ÊLIH – 6 zarokên ku dema meşa “yekitiya neteweyî” hatibûn binçavkirin hatin berdan. 17 kes jî kirariyên wan ên dozgeriyê didomin.
Di 29’ê çileyê de bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ji bo “yekitiye neteweyî” meşeke girseyî hatibû lidarxistin. Polisan mudaxaleyî meşê kiribû 23 kesan binçav kiribûn. 6 zarokên ku di van kesên binçavkirî de bûn hatin berdan.
17 kes jî kirariyên wan ên li dozgeriyê didomin.