Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan

  • rojane
  • 09:07 20 Çile 2021
  • |
img

ENQERE - Xizmên girtiyên ku di sala 2018'an de li dijî tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê, destnîşan kirin ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û gotin: "Heya tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî nebin, divê her kes li ser piya be." 

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin di roja 55'an de ne. Malbatên girtî Alî Riza Erdem û Suheyla Taş ku berê ketibûn greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger, xwestin dengên girtiyan bên bihîstin. 
 
115 ROJAN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE MA 
 
Alî Riza Erdem, piştî komkujiya li Otêla Madimakê ku di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de pêk hatibû, bi hinceta tevî çalakiyên hatine lidarxistin bûye tevî 15 hevalên xwe hatibû binçavkirin. Bi bêbextiyên îtirafkarekî hatibû girtin û cezayê muebeda giran lê hatiye birîn. Niha di Girtîgeha Tekirdagê de ye. Di sala 2018'an de li dijî tecrîda li Îmraliyê tevli çalakiya greva birçîbûnê bûbû û 115 rojan di greva birçîbûnê de mabû. 
 
‘TECRÎD, ZILM E' 
 
Xwişka wî Hatîce Erdem, bibîr xist ku heya niha birayê wî tevli gelek çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûye. Erdem, destnîşan kir ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê daxwaza malbatên wan e jî û got: "Dêya min 82 salî ye. Her cara ku dibihîse birayê min ketiye greva birçîbûnê xwarinê naxwe. Em jî jê re nabêjin. Bedenên mirovan dîl hatine girtin. Bi ser de jî tên tecrîdkirin û ceza li ser ceza li wan tê birîn. Zilmeke hovane li girtiyên siyasî tê kirin. Tecrîd, zilm e." 
 
‘DIVÊ EM VÎNA XWE BIDIN DER' 
 
Erdem, anî ziman ku pirsgirêkên civakê hemû girêday hev in û divê civak guh li daxwazên girtiyan bike. Erdem, diyar kir ku heger guh li daxwazên girtiyan neyê kirin dê pirsgirêk zêdetir bibin û got: "Divê em hew ji îqtidarê doza guherandina tiştekî bikin. Her ku em daxwaz dikin em bê nefes dimînin. Ji bo em karibin bêhnê bistînin divê em vîna xwe bidin der. Kesên mafên mirovan diparêzin hemû divê bibin dengê girtiyan." 
 
Suheyla Taş jî di sala 2018'an de bi heman daxwazê ketiye greva birçîbûnê û li Girtîgeha Sîncan a Jinan 152 rojan di greva birçîbûnê de maye. Dêya wê Nazîme Taş got: "Gava hevalên Suheylayê birçî bin, ew ziktêr ranazê. Heya hevalên wê xwarinê nexwein ew naxwe. Pêşî hevalên wê, dû re ew dixwe." 
 
‘DIVÊ DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN' 
 
Taş, çalakiya greva birçîbûnê ya 2018'an bibîr xist û got: "Wê çaxê em dayik, pir êşiyan. Niha cardin dest pê kiriye. Lê berî ku veguhere rojiya mirinê divê daxwazên wan bên qebûlkirin. Em naxwazin êdî dayik bigirîn. Rojek berî rojekê bila çareyek bê dîtin û tecrîd bi dawî bibe." 
 
‘LI TEVAHIYA CIVAKÊ BELAV BÛYE' 
 
Taş, destnîşan kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û ne tiştekî wijdanî ye ku girtî çalakiyê dikin. Taş, bang li hemû dayikan kir û got: "Banga min ji bo tevahiya dayikan e, bila rabin ser pêyan. Heya tecrîd û binpêkirinên mafan neqedin, divê her kes rabe ser pêya. Ev salek e bi hinceta şewbê zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûne. Ji ber ku em li heman bajarî ne mehê du caran em diçin girtîgehê, lê malbatên li dûra bi salan e zarokên xwe nabînin. Ji destê kê çi tê bila bike. Berî ku veguhere çalakiyeke din divê bi dawî bibe. Rojek berî rojekê bila çareyek bê dîtin, bila dayik hew bigirîn." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

21/01/2021
11:16 Hesaba ji bo nexweşên SMA’yê hat vekirin bankeyê bloke kir
11:13 Yek ji ‘şahidê’ îdinameya Kobanê li xwe mikûr hat
10:44 Jinên ciwan: Bi vekirina Zanîngehên Jinan dê tecawizê rewa bikin
10:12 Di doza gilîker de bû bersûc
09:23 Ji ber daliqandina wêneyên jinên kuştî ceza hat birîn
09:23 Reforma Erdogan ji Kurd û muxalifan re bû zindan
09:22 Stûna xweparastinê civakîbûn e
09:21 Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e
09:20 Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin
09:20 Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne
09:19 Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide
09:18 'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê'
09:17 Ew, xurdefiroşê Rihayê ye
09:17 Ji ber daxuyaniyan derbarê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'AN
20/01/2021
21:07 Îro 159 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Biden sond xwar
16:45 Ji Mûglayê banga têkoşîna hevpar
16:26 Polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Stenbolê de girt
15:47 4 kes hatin binçavkirin
15:46 ‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'
15:33 Li Agirî û Wanê xebatên rêyan nayên kirin
15:13 Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye
14:43 Li Licê operasyon didome: Deriyên malên vala tên şikandin
14:19 Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e
14:08 Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin
13:45 Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê
13:35 HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle
13:24 56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
13:10 Li Amedê jinekê xwe kuşt
12:35 Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin
12:12 Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin
12:07 Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne
11:41 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
11:21 Li Şirnexê rêya 17 gundan hatin girtin
10:10 Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir
09:51 Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
09:27 Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike
09:12 Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
09:11 Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê
09:10 ‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin'
09:07 Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan
09:07 Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir
09:07 Jina ku birîndar bû: Netirsin dengê xwe bilind bikin
09:07 Ji bo parastina pergala malbatê jin tên cezakirin
09:07 Xizmê Girtî: Tecrîd derveyî mirovahiyê ye
09:07 Jinên TJA’yî dicivin: Peyama me berxwedan e
09:07 Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin
09:07 Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'AN
19/01/2021
22:48 Dayika Mazlûm Ebdî jiyana xwe ji dest da
20:30 167 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:30 Baş: Hrant remza jiyana hevpar e
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161