MÊRDÎN / BEDLÎS – Qedexeyên derketinên derve yên ji bo operasyonên leşkerî li çolterên Mêrdîn û Bedlîsê hatibûn îlankirin, rabûn.
Qedexeya derketina derve ku duh li Mêrdînê û qedexeya derketina derve ku di 11’ê çileyê de li Bedlîsê ji bo operasyonên leşkerî ji aliyê walîtiyên her du bajaran ve hatibûn îlankirin, rabûn.
MÊRDÎN
Walîtiya Mêrdînê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand qedexeya ku duh li gundên Êlîm, Efşê, Gelîyê Sora, Merbab, Berkurk, Mişawil, Qudb, Fisqîn, Hibab, Badîbe, Sîderî, Xirabêmişka, Marîne, Şekrin, Bahmin û Yolê yên navçeya Nisêbînê yên li pêşa Çiyayê Bagokê îlan kiribû, rabûye. Hat hînbûn ku kirariyên jina bi navê Gulperî Aslan (50) ku duh piştî îlankirina qedexeyê hatibû binçavkirin jî didomin.
BEDLÎS
Walîtiya Bedlîsê jî têkildarî qedexeya derketina derve ku di 11’ê çileyê de li gundan îlan kiribû daxuyaniyek da û ragihand ku qedexeya li ser gundan rabûye.