NAVENDA NÛÇEYAN - Eskerên Îranê li herêma sînorê parêzgeha Urmiyeyê êrişî komek kolber kir û kolber Xalid Ehmedpûr kuşt.
Kolbernews’ê li ser êrîşa eskerên Îranê ya li dijî kolberan nûçmeyek weşand. Li gorî nûçeya Kolbernews'ê eskerên Îranê li herêma sînor a bajarê Serdeştê ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê êrişî komek kolber kir. Eskeran li benxda Nokan a li nêzî Qasim Reş a Serdeştê êrîşî kolberan kir û kolber Xalid Ehmedpûr ê xelkê gundê Werdê kuştin.