Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana CPT daxuyanî da

  • rojane
  • 14:26 28 Çile 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî serdana CPT ya Tirkiyeyê ku neçû Girtîgeha Îmraliyê daxuyaniyek da û diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê di bin berpirsyariya hemû dewletên endamên Konseya Ewropayê de ye.
 
Heyetek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê û Kiryarên Xerab a Konseya Ewropayê (CPT) di navbera 11-25'ê çileyê de serdana Tirkiyeyê kiribû. Heyetê di serdana xwe de bi rayedarên hikûmetê, dewletê  û rêxistinên sivîl re hin hevditinan kiribû. Lê heyet neçû serdana Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê girtî ye û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re hevdîtin nekir. 
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî vê serdanê daxuyaniyek da û ji ber ku serdana Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê nekir bertek nîşanî heyeta CPT’yê da. Buroyê, diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke ku ne tenê di bin berpirsyariya Tirkiyeyê de ye, bi peymanan di bin berpirsyariya dewletên endamên Konseya Ewropayê de ye û wiha got: “Girtîgeheke wisa ye ku hiqûq lê nayê naskirin. Divê tavilê dawî li kiryarên kêfî û bêhiqûqî yên li Girtîgeha Îmraliyê bê anîn. Bi wesîleya vê yekê em jî careke din bang li rayedaran dikin ku li gorî hiqûqê tevbigerin û bang li raya giştî jî dikin ku bala xwe li ser mijarê be.”
 
Tevahiya daxuyaniya buroyê wiha ye;
 
“Me serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya Tirkiyeyê ya di navbera 11-25’ê çileyê de bi daxuyaniya CPT û Wezareta Edaletê bihîst. CPT, parve kiriye ku di serdana xwe de serdana saziyên Wezareta Karên Hundir û girtîgehên girêdayî Wezareta Edaletê kiriye û bi burokratan re hevdîtin kirin.  Her wiha CPT’yê destnîşan kiriye ku rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê ya serdana xwe ya beriya niha aniye rojevê. Di destpêkê de dixwazin diyar bikin ku em serdana CPT’yê ji bo sazîbûna hiqûqa mafê mirovan û pêşîgirtina li îşkenceyê girîng dibînin. Em hemû serdan û hevdîtinên wan jî wiha dinirxînin. Bi vê re em dixwazin geşedanên ku me piştî rapora wan a di 5’ê tebaxa 2020’an de bi wan re parve kir bi bîr bixin. 
 
TECRÎD KÛR BÛ
 
Di rapora CPT’yê ya di 5’ê tebaxa 2020’an de bi awayekî kurt hatibû diyarkirin ku tecrîda li Îmraliyê tê wateya cezayê di nav ceza de, nayê qebûlkirin û bi guman e û ji Hikûmeta Tirkiyeyê hatibû xwestin ku ev pêkanîn bên bidawîkirin. Bersiva Hikûmeta Tirk a vê yekê jî; li şûna guhertin û başkirinên li gorî pêşniyarên ku di raporê de hatibûn kirin, di 7’ê îlonê de axaftina bi telefonê, di 23’ê îlonê de hevdîtina parêzeran û di 30’ê îlonê de jî hevdîtina malbat û vasî hatin qedexekirin.  Yanî bi gotineke din tecrîda li Îramiyê bi awayekî mûtlak hat astengkirin û kûrkirin. 
 
PERGALEKE ÎŞKENCEYÊ 
 
Li ser vê yekê me ev rewş ji CPT re ragihand, her wiha li gel serlêdanên me yên li hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê, ji bo bicihanîna pêwîstiyên raporê me serî li Wezareta Edaletê, Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dan. Lê belê di vê mijarê de ne gavek hatiye avêtin ne jî bersivek hatiye dayin.
 
CPT a ku yek ji mekanîzmaya mafên mirovan a navneteweyî ye di nav welatên endamên Konseya Ewropayê de duyemîn girtîgehek tuneye ku ew mûxatabê wê yê tecrîd û êşkenceyeke bi îstîkrar e. Vê pêkanîna ku pergaleke êşkenceyê ye, di biryara dîroka2014’an Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de bi zelalî tê diyarkirin.Ev rewş di 8 serdanên CPT’ê tên di Girtîgeha Îmraliyê de hatine tespîtkirin ku ev serdan ji sala 1999’an û heta niha hatine kirin.
 
Ji ber van sedeman di serdana CPT’ê de ya ku di sala 2021’an de kiriye, ligel ku derbarê Girtîgeha Îmraliyê bal kişandiye ser êşkenceyê jî, li gorî me kêmasî ye ku neçûye serdana Girtîgeha Îmraliyê û di vî warî de bi parêzeran re rûneniştiye. Ew jî dizanin ku piştî serdana malbatê ya di 3’ê Adara 2020’an de ji bo serdana Girtîgeha Îmraliyê tu destûr nehatiye dayîn, piştî hevdîtina bi telefonê ya di 27’ê Nîsana 2020’an de jî bi tu awayî agahî nehatine stendin û bi biryarên qedexekirinê re tecrîd girantir bûye.
 
‘GIRTÎGEHA KU HIQÛQ LÊ TUNEYE’
 
Em dixwazin bi bîr bixînin ku saziyên navneteweyî ji bo domandin û mayîndebûna Pergala Tecrîd û Êşkenceyê ya Îmraliyê ya ku pêkanîn wisa lê hene, bûne wesîle. Girtîgeha Îmraliyê ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê bi peymanan di bin berpirsyariya dewletên endamên Konseya Ewropayê ye û li wê derê hiqûq tune. Divê ev pêkanînên bêhiqûqî û kêfî yên li Girtîgeha Îmraliyê roj berî rojekê bi dawî bibe. Bi wesîleya vê geşedanê em careke din bang li rayedaran dikin ku bila li gorî hiqûqê tevbigerin û divê raya giştî bihistyar be.” 
 

Sernavên din

29/01/2021
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir
14:26 Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin
14:04 Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan
14:01 Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
13:44 Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike
13:28 Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da
12:29 Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
12:24 Malbat ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir
11:33 Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin
11:30 Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin
10:03 Dê 60 hezar dar bikin qurbana senayiyê
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64’emîn de didome
09:30 Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin
09:09 Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin
09:09 Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin!
09:09 Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye!
09:09 Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
09:09 Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye
09:09 Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye
09:09 Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:08 Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire
09:08 Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye
09:08 Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye
09:08 Dengê êş, berxwedan û evînê: Cemalê Mihê
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN
28/01/2021
20:52 129 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:33 Malbatê cenazeyê Acar wergirt
17:55 Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire
16:42 Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin
16:27 Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê
16:06 Danişîna serokên berê yên HDP’ê û BDP’ê hat dîtin
15:44 HDP’a Dersimê: Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin
15:40 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
15:33 Komkujiya Roboskê di meha 109’emîn de ye
15:08 Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat girtin
15:01 Berteka li dijî biryara girtina Gokkan: Wê têkoşîna jinan qezenc bike
14:56 Engîn Yucel ê agahiyên veşartî parve kiribûn tevlî danişînê nebû
14:56 Konê berxwedanê yê polîsan hilweşand careke din hat vedan
14:28 Li Îranê hejmara girtiyan derket 92’yan
14:26 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana CPT daxuyanî da
13:44 Li Şirnexê jinan biryara girtina Gokkan şermezar kir
13:03 Mihrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
12:46 Kujer Marûf ê Dilan Kok kuşt hat girtin
12:26 Nivîskar Faîk Bûlût hat beraetkirin
12:06 Çiyayê Agirî tê bombekirin: Eskerên birîndar hene
12:00 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan derxistin edliyeyê
11:34 Nûçegihanê me Aslan: Lêgerîna tazî ferzî min kirin
11:22 Kujerê Arzu Aygun 42 roj şûnde cihê cenaze nîşan da
11:05 Derbarê nûçegihana me Dûrgût de biryara neşopandinê
10:39 Xanî li ser şûnwarê dîrokî lê kir
10:19 Ji bo parvekirina nûçeyên îşkenceya li Xelfetî biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:15 Prof. Keyman: Karê Erdogan ê bi Biden re zor e
09:44 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 63’yemîn de didome
09:43 Parêzer Kozan: Di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye
09:20 'Ji çîroka xwe dizanim, hêza herî mezin rêxitinbûyîn e'
09:19 Qirkirina cinsî çi ye, Meclîs divê çi bike?
09:18 Aktivîstên jin: Em biryara derbarê Gokkan de nas nakin
09:18 Dayika girtiyê nexweş: Berî ku bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:18 Sîxurtî li penaberê sûriyeyî ferz kirin: Biçe partiyê û tiştên li wir diqewimin ji me re bibêje
09:17 Qalibên ku mêran berz dikin hatin şikênandin
09:10 Malbatên elewî yên malên wan hatin nîşankirin: Dixwazin dîsa salên 1990'î dubare bikin
09:09 TJA wê di meha Sibatê de balê bikişîne ser greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:51 Heyeta CPT hat Tirkiyeyê lê neçû Îmraliyê
27/01/2021
21:12 132 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin
19:12 Ayşe Gokkan hat binçavkirin
17:26 Daraz jinên kurd dike hedef: Duh Leyla îro Ayşe kirin hedef
17:17 Danişîna rojnameger Akin û Sarisozen hat dîtin
17:15 Li dijî projeya Zanîngeha Jinan çalakî: Em destûrê nadin hişmendiya zilam
16:56 Di paceyê de daxuyanî dan!
16:51 TJA'yê atolyeya hunerê li dar xist
16:50 MEBYA-DER: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:30 Serdana penaberên di tariyê de mane kirin
16:16 Ji ber ku şandeya doza Somayê guherî biryar jî guherî
16:09 Dadgehê danişîna doza kujerê Karadûman taloq kir
15:56 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê derbarê Miduriyeta Dîlokê de gilî kirin
15:34 DÎSK'ê HDP ziyaret kir
15:32 Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên binçavkirîn anîn Enqerê
15:22 Di doza Arslan ê DBP’î de hemû daxwaz hatin redkirin
14:38 Êrîşkar kirin gazincker
14:38 Jina hatibû binçavkirin hat berdan
14:30 ÎHD: Me Guneş dît Tûnç û Kuçukozyîgît li ku ne?
14:15 Meclîsa Ciwanên HDP: Em ê di her qadên jiyanê de bin
14:14 Dadgehê doza rojnameger Kaya û Sayilgan taloq kir
14:11 Beştaş: Divê banga Ocalan bê bersivandin
13:39 Di dema AKP'ê de 27 hezar karker mirin
13:21 Dundar: Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin
12:51 Biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat dayîn
12:30 Kerestecîoglu: Revandina bi zorê rêbaza şerê qirêj e
11:58 Li Amedê heqê rêya minîbûsan biha bû
11:57 Bi guhertina înfazê hat berdan, jinek kuşt û du jin jî birîndar kir
10:26 Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da
10:11 Qedexeyên derketinên derve yên li Mêrdîn û Bedlîsê rabûn
10:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be