Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir

  • jin
  • 09:07 20 Çile 2021
  • |
img

ENQERE - Denîz Demîrtaşoglû ku jiyana li bajêr û kodên civakiyî yên tên ferzkirin red kiriye, ji xwe re li gund erdek kirî û çewlikek ava kiriye. Demîrtaşoglû, xwest jin bi hêza xwe bawer bin. 

Li gundê Memlîk ê navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê, dayika 2 zarokan Denîz Demîrtaşoglû ya 37 salî, bi biryarên ku girtine ji bo gelek hevcinsên xwe bûye mînak. Demîrtaşoglû, ji ber ku ducanî bûye dev ji karê xwe yê li buroya parêzertiyê ya ku lê dixebitî berdaye. Piştî zaroka wê çêbûye, kodên civakî yên tên ferzkirin red kiriye û daye dû xeyalên xwe. 
 
Demîrtaşoglû, piştî dev ji karê xwe berdaye hin lêkolîn kirine û dû re li gund ji xwe re erdek kirê kiriye û çewlikek ava kiriye. Li vê çewlikê dest bi xwedîkirina mirîşkan kiriye û paşê dest bi firotina hêkan kiriye. Dû re dest bi hilberandina berên şîrî kiriye. 
 
DA DÛ XEYALÊN XWE 
 
Demîrtaşoglû, wiha behsa çîroka xwe kir: "Bûbûm du perçe. Hem ji bo ji malbata xwe hem jî ji bo ji heywanên xwe dûr nekevim, min biryar da ku mala xwe bibim gund. Sal û nîvek e li gund im. Ewilî bi me zehmet hat, lê niha em ji jiyana xwe razî ne. Êdî ez û zarokên xwe her roj bi hev re tatştê dixwin, şîvê dixwin. Tiştên em dixwin ne yên fabrîkeyan e. Penêr, nivîşk, şîr û hêkên em hildiberînin dixwin." 
 
Demîrtaşoglû, destnîşan kir ku piştî hatiye gund hin kond û bendên hînbûyî jî şikênandiye û got: "Berê mezinbûn û betonbûna xaniyên bajaran bi min 'luks' û 'bikonfor' dihatin. Lê niha qet ne wisa ye. Li vê mala me gaza xwezayî tune ye, gava em firaqan dişon destê me dicemide û em zivistanê sobeyê datînin. Lê niha heger bipirsin, 'tu dixwazî vegerî jiyana xwe ya berê?' Ez ê bibêjim na." 
 
HÊZA JINÊ 
 
Demîrtaşoglû, destnîşan kir ku gava nû hatiye gudn mirovan gotiye "Ê jinek bi tena serê xwe ev qas tiştî bike?" Demîrtaşoglû, bang li jinan kir û got: "Gava min radihişt kîsekî 50 kîloyî û dida pişta xwe, digotin 'tu yê nikaribî hilgirî.' Min jî digot 'ez ê karibim.' Ez bi hêza jinê bawer dikim û ez baş dizanim gava jin bixwaze tu tişt tune ye ku nikaribe ji derheqê wê derkeve. Jinên dixwazin vî karî bikin, bila qet nefikirin û bikin. Belê, ewilî hinekî zehmet e. Dê jin zîtikan bavêje, dê laşê wan mor bibe, dê laşê wan biêşe lê wexta hûn heywanan hemêz bikin, hûn pir hez ji vî karî bikin. Lewma jinên dixwazin dest bi vî karî bikin, bila bê şik û guman dest pê bikin." 
 
BANDORÊN KRÎZA ABORÎ
 
Demîrtaşoglû, destnîşan kir ku wekî her kesî wê jî nesîbê xwe ji krîza aborî girtiye û got: "Par me bi ceh bi lîreyekê û ka bi 45 qurîşan dikirî, lê îsal 2 qat bihatir bûne. Dibêjin 'ji sedî 50 zem', lê halbûkî ji sedî 100 e. Wê mirov heya kengî îdare bikin, nizanim. Kargehên biçûk wê ikaribin îdare bikin. Niha êdî mirov nikarin heywanên xwe jî xwedî bikin. Bi zebze û bermayiyên xerabe yên li derve heywanên xwe xwedî dikin. Lê heywan nexweş dikevin. Hin jê dimirin." 
 
Demîrtaşoglû, diyar kir ku ji bo ku karibin sûdê ji piştgiriya êm bigirin divê endamên Yekîtiya Şîr bin, lê ji bo bibin endam jî divê şîr bibin wir û got: "Lê em nikarin bibin. Gava em bixwazin krediyê bikişînin dizê îpoetk hebe. Lê ne mimkun e ku îpoteka mirovên wekî min hebe. Cihê me bikirê ye, em bi zorê debara xwe dikin. Dibêjin piştgirî heye, lê ka? Tenê alîkariya zengînan dikin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

21/01/2021
11:16 Hesaba ji bo nexweşên SMA’yê hat vekirin bankeyê bloke kir
11:13 Yek ji ‘şahidê’ îdinameya Kobanê li xwe mikûr hat
10:44 Jinên ciwan: Bi vekirina Zanîngehên Jinan dê tecawizê rewa bikin
10:12 Di doza gilîker de bû bersûc
09:23 Ji ber daliqandina wêneyên jinên kuştî ceza hat birîn
09:23 Reforma Erdogan ji Kurd û muxalifan re bû zindan
09:22 Stûna xweparastinê civakîbûn e
09:21 Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e
09:20 Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin
09:20 Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne
09:19 Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide
09:18 'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê'
09:17 Ew, xurdefiroşê Rihayê ye
09:17 Ji ber daxuyaniyan derbarê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'AN
20/01/2021
21:07 Îro 159 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Biden sond xwar
16:45 Ji Mûglayê banga têkoşîna hevpar
16:26 Polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Stenbolê de girt
15:47 4 kes hatin binçavkirin
15:46 ‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'
15:33 Li Agirî û Wanê xebatên rêyan nayên kirin
15:13 Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye
14:43 Li Licê operasyon didome: Deriyên malên vala tên şikandin
14:19 Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e
14:08 Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin
13:45 Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê
13:35 HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle
13:24 56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
13:10 Li Amedê jinekê xwe kuşt
12:35 Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin
12:12 Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin
12:07 Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne
11:41 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
11:21 Li Şirnexê rêya 17 gundan hatin girtin
10:10 Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir
09:51 Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
09:27 Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike
09:12 Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
09:11 Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê
09:10 ‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin'
09:07 Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan
09:07 Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir
09:07 Jina ku birîndar bû: Netirsin dengê xwe bilind bikin
09:07 Ji bo parastina pergala malbatê jin tên cezakirin
09:07 Xizmê Girtî: Tecrîd derveyî mirovahiyê ye
09:07 Jinên TJA’yî dicivin: Peyama me berxwedan e
09:07 Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin
09:07 Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'AN
19/01/2021
22:48 Dayika Mazlûm Ebdî jiyana xwe ji dest da
20:30 167 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:30 Baş: Hrant remza jiyana hevpar e
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161