bi rol û rista xwe rabin. Neçarin bi vê rolê rabin. Lê ew jî piştî xalekê hevkarên Tirkiyê ne.” 
 
‘DIVÊ TIŞTA PÊWÎST WERE KIRIN’ 
 
Ocalan bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin û got: “Her welatparêz xwedî rol û mîsyon e. Çi bikeve ser milê gelê me divê bike. Bêyî ku xeberên nexweş ji girtîgehan werin divê tişta pêwîst were kirin.” 
 
MA / Bariş Polat
 

Sernavên din

21/01/2021
11:13 Yek ji ‘şahidê’ îdinameya Kobanê li xwe mikûr hat
10:44 Jinên ciwan: Bi vekirina Zanîngehên Jinan dê tecawizê rewa bikin
10:12 Di doza gilîker de bû bersûc
09:23 Ji ber daliqandina wêneyên jinên kuştî ceza hat birîn
09:23 Reforma Erdogan ji Kurd û muxalifan re bû zindan
09:22 Stûna xweparastinê civakîbûn e
09:21 Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e
09:20 Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin
09:20 Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne
09:19 Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide
09:18 'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê'
09:17 Ew, xurdefiroşê Rihayê ye
09:17 Ji ber daxuyaniyan derbarê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'AN
20/01/2021
21:07 Îro 159 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Biden sond xwar
16:45 Ji Mûglayê banga têkoşîna hevpar
16:26 Polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Stenbolê de girt
15:47 4 kes hatin binçavkirin
15:46 ‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'
15:33 Li Agirî û Wanê xebatên rêyan nayên kirin
15:13 Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye
14:43 Li Licê operasyon didome: Deriyên malên vala tên şikandin
14:19 Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e
14:08 Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin
13:45 Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê
13:35 HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle
13:24 56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
13:10 Li Amedê jinekê xwe kuşt
12:35 Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin
12:12 Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin
12:07 Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne
11:41 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
11:21 Li Şirnexê rêya 17 gundan hatin girtin
10:10 Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir
09:51 Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
09:27 Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike
09:12 Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
09:11 Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê
09:10 ‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin'
09:07 Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan
09:07 Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir
09:07 Jina ku birîndar bû: Netirsin dengê xwe bilind bikin
09:07 Ji bo parastina pergala malbatê jin tên cezakirin
09:07 Xizmê Girtî: Tecrîd derveyî mirovahiyê ye
09:07 Jinên TJA’yî dicivin: Peyama me berxwedan e
09:07 Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin
09:07 Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'AN
19/01/2021
22:48 Dayika Mazlûm Ebdî jiyana xwe ji dest da
20:30 167 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:30 Baş: Hrant remza jiyana hevpar e
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161
20:04 Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da