Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin

img

STENBOL - Dayika girtî Îlyas Arat ê li dijî tecrîdê cara duyemîne dikeve greva birçîbûnê Azîze Arat, ji bo xwedî derketin girtiyan banga çav û guhên xwe negirin li raya giştî kir û got: “Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li gel zarokên xwe bin. Gerek bike em ê li derve, ew ê di hûndir de li ber xwe bidin.”

 
Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîd û bêhiqûqiya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 salin li Gireva Îmraliyê tê meşandin û şermezarkirina binpêkirina mafan ên di girtîgehan de zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorvekirin kirin. Çalakiya girtiyan, bi dewirgirtina koma 14’emîn di roja 67’an de dewam dike.
 
Girtî Îlyas Arat ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê dimîne, beşdarî koma yekemîn a çalakiya greva birçîbûnê bû. Arat di dema çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li Gireva Îmraliyê hatibû destpêkirin 87 rojan di grevê de dimîne. Dema ku Arat xwendekarê lîsê bû, di 5’ê Îlona 2015’an de, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” tê girtin û piştî 3 salan li Girtîgeha Sîlîvriyê dimîne, sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bandırmayê tê kirin. 
 
Dayika Îlyas Arat Azîze Arat, derbarê pirskirêkên kurê xwe yên di girtîgehê dijî û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin de ji ajansa me re axivî. 
 
CARA DUYEMÎNE DIKEVE GREVÊ
 
Dayik Arat, diyar kir ku kurê wê berê jî, 87 rojan di greva birçîbûnê de maye û wiha axivî: “Wê demê rewşa Îlyas pir xirab bû. Ji ber ku greva birçîbûnê pir dirêj dewam kir, rewşa girtiyan krîtîk bibû. Rewş wisan bibû, êdî av jî bi kevçiyan vedixwarin.” 
 
‘BER ÇAVÊN MIN REŞ Û TARÎ BÛ’
 
Arat, di dewama axiftina xwe de wiha behsa wan rojan kir: “Wê demê ez çûm hevdîtina vekirî ya kurê xwe. Îlyas li ser kursî anîn hevdîtin. Bedena wî heliya bû. Dema min wî di wê rewşê de dît, ber çavên min reş û tarî bû. Berî ku hevdîtin bi dawî bibe, êdî taqeta wî nebû ku di hevdîtinê raweste. Ji ber wê carek din bi kursî birin qawîşa wî. Ew rewşa wî ya wê demê tu carî ji ber çavên min naçe.”
 
‘KARGOYÊN WAN NADIN WAN’
 
Arat, zextên li ser girtiyan bibîr xist û wiha got: “Li ser girtiyan gelek zext hene. Heqaret li girtiyan tên kirin. Pênûs û defterên wan jî nadin wan. Dema ku em kargoyekê dişînin, piştî bi mehan nû dikeve destê girtiyan. Hemû mafên wan ji wan hatine girtin.” 
 
PEYAMA BAWERIYÊ
 
Arat, da zanîn ku piştî kurê wî birin Bandirmayê, nikare biçe hevdîtina wî û wiha bilêv kir: “Bi zanebûn zarokên me dibin bajarên dûr. Bi vê îşkenceyê li malbatên wan dikin. Ev salek û 2 mehin min kurê xwe ne dîtiye. Keça min berî mehekê çûbû hevîtina wî. Got ku rewşa wan xirab bû. Rastî hemû zextan tên. Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya berê, kurê min bi nexweşiya şekir ket. Ji ber nexweşiyê piyên wî diwerimin û nikare pêlav bixe lingên xwe. Ji ber zext û tecrîda li ser xwe cardin dest bi greva birçîbûnê kirin. Ger daxwazên wan neyin qebûl, wê çalakiya xwe bi biryardarî dewam bikin.” 
 
‘EM JI LI DERVE DIHELIN’
 
Arat, dest nîşan kir ku zarokên wan di hûndir de, ew jî li derve dihelin û ev peyam da: “Heya damla xwîna xwe ya dawiyê em li gel zarokên xwe ne. Em her daîm li pişt zarokên xwe û têkoşîna wanin. Ji ber şewbê gelek fikarên me hene. Ew ne ciwanên valene. Zarokên me pir binirx û hêjane. Hemû gul û çîçekin. Gul û çîçekên me kirine zindanan û dixwazin wan bi çilmisînin. Gerek bike em ê li derve, ew ê di hûndir de li ber xwe bidin.”
 
BANG
 
Dayika Îlyas Arat Azîze Arat, bang li raya giştî ya civakê kir û wiha bi dawî kir: “Ez bang li mirovên xwedî bi wijdan dikim. Çav û guhên xwe negirin. Ji bo ku ji girtîgehan darbest dernekevin, xwedî li daxwazên zarokên me derkevin.”

Sernavên din

02/02/2021
09:01 Armanca girtina Ayşe Gokkan pêşîlêgirtina tevgera jinê ye
09:01 Ji ber qedexekirina zozanan rêya wan 10 qat dirêj dibe
09:01 Îdianameya derbarê nûçegihanê me Aslan de hat amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê
00:11 Xwendekarên Bogazîçî li dijî qeyûm li ber xwe dan
Polîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar binçav kirin
01/02/2021
23:51 Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:17 124 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:59 Aramê kurmanciya 'Dewran' û 'Leylan' a Demîrtaş çap kir
18:16 Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşin
Polîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin
18:09 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
17:03 Li Êlihê 6 zarok hatin berdan
16:12 Jina ku mîksera betonê wê eciqand jiyana xwe ji dest da
16:11 Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN
31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt
30/01/2021
21:41 Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG derket
20:33 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:45 RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome
16:23 Li Efrînê teqîneke mezin çêbû
16:22 ‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’
15:54 Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin
15:31 Karaman a bi koronayê ket hat girtin
15:17 Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand
14:59 Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne
14:52 Li Êlihê 3 welatî hatin berdan
13:54 Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin
13:43 Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in
13:12 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin
12:55 Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
12:33 Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan
12:31 Li bendê ye li herêmê berf bibare
12:30 27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin
11:45 Dozger li wekîlên tev li meşê bûn lêpirsîn vekir
10:56 Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome
09:19 Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin
09:18 Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê
09:18 ‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'
09:17 Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin
09:16 Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin
09:16 ''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'
09:15 Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe
09:13 Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN
29/01/2021
22:10 Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin
20:15 Li Colemêrgê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
19:55 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736
19:51 Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin
17:47 Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm
16:38 Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan
16:34 Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin