ŞIRNEX - Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê xizmên nexweşekî êrîş birin ser xebatkarekî tenduristiyê.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê îro danê nîvro xizmên nexweşekî êrîş birin ser hemşîreyê beşa lezgîn ê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Recep Başak. Xizmên nexweş li Başak xistin.
Başak li serdozgeriyê giliyê êrîşkaran kir. Her wiha hat hînbûn ku xizmên nexweş jî çûne serdozgeriyê û giliyê Başak kirine.