NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Ezazê ya dikeve bakurê bajarê Helebê û li qezaya Babê yên Sûriyeyê du teqînên mezin rû da. Li gorî agahiyan, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.
Li navenda bajarê Ezazê ku dikeve bakurê bajarê Helebê û bakurê rojhilatê Efrînê û qezaya Babê yên Sûriyeyê, du teqînên mezin rû dan. Li gorî agahiyan, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn. Ji ber teqînan zirarke mezin gehişt avahî û wesayîtên derdorê.
Hat destnîşan kirin ku teqîna li Babê, li dijî nuqteya kontrolê ya Tugaya Hamzat a ji komên paramîlîter ên girêdayê Tirkiyeyê pêk tê, hatiye lidarxistin.