Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Tirkiye dixwaze şer dewam bike

  • rojane
  • 09:10 27 Çile 2021
  • |
img

LÎBYA - Serokê Daîreya Rênîşiya Ehlaqî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Fermandar Xalid El Mehcûb, diyar kir ku Tirkiye li Lîbyayê rola aloziyê hilgirtiya û got: "Dixwaze hebûna xwe ya li Lîbyayê biparêze. Dixwaze şer bidome û bi vî awayî hebûna xwe ya li herêmê dorfireh bike." 

Li Lîbyayê 10 sal in deng ji çekan nebiriyaye. Alîgirekî şer Hikûmeta Mutabaqatê ya Neteweyî ye ku Tirkiye û Qetar piştgiriya wê dikin û aliyê din jî bi pêşengiya Xelîfe Hafter Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ye. Bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 23'yê Cotmeha 2020'î de agirbest hatibû îmzekirin. Lê belê dîsa jî heya niha li Lîbyayê pêşektineke werê berbiçav rû nedaye. Her wiha car carinan alîgir daxuyaniyan didin ku dê guh nedên agirbestê. 
 
Serokê Daîreya Rênîşiya Ehlaqî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê General Xalid El Mehcûb, derbarê rewşa Lîbyayê de bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
Mehcûb, bibîr xist ku ji bo rageşiya li Lîbyayê bê çareserkirin bi pêşengiya NY'yê hin hevdîtin hatine kirine û di dawiya van hevdîtinan de bi temsîlkirina alîgiran 5+5 Komîteyeke Eskerî ya Hevpar hatiye avakirin û dû re Peymana Cinêwê hatiye îmzekirin. Mehcûb, anî ziman ku ev yek hîn jî derbasdar e û her kes hewl dide li gor vê peymanê tevbigere. Mehcûb, destnîşan kir ku êdî dixwazin şerê li Lîbyayê biqede û bêhna welatê wan derkeve. Mehcûb, bilêv kir ku ji bo agirbesteke mayinde jî gere hêzên navneteweyî hemû bi berpirsiyarî tevbigerin. 
 
HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DOZA ÇI DIKIN? 
 
Mehcûb, destnîşan kir ku hin aktor hene naxwazin şer biqede û got: "DYA û Rûsya bi awayekî cuda lê mêze dikin. Bidawîbûna şer, tê wateya ku dê fabrîkeyên aydê her du hêzan li Lîbyayê bişixulin. Ev yek ji bo dewletên ewropî jî werê ye. Lîbya, gavekê ji wan dûr e. Terora li Lîbyayê tê kirin, li ber serê wan e. Her wiha daxwazên Çînê jî hene. Di vî warî de em dikarin berjewendiyên van hêzan fêm bikin." 
 
ÊN KU AGIRBESTÊ NAXWAZIN KÎ NE? 
 
Mehcûb, anî ziman ku kesên ne ehlê agirbesteke mayinde "çeteyan" dişînin welatê wan. Mehcûb, da zanîn ku Îhvan-î Muslîm naxwaze ji herêmê derkeve. Mehcûb, destnîşan kir ku ev kez doza şer û krîzê dikin, lê asas ê ku doza vê yekê dike jî Tirkiye ye. Mehcûb, bilêv kir ku bi her awayî dixwaze aloziya li Lîbyayê bidome û got: "Bi vî awayî dxwaze hebûna xw ebiparêe. Tirkiye bi kom û hêzên di dest xwe de hem li Misirê hem jî li herêmê dixwaze hin dewlet bi gotina wî bikin. Bi vî awayî şer didomîne û dixwaze hebûna xw eya li herêmê dorfireh bike." 
 
Mehcûb, destnîşan kir ku divê Tirkiye rewşa li Lîbyayê baş bixwîne û got: "Ji lewra hemû gavên bêyî Lîbyayiyan bên avêtin, dê paş de vegerin. Heya ku gelê Lîbyayê destûrê nede kes nikare berjewendiyên xwe biparêze." 
 
'ÇETE, BAZIRGABIYEKE NAVDEWLETÎ NE' 
 
Mehcûb, bibîr xist ku komên paramîlîter ên li Lîbyayê ji Sûriyeyê hatine û got: "Me gelek jê dîl girtin. Niha girtîne Ê ku ew veguhastin vir jî Tirkiye ye. Tirkiye, pêşî wan ji Sûriyeyê anî Tirkiyeyê û dû re jî bi balafirgehê ew ji Tirkiyeyê anîn Lîbyayê. Anîna van çeteyan, li gor peymaneke bazirganî ye. Tirkiye di transferkirina wan çeteyan de pereyekî pri bi dest dixe. Pereyan ji hin hêzên navdewletî digire. Payeke biçûk dide çeteyan, da ku şer bikin. Pereyê mayî jî ji xwe re hiltîne. Tirkiye dixwaze bi vê bazirganiya çeteyan aboriya xwe ya rûxiyayî baş bike. Ji bo rewşa xwe ya aborî baş bike her tiştî dike. Her wiha bi ferasetê êrîşê dibe ser zengîniya talankirî ya Lîbyayê jî." 
 
‘EM JI BO PŞEROJA WELÊT ŞER DIKIN' 
 
Mehcûb, destnîşan kir ku di çarçoveya hevdîtinên li Cinêwê de derxistina van komên pereyî nîqaş kirine û ev yek jî bi saya têkoşîna Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya bi pêşengiya Xelîfe Hafter pêk hatiye. Mehcûb, diyar kir ku bi vê têkoşînê de pşeroja Lîbyayê jî ber bi başiyê ve biçe û got: "Li welêt bîrbiriya welatperweriyê xurt dibe. Vîna hêzên navdewletî jî diyar e. Dê têkoşîna Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ku Lîbyayê diparêze, rewşa welêt xweştir bike. Ev pir girîng e. Heger ev hêza eskerî şer nekirana, dê rewş pir xirabtir bûbûna. Bi saya aqilê eskerî û siyasî yê vê hêzê rewşa Lîbyayê ber bi başiyê ve diçe. Ev hêza eskerî ku lîbyayî hêzê jê digirin, di warê siyasî de serketine mezin didin der. Pêvajoya li Cinêwê bi saya vê hêzê ye." 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

27/01/2021
10:26 Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da
10:11 Qedexeyên derketinên derve yên li Mêrdîn û Bedlîsê rabûn
10:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be
09:25 TÎGEM’ê girikên dîrokî tune kir û bermayiyên dîrokî jî bir şantiyê
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 62’yemîn de dewam dike
09:11 Salaz: PDK, xwe radestî Tirkiyeyê kiriye
09:11 Dede: Rejîma Îmraliyê êrişeke li ser hiqûqê ye
09:10 Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Tirkiye dixwaze şer dewam bike
09:09 ‘Tecrîd, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye'
09:09 Keça girtiya nexweş: Ne dêya min, kujer tên berdan
09:08 Gulmez: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan bivê nevê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'AN
26/01/2021
21:46 Şenoglû: Dê têkoşîna me dewam bike
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 344
16:45 Gokhan Guneş: Tazîkirî îşkence li min kirin
16:25 Rêya Wan û Miksê hefteyeke girtî ye
16:16 Li şûna ceyranê deterjanê dan penaberên sûriyeyî
16:13 Nîşankirina malên elewiyan hat protestokirin
16:06 ‘Li zindanan grev heye, bibe deng û hevrê’
15:59 Di operasyona Licê de leşker mînîbusên sivîl bi kar tînin
15:54 Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû tehliye bû
15:49 KCD, TJA, DBP û HDP’ê serdana Kercews û Heskîfê kir
15:36 Kaja Kallas bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê
15:21 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:42 Kolberên di bin aşûtê de mabûn hatin veşartin
14:39 Parlementer Koçyîgît lêgerîna tazî ji Wezîr Gul pirsî
14:37 Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tedawî bipere ye
14:28 Kamaç: PÎA'yê xwe di wîcdanê gel de ava kiriye
13:47 Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê ya yekîtiya têkoşîna gelan e
13:44 Hillary Clînton wê berxwedana YPJ’ê bike rêze fîlm
13:41 TJA û HDP'ê li Şirnexê serdana malbatên girtiyan kirin
13:08 Berdevkê Koalîsyonê Marotto rizgarkirina Kobanê pîroz kir
12:59 Hevserokê HDP’ê yê di bin çavan de: Ne posterên Ocalan, serdegirtin derveyî qanûnan e
12:48 Serlêdana hevdîtina ji bo Ocalan careke din hat redkirin
12:05 Li Îdirê jinek hat qetil kirin
11:48 Li Îranê 4 zilaman jinek qetil kir
11:39 Piştî qedexeyê li Bagokê tevgera helîkopteran çêbû û binçavkirina des pê kir
11:18 Li Amedê endama MYK’a HDP’ê hat binçavkirin
11:06 Dadgeha Bilind du sal in dosya girtî lêkolîn nake
10:48 Li Gumgumê operasyona leşkerî dest pê kir
10:37 Leşkerekî amedî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:09 Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad: Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê amadekariyên mezin hene
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê koma 13’emîn dewr girt
09:11 Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî
09:08 Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin
09:07 Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend
09:07 Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin
09:06 Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî
09:05 Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin
09:05 Genç: KCD, hêviya jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Malbatan piştî 8 rojan cenazeyên kolberan ji bin aşûtê derxistin
08:13 Gokhan Guneş hat berdan
25/01/2021
20:14 137 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Malbatan xwe gihand cenazeyê kolberekî ku di bin aşûtê de mabû
16:53 Li Rihayê bav û kur hatin binçavkirin
16:46 Dayik Guneş: Dewlet cihê kurê min dizane
16:35 Li Licê 27 kes hatin girtin
16:31 Zaroka ku bi awayekî guman mir gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin
16:11 4 fezleke pêşkêşî meclisê hatin kirin
16:11 HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin
15:57 Kalê 70 salî yê maşîneya zirxî lê qelibî bi ser hişê xwe ve hat
15:50 Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye
15:10 DAD’ê ajansa me ziyaret kir
15:08 ‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'
13:57 ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin
13:29 Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn
13:17 Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin?
12:54 Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza
12:53 TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin
12:45 Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş
12:17 Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê
11:15 Li Çewlikê resmê xizaniyê
11:04 Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin
11:00 78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin
10:53 ‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'
10:20 Li Esenyûrtê mirinek bi guman
10:17 DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe
09:34 Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê du meh li pey xwe hiştin
09:11 Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî
09:10 ‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
09:10 Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe
09:04 Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN
24/01/2021
21:08 Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn
16:27 Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da
16:25 Faîlê tecawizê hat girtin
15:35 Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye
15:27 ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin
14:26 Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî
13:55 Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e
13:37 Ji bo kolberên di bin aşûtê de xebatên lêgerînê dest pê kirin
13:17 Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê
12:59 Li Wanê kesek binçav kirin
11:58 Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên sivîl li hev civiyan
11:49 Ji bo Serhedê hişyariya cemed û aşûtê
11:39 Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan
10:56 Polisan bi ser avahiyê HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin
10:55 Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’