MÊRDÎN – Li Nisêbînê di encama rageşiya di navbera komên DEDAŞ’ê û welatiyan de derket 3 kes birîndar bûn.
Li taxa Qijlê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di navbera komên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê YA Dîcle (DEDAŞ) û welatiyan de şer derket. Di şerê derket de yek jê giran 3 kes birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.