MÊRDÎN – Piştî qedexeya derketina derve ku Walîtiya Mêrdînê, li gundên navçeya Nisêbînê yên pêşa çiyayê Bagokê îlan kir, leşkeran kesekê binçav kirin.
Walîtiya Mêrdînî, di saetên şeve de li gundên Êlîm, Efşê, Gelîyê Sora, Merbab, Berkurk, Mişawil, Qudb, Fisqîn, Hibab, Badîbe, Sîderî, Xirabêmişka, Marîne, Şekrin, Bahmin û Yol ên navçeya Nisêbînê yên pêşa çiyayê Bagokê qedexeya derketine derve îlan kir. Hat diyarkirin ku piştî îlankirina qedexeyê leşkeran gundan dorpêç kiriye û liv û tevgera helîkopteran li herêmê zêde bûye.
KESEKÊ BINÇAV KIRIN
Leşkeran, li gundê Marînê bi ser malan de girt û Gulperî Aslan a 50 salî binçav kirin. Leşkeran ji malbata Aslan re diyar kirin ku bi hinceta dadgeha wê heye Aslan binçav dikin.