ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN

  • rojane
  • 09:00 29 Çile 2021
  • |
img

* Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ogûrlû anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşengê jiyana nû ye û got: "Kîjan îqtidar dibe bila bibe, dê nikaribe pêşî li ber jiyana nû bigire. Jiyaneke nû şax vedide, ji bo gelan." 

*Dengbêjê navdar ê herêma Botanê Cemalê Mihê yê koça dawî kir, stran, hezkirin û dengê xwe yê xweş li pey xwe hişt. Dengbêj Ehmed Bîlge got divê şûna hunera Cemalê Mihê vala nemîne. Xwişka wî Safiye Ertak jî anî ziman ku birayê wê dengbêjê êş û elemên gelê kurd bû.
 
*Bavê Servet Aşîkan ê girtî Magrûf Aşîkar, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê, di hemû qadên jiyanê de tê hîskirin û got: “Divê hemû kesên baweriya xwe bi mafê mirovan, demokrasî û hiqûqê tînin, xwedî daxwazên girtiyan derkevin.”
 
* Wezîrê Edaletê, pêşnûmerpirsa parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran a têkildarî binpêkirinên mafan û pêkanînên tecrîdê yên li girtîgeha bersivand û angaşt kir ku li girtîgehan ‘tecrîd û îzolasyon’ tuneye.
 
* Vedat Hasass ê 132 rojan di çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda Îmraliyê hatibû destpêkirin de mabû, diyar kir ku ev çalakî ji çalakiyên derbasbûyî cudatire û banga pêşwazîkirina daxwazên girtiyan kir.
 
* Mirovên ku li taxê Yenîmahalle û Keçîorenê de di şevnişînan de dimînin, anîn ziman ku ji ber ku avahiyên li derdorê bi hinceta "dibin sedema bergehek nexweş" giliyê wan kirine, tê xwestin ku avahiyên wan bên xerakirin. Welatiyan destnîşan kir ku şaredarî jî hew alîkariya wan dike û pirsîn: "Ma pereyê me hebûna, em ê li vê derê bimana?" 
 
* Yûsûf Nakçî yê li girtîgehê gelek caran bi lêferzkirina sîxurtiyê re rûbirû ma li dijî kirinên sîxurtiyê 10 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî de ye.
 
* Emîne Bînîcî ku ji malbata wê 6 kes di girtîgehê de ne, bang li her kesî kir ku ji çalakiya greva birçîbûnê re bibin deng û peyama "aştî tenê bi azadbûna Ocalan pêkane" da.
 
*  Li Enqereyê kedkarên înşeatê di sar û seqemê de dixebitin. Karker Sadik Agbaş got: "Em nîvbirçî û nîvtêr in." 
 
* Serokê AKP'ê yê Colemêrgê Emrûllah Gur ku bi îdiayên bertîlstendinê bûbû rojev û paşê îstifa kiribû, dema serok bûye xizm û nasên xwe li saziyên fermî bi cih kiriye. 
 
* Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku ji ber polîtîkayên bêcezatiyê di 4 salên dawî de zêde bûne û got: "JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin." 
 
* Danişina doza kuştina Berkin Elvan ê di bûyerê Gazî de bi guleya polîsan hat kuştin dê li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
 
* Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê ya hefteyî li dar bixe. (11.00)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Wanê, dê bi tevlîbûna Parlamenterê Antalya Kemal Balbal  li ser çalakiyen girtiyan û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan panelê pêk bîne. (12.30) 
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê rapora binpêkirina mafên penaberan a 2020'an li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê eşkere bike. (13.00)
 
* Karkerên depoya Mîgros ku ji bo mafê xwe li ber xwe didin, dê pêş Midûriyeta Giştî ya Anadolu Grup a Umraniyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
 
* Rêxistinên demokratîk û sivîl bi boneya tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dê li avahiya HDP'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
 
* Nûnerên KCD, TJA, DBP û HDP’ê dê ji bo fînala xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd li Parka Ataturkê ya Êlihê bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)
 
* Meclîsa Jinan a HDP'ê ya  Îzmirê dê li dijî polîtîkaya zext û dîlgirtinê li Îstasyona Îzban a Karşıyaka  daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (16.30)
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

29/01/2021
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir
14:26 Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin
14:04 Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan
14:01 Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
13:44 Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike
13:28 Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da
12:29 Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
12:24 Malbat ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir
11:33 Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin
11:30 Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin
10:03 Dê 60 hezar dar bikin qurbana senayiyê
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64’emîn de didome
09:30 Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin
09:09 Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin
09:09 Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin!
09:09 Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye!
09:09 Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
09:09 Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye
09:09 Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye
09:09 Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:08 Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire
09:08 Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye
09:08 Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye
09:08 Dengê êş, berxwedan û evînê: Cemalê Mihê
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN
28/01/2021
20:52 129 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:33 Malbatê cenazeyê Acar wergirt
17:55 Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire
16:42 Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin
16:27 Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê
16:06 Danişîna serokên berê yên HDP’ê û BDP’ê hat dîtin
15:44 HDP’a Dersimê: Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin
15:40 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
15:33 Komkujiya Roboskê di meha 109’emîn de ye
15:08 Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat girtin
15:01 Berteka li dijî biryara girtina Gokkan: Wê têkoşîna jinan qezenc bike
14:56 Engîn Yucel ê agahiyên veşartî parve kiribûn tevlî danişînê nebû
14:56 Konê berxwedanê yê polîsan hilweşand careke din hat vedan
14:28 Li Îranê hejmara girtiyan derket 92’yan
14:26 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana CPT daxuyanî da
13:44 Li Şirnexê jinan biryara girtina Gokkan şermezar kir
13:03 Mihrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
12:46 Kujer Marûf ê Dilan Kok kuşt hat girtin
12:26 Nivîskar Faîk Bûlût hat beraetkirin
12:06 Çiyayê Agirî tê bombekirin: Eskerên birîndar hene
12:00 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan derxistin edliyeyê
11:34 Nûçegihanê me Aslan: Lêgerîna tazî ferzî min kirin
11:22 Kujerê Arzu Aygun 42 roj şûnde cihê cenaze nîşan da
11:05 Derbarê nûçegihana me Dûrgût de biryara neşopandinê
10:39 Xanî li ser şûnwarê dîrokî lê kir
10:19 Ji bo parvekirina nûçeyên îşkenceya li Xelfetî biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:15 Prof. Keyman: Karê Erdogan ê bi Biden re zor e
09:44 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 63’yemîn de didome
09:43 Parêzer Kozan: Di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye
09:20 'Ji çîroka xwe dizanim, hêza herî mezin rêxitinbûyîn e'
09:19 Qirkirina cinsî çi ye, Meclîs divê çi bike?
09:18 Aktivîstên jin: Em biryara derbarê Gokkan de nas nakin
09:18 Dayika girtiyê nexweş: Berî ku bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:18 Sîxurtî li penaberê sûriyeyî ferz kirin: Biçe partiyê û tiştên li wir diqewimin ji me re bibêje
09:17 Qalibên ku mêran berz dikin hatin şikênandin
09:10 Malbatên elewî yên malên wan hatin nîşankirin: Dixwazin dîsa salên 1990'î dubare bikin
09:09 TJA wê di meha Sibatê de balê bikişîne ser greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:51 Heyeta CPT hat Tirkiyeyê lê neçû Îmraliyê
27/01/2021
21:12 132 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin
19:12 Ayşe Gokkan hat binçavkirin
17:26 Daraz jinên kurd dike hedef: Duh Leyla îro Ayşe kirin hedef
17:17 Danişîna rojnameger Akin û Sarisozen hat dîtin
17:15 Li dijî projeya Zanîngeha Jinan çalakî: Em destûrê nadin hişmendiya zilam
16:56 Di paceyê de daxuyanî dan!
16:51 TJA'yê atolyeya hunerê li dar xist
16:50 MEBYA-DER: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:30 Serdana penaberên di tariyê de mane kirin
16:16 Ji ber ku şandeya doza Somayê guherî biryar jî guherî
16:09 Dadgehê danişîna doza kujerê Karadûman taloq kir
15:56 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê derbarê Miduriyeta Dîlokê de gilî kirin
15:34 DÎSK'ê HDP ziyaret kir
15:32 Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên binçavkirîn anîn Enqerê
15:22 Di doza Arslan ê DBP’î de hemû daxwaz hatin redkirin
14:38 Êrîşkar kirin gazincker
14:38 Jina hatibû binçavkirin hat berdan
14:30 ÎHD: Me Guneş dît Tûnç û Kuçukozyîgît li ku ne?
14:15 Meclîsa Ciwanên HDP: Em ê di her qadên jiyanê de bin
14:14 Dadgehê doza rojnameger Kaya û Sayilgan taloq kir
14:11 Beştaş: Divê banga Ocalan bê bersivandin
13:39 Di dema AKP'ê de 27 hezar karker mirin
13:21 Dundar: Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin
12:51 Biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat dayîn
12:30 Kerestecîoglu: Revandina bi zorê rêbaza şerê qirêj e
11:58 Li Amedê heqê rêya minîbûsan biha bû
11:57 Bi guhertina înfazê hat berdan, jinek kuşt û du jin jî birîndar kir
10:26 Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da
10:11 Qedexeyên derketinên derve yên li Mêrdîn û Bedlîsê rabûn
10:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be