Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in

  • rojane
  • 13:43 30 Çile 2021
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 827’an de dîsa ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe li ser medya civakî berdewam kirin. Mirovên şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser windakirina Serokê HADEP'ê yê Sîlopiyê Serdar Taniş û rêveberê wê Ebubekir Denîz. Parêzerê Serdar Daniş û Ebûbekîr Denîz Hakim Taniş axivî û got: “Her çend bêjin kujerên Taniş û Denîz nediyar e jî, di rastiyê de faîlên wan diyar in."
 
Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 827’an de çalakiya xwe ya hefteyî berdewam kirin. Mirovên aştiyê ji ber qedexeyên kolanê dîsa li ser medya civakî daxuyanî dan. Mirovên şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser windakirina Serokê HADEP'ê yê Navçeya Sîlopiyayê Serdar Taniş û Rêveberê HADEP'ê Ebubekir Denîz û aqûbeta wan pirsî. 
 
Ewil bavê Serdar Taniş Şuayip Taniş, anî ziman ku dema kurê wî hat revandin, Serokê HADEP'ê yê Navçeya Sîlopiya bû û wiha got: “Me li dadgehan doz vekir. Em ê dest ji vê dozê bernedin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo aqûbeta kurê xwe têbikoşin. Em dozdarê vê yekê ne em dest jê bernadin. Faîl diyar in. Yekemîn kesê berpirsiyar Fermandarê Cendirmeyan ê Şirnexê Levent Ersoz e. 
 
20 SALIN LI KURÊ XWE DIGERE
 
Dayika Serdar Taniş Rabia Taniş jî anî ziman ku 20  salin li kurê xwe digere û wiha got: "20 sal berê kurê min binçav kirin û wihda kirin. Em 20 salin agahî jê nagirin. Em dest ji lêgerîn û doza kurê xwe bernadin." 
Kurê Serdar Taniş Diyar Taniş jî anî ziman ku dema bavê wî windakirin, ew 1 salî bû û wiha got: "20 salin ez li bav û xalê xwe digerim. 20 sal di ser windakirinê re derbas bû. Lê heta niha me tu agahî der barê wan de negirtiye. 20 salin ji bo aqûbeta bav û xalê min bê ronîkirin û kujer bên darizandin em têdikoşin. 100 sal jî biborin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Hem bira û hem jî parêzerê Serdar Taniş Hakim Taniş jî anî ziman ku DMME'ê der barê dosyayê de biryar da û wiha got: "DMME'ê Tirkiye mahkûm kir. Lê Tirkiyeyê taliyê der barê dosyayê de biryara neşopandinê da. Her çend ji bo Serdar Taniş û Ebubekir Deniz  bêjin faîl nediyar in jî, di rastiya xwe de faîl diyar in." 
 
BI ŞEV Û ROJ LI HEVIYA BAVÊ XWE ME 
 
Keça Ebubekir Denîz Ceylan Denîz jî anî ziman ku dema bavê wê hat windakirin 5 salî bû û wiha got: "20 salin em li bavê xwe digerin. Lê hemû hewldanên me bê encam man. Dema bavê min binçav kirin ez 5 salî bûm. Her roj bi xeyala bavê min dê rojekê vegere dijîm. Ez bi hesreta bavê xwe mezin bûm. Mafê her kesan ê jiyanê heye. 20 salin şev û roj li heviya bavê xwe me. Em dest ji lêgerîna bavê xwe bernadin." 
 
Mirova Şemiyê Hulya Demir Duru jî daxuyanî xwend û anî ziman ku her çend li gori Destûra Bingehîn Tirkiye dewleta hiqûqê be jî lê tu carî Tirkiye nebûye dewleta hiqûqê. Duru bal kişand ser çîroka Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz wiha bi dawî kir: "Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz digot 'Ez tu carî destûr nadin HADEP li sîlopiyê avahiyê veke. Dîsa Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Sîlopiyê Suleyman Can gef li wan xwarin. Li gel hemû zext û tundiyê di 3'ê Çileya 2001'an de li Sîlopiyê rêxistina HADEP'ê vekirin. Serdar Taniş bû Serokê Rêxistina HADEP'ê. Ebûbekîr Denîz jî bû sekreterê rêxistinê. Piştre di 25'ê Çileya 2001'an de binçav kirin û winda kirin. Fermandariya Cendirmeyan a Sîlopî bi telefonê bang li Serdar Taniş kir û xwest biçin îfade bidin. Lê piştî çûn îfade dan carek din agahî ji wan nehat girtin. 
 
Çend sal derbas bibin jî em ê ji bo Serdar Taniş, Ebubekir Denîz û hemû windayan lêgerîna xwe her dem berdewam bikin." 
 
 

Sernavên din

02/02/2021
09:01 Armanca girtina Ayşe Gokkan pêşîlêgirtina tevgera jinê ye
09:01 Ji ber qedexekirina zozanan rêya wan 10 qat dirêj dibe
09:01 Îdianameya derbarê nûçegihanê me Aslan de hat amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê
00:11 Xwendekarên Bogazîçî li dijî qeyûm li ber xwe dan
Polîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar binçav kirin
01/02/2021
23:51 Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:17 124 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:59 Aramê kurmanciya 'Dewran' û 'Leylan' a Demîrtaş çap kir
18:16 Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşin
Polîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin
18:09 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
17:03 Li Êlihê 6 zarok hatin berdan
16:12 Jina ku mîksera betonê wê eciqand jiyana xwe ji dest da
16:11 Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN
31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt
30/01/2021
21:41 Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG derket
20:33 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:45 RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome
16:23 Li Efrînê teqîneke mezin çêbû
16:22 ‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’
15:54 Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin
15:31 Karaman a bi koronayê ket hat girtin
15:17 Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand
14:59 Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne
14:52 Li Êlihê 3 welatî hatin berdan
13:54 Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin
13:43 Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in
13:12 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin
12:55 Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
12:33 Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan
12:31 Li bendê ye li herêmê berf bibare
12:30 27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin
11:45 Dozger li wekîlên tev li meşê bûn lêpirsîn vekir
10:56 Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome
09:19 Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin
09:18 Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê
09:18 ‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'
09:17 Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin
09:16 Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin
09:16 ''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'
09:15 Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe
09:13 Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN
29/01/2021
22:10 Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin
20:15 Li Colemêrgê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
19:55 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736
19:51 Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin
17:47 Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm
16:38 Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan
16:34 Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin