WAN – Rêya bejahiyê ya navbera Wanê û Miksê hefteyeke li çûnehatê hatiye girtin.
Li herêma Serhedê ji ber barîna berfa zêde gelek rê û dever hatine girtin. Rêya bejahiya navbera Wanê û navçeya wê Miksê hefteyeke li çûnehatê hatiye girtin û hêj nehatiye vekirin. Xebata tîmên rê vekirinê didome. Xebata vekirina rê ji ber metirsiya aşûtê saet di navbera 08. 00 û 14.00’an de tê kirin. Ji ber rê girtî ne, welatiyên ji Miksê di rêya alternatîf de ewilî diçin navçeya Hîzana Bedlîsê û pişt re derbasî Wanê dibin.
Li ser vê rêya bejahiyê sala par karesata aşûtê pêk hatibû û 42 kesan jiyana xwe ji dest dabû.