WAN – Malbatên ku ji bo lêgerîna kolberên li ser sînorê Îranê di bin aşûtê de mabûn ji Îranê hatin, xwe gihandin cenazeyê kolberekî. Her wiha AFAD û ÛMKE jî xebatên xwe yên lêgerînê dan rawestandin.
Di 18’ê çileyê de li navçeya Elbakê ya Wanê li ser sînorê Îranê aşût çêbû û 9 penabera di bin man. Ji penaberan 4 jê bi derfetên xwe ji bin aşûtê derketin û xwe xelas kirin. Lê 5 penaberên bi navê Molaî Xudaî, Firat Xudaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî ku di bin aşûtê man, bi rojane agahî ji wan nayê girtin.
Komên AFAD û ÛMKE’yê ku duh li herêma aşûtê xebatên lêgerînê dabûn destpêkirin, bi gumana aşûteke nû xebatên xwe dan rawestandin. Malbatên kolberan ku ji Îranê hatin û xebat dan destpêkirin, cenazeyê kolberekî dîtin.
Hat hîn bûn xebatên malbatên ên lêgerîna zarokê wan didome.