Daraz jinên kurd dike hedef: Duh Leyla îro Ayşe kirin hedef

  • rojane
  • 17:26 27 Çile 2021
  • |
img
 
 
NAVENDA NUÇEYAN - 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan de biryara girtinê da. Piştî vê biryarê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: "Ayşe ji bo têkoşîna mafê jinan jiyana xwe feda kiriye. Di şexsê Ayşe Gokkan de têkoşîna jinan dikin hedef." 
 
Danişîna doza Berdevka Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê Gokkan de bi îdeaya “rêvebera rexistinê” û “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka  Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya Partiya Avakirina Ji Nûve ya Sosyalist (SYKP) Canan Yuce, biryara dadgehe rexne kirin û bertekên xwe anîn ziman. 
 
AYDENÎZ: DEWLET BI RÊK Û PÊK ÊRÎŞ DIKIN
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê  Salîha Aydenîz, anî ziman ku biryara der barê Ayşe Gokkan de êrîşa li dijî têkoşîna jinan e û wiha got: "Piştî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven niha jî der barê berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan de biryara girtinê dan. Ev biryar êrîşa li dijî têkoşîna azadiya jinê ye. Kesên vê biryarê didin ji jinan, têkoşîna azadiya jinê, civakîbê ditirsin. Ji ber vê yekê bi destê dewletê êrîşek heye." 
 
Aydenîz, anî ziman ku jin li dijî tacîz, tecawiz û komkuijyê bêdeng nabînin û wiha got: "Dixwazin jin li hemberî pergala wan serî bitewînin. Lê jin li dijî vê yekê têkoşîna xwe bilind dikin. Di her çalakiyên xwe de vê dijberiya pergalê tînin ziman. Pergal dixwaze jinên xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin ceza bikin. Dixwazin peyamê bidin jinên din. Lê ne Leyla Guven û ne jî Ayşe Gokkan tu carî gavan paşve navêjin. Em ê li dijî vê biryarê bêtir têbikoşin û bêtir xwe bi rêxistin bikin. Jina kurd pêşengiya têkoşîna azadiya Kurdan dike. Ji ber vê yekê çawa li dijî Kurdan dijminantiyê dikin, li dijî jina Kurd jî dijminantiyê dikin. Biryara der barê Ayşe Gokkan tê wateya dijminantiya li diji Jina Kurd. Ayşe Gokkan jinek kurd û siyasetmedar e. Hemû temenê xwe ji bo têkoşina demokrasî û siyaseta demokratîk daye. Em biryara der barê wê de dane nas nakin. Em ê li dijî vê biryarê têkoşîna xwe mezin bikin."  
 
Aydenîz, bal kişand ser helwesta Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a beriya girtinê gotibû “Çi li hundir û çi li derve têkoşîna me dê bidome." û wiha got: "Em jî dibêjin têkoşîna jinan hem li derve û hem jî li hundir didome. Dê bi her awayî têkoşîna jinan bidome. Jin bi vê yekê peyamê didin pergala faşizmê û pergala serdestiya mêr." 
 
BAŞARAN: ÊRÎŞA LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊ YE
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, jî anî ziman ku der barê Ayşe Gokkan de nêzî 200 lêpirsîn hatine vekirin û wiha got: "Ayşe Gokkan nêzî 83 caran hatiye binçavkirin. Li gel vê yekê tu gav ji xebatên siyasî paşve neavêtiye. Bi biryar û bawerî xebatên siyaseta demokratîk berdewam kiriye. Xebatên Gokkan xebatên zagonî û hiqûqî ne. Bi biryara girtina Ayşe êrîşî têkoşîna jinê dikin. Îqtîdar demek dirêj e êrîşî têkoşîna jinê dike. Di şexsê Ayşe Gokkan de têkoşîna azadia jinan dikin heref. Ji ber ku Ayşe Gokkan hemû jiyana xwe ji bo azadiya jinan feda kiriye." 
 
9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de 22 sal û 3 meh ceza birîn û biştre biryara girtinê dan. Ji ber ku Guven pergala Civaka Sulaleya Dayikê parast der barê wê de biryara girtinê dan. Ji ber Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca bû “Hevserok" ew girtin. Îqtîdar dixwazin îro pergala serdestiya mêr bikin sazî. Di dosyaya Leyla Guven de pir aşkere hat dîtin ku îtîfaqa AKP-MHP'ê pergala baviksalarî diparêze. Îro parazvanên pergala baviksalarî bi keyfa dîktatordiya faşist ewil êrîşî jinan û têkoşîna jinan dikin. Dixwazin jin koletiyêqebûl bikin û serî li ber wan bitewînin. Ji ber vê yekê der barê Ayşe Gokkan de biryara girtinê dan. Divê hemû jin bi hevre li dijî vê yekê bertekên xwe bînin ziman. Divê bi dengê bilind li dijî pergala îqtîdara AKP-MHP'ê dengê we bilind bikin.b" 
 
SYKP: EM ÇONG NATEWÎNIN
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Avakirina Ji Nûve ya Sosyalist (SYKP) Canan Yuce jî biryara dadgehê şermezar kir û wiha got: “Îtîfaqa AKP-MHP'ê dijminê jinan e. Dijminê Kurdan e. Dijminê kedkar û xwezayê ye. Jinên li kolanan serî natewînin dikin hedef. Dixwazin jin li dijî wan serî û çongê bitewînin. Ev yek li dijî rastî û xwezaya jinê ye. Ev li dijî peymana Îstanbolê ye. Jin dê tu carî ji daxwazên têkoşîna wekhevî, azadî û edaletê gavan paşve navêjin. Ayşe Gokkan  ne bi tenê ye. Em li dijî polîtîkayên dijminantiya Kurdan û jinan serî natewînin. Em serî natewînin." 
 
AYŞE GOKKAN BI SALAN TÊKOŞÎNA SIYASETA DEMOKRATÎK DIDE
 
Berdevka TJA Ayşe Gokkan herî kêm ji avakirina HADEP'ê ya di sala 1994'an de hat avakirin heta niha di nava siyaseta kurdan û têkoşîna jinên Kurd de cih digire. Gokkan, di nava xebatên HADEP, DEHAP, DTP'ê de cih girt. Dîsa ji bo Rojnameyên Azadiya Welat, Ozgur Gundem, Yenî Yaşamê nivîskarî kir û hêj nivîskariya Yenî Yaşamê dike. 
 
Gokkan, bû Şaredara Nisêbînê û di sala 2010'an li Bajarê Bukavû ya Komara Kongo tev li Meşa Jinên Cîhanê ku ji 42 welatan bûbû bû. Endama Komîsyona Dîplomasiyê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) kir. Herî dawî niha berdevkiya Tevgera Jinên Azad (TJA) dike. Gokkan heta niha herî kêm 83 caran hatiye binçavkirin û der barê wê de 200 lêpirsîn hatine vekirin. Herî dawî 9’emîn Dageha Cezayên Giran a Amedê îro (27 Çileya 2021) biryara girtina Gokkan da.  Heman dadgehê der barê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de jî biryara girtinê dabû. 
 
MA / Ozgur Paksoy
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

29/01/2021
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir
14:26 Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin
14:04 Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan
14:01 Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
13:44 Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike
13:28 Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da
12:29 Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
12:24 Malbat ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir
11:33 Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin
11:30 Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin
10:03 Dê 60 hezar dar bikin qurbana senayiyê
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64’emîn de didome
09:30 Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin
09:09 Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin
09:09 Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin!
09:09 Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye!
09:09 Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
09:09 Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye
09:09 Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye
09:09 Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:08 Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire
09:08 Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye
09:08 Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye
09:08 Dengê êş, berxwedan û evînê: Cemalê Mihê
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN
28/01/2021
20:52 129 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:33 Malbatê cenazeyê Acar wergirt
17:55 Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire
16:42 Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin
16:27 Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê
16:06 Danişîna serokên berê yên HDP’ê û BDP’ê hat dîtin
15:44 HDP’a Dersimê: Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin
15:40 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
15:33 Komkujiya Roboskê di meha 109’emîn de ye
15:08 Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat girtin
15:01 Berteka li dijî biryara girtina Gokkan: Wê têkoşîna jinan qezenc bike
14:56 Engîn Yucel ê agahiyên veşartî parve kiribûn tevlî danişînê nebû
14:56 Konê berxwedanê yê polîsan hilweşand careke din hat vedan
14:28 Li Îranê hejmara girtiyan derket 92’yan
14:26 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana CPT daxuyanî da
13:44 Li Şirnexê jinan biryara girtina Gokkan şermezar kir
13:03 Mihrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
12:46 Kujer Marûf ê Dilan Kok kuşt hat girtin
12:26 Nivîskar Faîk Bûlût hat beraetkirin
12:06 Çiyayê Agirî tê bombekirin: Eskerên birîndar hene
12:00 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan derxistin edliyeyê
11:34 Nûçegihanê me Aslan: Lêgerîna tazî ferzî min kirin
11:22 Kujerê Arzu Aygun 42 roj şûnde cihê cenaze nîşan da
11:05 Derbarê nûçegihana me Dûrgût de biryara neşopandinê
10:39 Xanî li ser şûnwarê dîrokî lê kir
10:19 Ji bo parvekirina nûçeyên îşkenceya li Xelfetî biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:15 Prof. Keyman: Karê Erdogan ê bi Biden re zor e
09:44 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 63’yemîn de didome
09:43 Parêzer Kozan: Di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye
09:20 'Ji çîroka xwe dizanim, hêza herî mezin rêxitinbûyîn e'
09:19 Qirkirina cinsî çi ye, Meclîs divê çi bike?
09:18 Aktivîstên jin: Em biryara derbarê Gokkan de nas nakin
09:18 Dayika girtiyê nexweş: Berî ku bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:18 Sîxurtî li penaberê sûriyeyî ferz kirin: Biçe partiyê û tiştên li wir diqewimin ji me re bibêje
09:17 Qalibên ku mêran berz dikin hatin şikênandin
09:10 Malbatên elewî yên malên wan hatin nîşankirin: Dixwazin dîsa salên 1990'î dubare bikin
09:09 TJA wê di meha Sibatê de balê bikişîne ser greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:51 Heyeta CPT hat Tirkiyeyê lê neçû Îmraliyê
27/01/2021
21:12 132 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin
19:12 Ayşe Gokkan hat binçavkirin
17:26 Daraz jinên kurd dike hedef: Duh Leyla îro Ayşe kirin hedef
17:17 Danişîna rojnameger Akin û Sarisozen hat dîtin
17:15 Li dijî projeya Zanîngeha Jinan çalakî: Em destûrê nadin hişmendiya zilam
16:56 Di paceyê de daxuyanî dan!
16:51 TJA'yê atolyeya hunerê li dar xist
16:50 MEBYA-DER: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:30 Serdana penaberên di tariyê de mane kirin
16:16 Ji ber ku şandeya doza Somayê guherî biryar jî guherî
16:09 Dadgehê danişîna doza kujerê Karadûman taloq kir
15:56 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê derbarê Miduriyeta Dîlokê de gilî kirin
15:34 DÎSK'ê HDP ziyaret kir
15:32 Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên binçavkirîn anîn Enqerê
15:22 Di doza Arslan ê DBP’î de hemû daxwaz hatin redkirin
14:38 Êrîşkar kirin gazincker
14:38 Jina hatibû binçavkirin hat berdan
14:30 ÎHD: Me Guneş dît Tûnç û Kuçukozyîgît li ku ne?
14:15 Meclîsa Ciwanên HDP: Em ê di her qadên jiyanê de bin
14:14 Dadgehê doza rojnameger Kaya û Sayilgan taloq kir
14:11 Beştaş: Divê banga Ocalan bê bersivandin
13:39 Di dema AKP'ê de 27 hezar karker mirin
13:21 Dundar: Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin
12:51 Biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat dayîn
12:30 Kerestecîoglu: Revandina bi zorê rêbaza şerê qirêj e
11:58 Li Amedê heqê rêya minîbûsan biha bû
11:57 Bi guhertina înfazê hat berdan, jinek kuşt û du jin jî birîndar kir
10:26 Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da
10:11 Qedexeyên derketinên derve yên li Mêrdîn û Bedlîsê rabûn
10:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be