Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin

  • rojane
  • 09:08 26 Çile 2021
  • |
img
XARPÊT - Saadet Yavûz ku piştî erdheja Sîvrîceyê di konteynerê de dimîne, anî ziman ku rayedaran birînên wan necebirandine. Her wiha hin welatî jî ji esker û peywirdarên ku li têketin û derketinên konteyneran nobedê digirin nerazîne. 
 
Di 24'ê Çileya 2020'an de li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê bi şideta 6.8'an çêbûbû. Di erdhejê de li Xarpêtê 37 kes, li Meletiyê 4 kes bi giştî 41 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha 263 avahî jî xera bûbûn û 7 hezar û 698 jê jî pir û hezar û 540 jê jî hindik texrîb bûbûn. Hezar û 730 malbat ên xaniyên wan hilweşiyane û texrîb bûne di konteyneran de dimînin. Li têketin û derketina konteyneran jî esker hatine bicihkirin. Kesên di konteyneran de namînin nikarin biçin vê qadê. 
 
Kesên mexdûr xwestin rojek berî rojekê pirsgirêkên wan bên çareserkirin. 
 
'BIRÎNÊN ME NECEBIRANDIN' 
 
Dayik 3 zarokan Saadet Yavûz ku di konteynerê de dimîne, anî ziman ku 350 konteyner hene û bi hezaran kes di van konteyneran de dimîne. Yavûz, bilêv kir ku piştî erdhejê demekê li derve mane û got: "Paşê em çûn mala dêya min. Em demekê li wir mane. Lê ji ber ku xênî biçûk bû, ne mimkun bû em bimînin. Em 25 rojan di konan de, 20 rojî jî li nexweşxaneyeke neçalak de man. Em li wan deran perîşan bûn. Tişt bela dikirin, lê nedighaştin me. Ji bo şewitandin êzing didan, lê ew jî şil bûn. Xwarin rojê carekê dihat belakirin. Ew jî sar bû û hindik bû. Me nikaribû serê xwe bişo. Lavabo tune bû. Em diçûn petrolekê. Me birin nexweşxaneyekê. Li wir jî heman tişt hatin serê me. Tiştên bela dikirin bi awayekî wekhev bela nedikirin. Roj hebû xwarin bi dest me nediket. Wexta me dixwest digotin 'hûn bihatana.'" 
 
DAXWAZNAME XISTINE ÇOPÊ
 
Yavûz, diyar kir ku paşê bi hinceta ku bergeha derdorê xera dike kon hatine berhevkirin û got: "Ji me re gotin, heya xaniyên we bên çêkirin hûn ê ki nexweşxaneyê bimînin. 20 roj bi şûn de gotin, 'li çara serê xwe mêze bikin, an hûn ê biçin konteyneran an jî hûn ê biçin têkevin xaniyên bikirê.' Min nedixwest careke din biçim konan. Ji lewra li konan zarokeke deh salî taciz kirin. Gelek pirsgirêk rû dan. Ez fikirîm ê konteyner jî wiha be. Gava cendirmeyan telefonî min kir, min got sê zarokên min hene û naxwazim di konteynerê de bimînim. Wan jî got, tevdîr girtine. Nêzî salek e em di konteynerê de ne. Di war aborî û manewî de gelek pirsgirêk hene. Gotin, dê ji bo xaniyên xesardîtî 11 hezar lîre bidin û ji bo mayînê cih bidin. Me serî li AFAD, Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê û walîtiyê da. Lê serlêdanên me esas negirtin. Min bawer nedikir wê esas bigirin. Ji lewra daxanameyên hatibûn dayîn giş li erdê bûn. Kesê paqijî dikir, dihat wan berhev dikir û dixisit çopê. Halbûkî 11 hezar TL jî bi kêrî me dihat. Tenê 2 hezar û nîv TL û konteynerek dan." 
 
Her wiha Yavûz, bal kişand ser dibistana zarokên xwe jî û got: "Tu eleqeya wan bi perwerdehiyê re nema. Nikarin beşdarî dersên zindî bibin.
 
BILA SOZÊN XWE BI CIH BÎNIN 
 
Yavûz, diyar kir ku hevjînê wê betal e û beriya erdhejê di xaniyê bi kirê de bûn. Yavûz, destnîşan kir ku salek derbas bûye lê belê hê jî sozê ku hatine danîn pêk nehatine û got: "Em hatin jibîrkirin. Em dixwazin alîkariya me bikin. Derfetên wan hene. Em dixwazin sozên xwe bi cih bînin. Mirovên xaniyên wan hene bi zorê debara xwe dikin, em di nav hesinekî de ne. Ji bo em karibin bi rihetî jiyana xwe bidomînin, bila sozên xw ebi cih bînin. Em tiştkî zêde ji wan naxwazin. Bi hezaran kesên di vî halê min de hene." 
 
ESKERÊN NOBEDÊ DIGIRIN 
 
Welatiyekî ku saleke din konteynerê de ye û nexwes navê wî bê aşkerekirin, anî ziman ku eskerên li têketin û derketina konteyneran hatine bicihkirin derî peywira xwe hereket dikin. Welatî, diyar kir ku esker tim pêwendiyê bi jinên ciwan re datînin û got: "Her tişt bi dizîka tê kirin. Jinên zewicandî û ezeb û esker û peywirdarên li têketina konteyneran pêwendiyê bi hev re datînin. Li derve ew û van kesan hev du dibînin. Ev me nerihet dike û fikarên me zêde dikin. Ji lewra derî peywira xwe hereket dikin." 

Sernavên din

27/01/2021
10:26 Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da
10:11 Qedexeyên derketinên derve yên li Mêrdîn û Bedlîsê rabûn
10:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be
09:25 TÎGEM’ê girikên dîrokî tune kir û bermayiyên dîrokî jî bir şantiyê
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 62’yemîn de dewam dike
09:11 Salaz: PDK, xwe radestî Tirkiyeyê kiriye
09:11 Dede: Rejîma Îmraliyê êrişeke li ser hiqûqê ye
09:10 Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Tirkiye dixwaze şer dewam bike
09:09 ‘Tecrîd, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye'
09:09 Keça girtiya nexweş: Ne dêya min, kujer tên berdan
09:08 Gulmez: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan bivê nevê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'AN
26/01/2021
21:46 Şenoglû: Dê têkoşîna me dewam bike
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 344
16:45 Gokhan Guneş: Tazîkirî îşkence li min kirin
16:25 Rêya Wan û Miksê hefteyeke girtî ye
16:16 Li şûna ceyranê deterjanê dan penaberên sûriyeyî
16:13 Nîşankirina malên elewiyan hat protestokirin
16:06 ‘Li zindanan grev heye, bibe deng û hevrê’
15:59 Di operasyona Licê de leşker mînîbusên sivîl bi kar tînin
15:54 Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû tehliye bû
15:49 KCD, TJA, DBP û HDP’ê serdana Kercews û Heskîfê kir
15:36 Kaja Kallas bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê
15:21 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:42 Kolberên di bin aşûtê de mabûn hatin veşartin
14:39 Parlementer Koçyîgît lêgerîna tazî ji Wezîr Gul pirsî
14:37 Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tedawî bipere ye
14:28 Kamaç: PÎA'yê xwe di wîcdanê gel de ava kiriye
13:47 Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê ya yekîtiya têkoşîna gelan e
13:44 Hillary Clînton wê berxwedana YPJ’ê bike rêze fîlm
13:41 TJA û HDP'ê li Şirnexê serdana malbatên girtiyan kirin
13:08 Berdevkê Koalîsyonê Marotto rizgarkirina Kobanê pîroz kir
12:59 Hevserokê HDP’ê yê di bin çavan de: Ne posterên Ocalan, serdegirtin derveyî qanûnan e
12:48 Serlêdana hevdîtina ji bo Ocalan careke din hat redkirin
12:05 Li Îdirê jinek hat qetil kirin
11:48 Li Îranê 4 zilaman jinek qetil kir
11:39 Piştî qedexeyê li Bagokê tevgera helîkopteran çêbû û binçavkirina des pê kir
11:18 Li Amedê endama MYK’a HDP’ê hat binçavkirin
11:06 Dadgeha Bilind du sal in dosya girtî lêkolîn nake
10:48 Li Gumgumê operasyona leşkerî dest pê kir
10:37 Leşkerekî amedî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:09 Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad: Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê amadekariyên mezin hene
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê koma 13’emîn dewr girt
09:11 Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî
09:08 Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin
09:07 Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend
09:07 Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin
09:06 Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî
09:05 Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin
09:05 Genç: KCD, hêviya jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Malbatan piştî 8 rojan cenazeyên kolberan ji bin aşûtê derxistin
08:13 Gokhan Guneş hat berdan
25/01/2021
20:14 137 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Malbatan xwe gihand cenazeyê kolberekî ku di bin aşûtê de mabû
16:53 Li Rihayê bav û kur hatin binçavkirin
16:46 Dayik Guneş: Dewlet cihê kurê min dizane
16:35 Li Licê 27 kes hatin girtin
16:31 Zaroka ku bi awayekî guman mir gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin
16:11 4 fezleke pêşkêşî meclisê hatin kirin
16:11 HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin
15:57 Kalê 70 salî yê maşîneya zirxî lê qelibî bi ser hişê xwe ve hat
15:50 Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye
15:10 DAD’ê ajansa me ziyaret kir
15:08 ‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'
13:57 ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin
13:29 Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn
13:17 Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin?
12:54 Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza
12:53 TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin
12:45 Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş
12:17 Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê
11:15 Li Çewlikê resmê xizaniyê
11:04 Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin
11:00 78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin
10:53 ‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'
10:20 Li Esenyûrtê mirinek bi guman
10:17 DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe
09:34 Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê du meh li pey xwe hiştin
09:11 Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî
09:10 ‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
09:10 Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe
09:04 Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN
24/01/2021
21:08 Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn
16:27 Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da
16:25 Faîlê tecawizê hat girtin
15:35 Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye
15:27 ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin
14:26 Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî
13:55 Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e
13:37 Ji bo kolberên di bin aşûtê de xebatên lêgerînê dest pê kirin
13:17 Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê
12:59 Li Wanê kesek binçav kirin
11:58 Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên sivîl li hev civiyan
11:49 Ji bo Serhedê hişyariya cemed û aşûtê
11:39 Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan
10:56 Polisan bi ser avahiyê HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin
10:55 Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’