STENBOL - 8 kesên ku bi parvekirinên xwe yên medyaya sosyal piştgirî dan xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin.
8 kesên ku bi parvekirinên xwe yên medyaya sosyal piştgirî dan çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku her 8 kes bi hinceta "gel prove dikin" hatine binçavkirin û wan birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê.