OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin

img
AMED - OHD û TUAY-DER'ê rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan eşkere kir. Dayikên Aştiyê di civînê de axivîn, bang li civakê kirin û gotin: "Em rabin ser piyan, bêdeng nemînin."
 
Rapora ku ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan hat amadekirin, bi civînek çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin. 
 
Civîn li avahiya OHD'ê ya Amedê hat lidarxistin û xizmên girtiyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokên OHD'ê yên Amedê Halîse Dakarli û Mûharrem Şahîn, rêveberiyên HDP'ê yên bajêr tevlî civînê bûn.
 
Rapor ji aliyê rêveberê OHD'ê yê Amedê Muhîttîn Mûgûç ve hat xwendin.
 
Mûgûç bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan dest pê kir di roja 71'emîn de ye.
 
Mûgûç da zanîn ku şandeyek ji Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê û rêveberên TUAY-DER'ê pêk dihat têkildarî binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan serdana girtîgehên Mêrdîn, Xarpêt, Meletî, Elbistan, Dîlok û Nîzîpê kirine û got: "Me bi girtiyan re hevdîtin kir, lê belê daxwaza me ya ji bo hevdîtina bi rêveberiya girtîgehan re bêencam ma."
 
Mûgûç diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne û wiha domand: "Di dema pandemiyê de girtiyên siyasî bi rengekî bêhincet û kêfî nayên berdan. Mafê jiyanê, mafê azadî û ewlekariyê, mafê azadiya lêgerîna li mafê xwe tên binpêkirin."
 
MAFÊN TÊN BINPÊKIRIN
 
Mûgûç anî ziman ku bi hêdeta şewbê, aktîvîteyên civakî li girtiyan hatine qedexekirin, kelûpelên paqijiyê nadin wan. 
 
Li gorî raporê, çend ji xalên binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan wiha ne:
 
"* Bi hinceta tedbîrên dijî Covîd-19 mafê girtiyan ê tedawiyê tên astengkirin. Girtiyan diyar kirin ku wan nabin revîre û doktor bi hinceta Covîdê li ber deriyê koxûşan kontrola tenduristiyê dikin.
 
* Ji ber hincetên gelekî biçûk, cezayên dîsîplînê li girtiyan tên birîn û di encamê de jî mafê wan ê bikaranîna telefonê û şandina nameyan tên astengkirin.
 
* Li Girtîgeha Akçadagê sermijartina li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin, ji ber vê yekê jî cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn, heta 1, 2 an jî 3 rojan cezayê hucreyê li girtiyan hatine birîn.
 
* Kincên malbat dişînin, her wiha rojname radestî girtiyan nayên kirin, tên desteserkirin.
 
* Li girtîgehan hemûyan ên ku li ser serlêdanê serdan tên kirin, aktîvîteyên civakî hemû hatine betalkirin. Di vê çarçoveyê de girtiyan diyar kirin ku di bin tecrîdê de ne."
 
TESPÎT Û YÊN DIVÊ BÊN KIRIN
 
Li gorî raporê, têkildarî karê divê bê kirin wiha hat gotin:
 
"* Têkildarî pirsgirêkên li girtîgehan divê agahî ji saziyên neteweyî û navneteweyî yên pêwendîdar re bê dayin.
 
* Ji bo dermankirina girtiyên nexweş divê tavilê şert û mercên guncaw bên afirandin.
 
* Kiryarên nebaş û êşkenceya li girtiyan tê kirin pêwîste tavilê bi dawî bibe û personelên vê yekê dikin divê bikevin ber lêpirsînê.
 
* Li girtîgehan divê hurmet ji mafê mehremê yê girtiyan re bê dayin. Kamerayên ku li qadên mehremê hatine bicihkirin, divê bên rakirin.
 
* Ji bo aktîvîteyên civakî û çandî yên girtiyan, divê derfetên pêwîst bên afirandin."
 
DAYIKÊN AŞTIYÊ: EM RABIN SER PIYAN, BÊDENG NEMÎNIN
 
Dayika Aştiyê Yesûre Tûfan jî di civînê de axivî û diyar kir ku ji ber grevên birçîbûnê ew nikarin razên û got: "Ji ber ku em dayik in, dilê me dişewite. Em nikarin razên, ku agahî ji zarokên me bê. Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyan hene. Dikevin greva birçîbûnê. Zarokên me li wir dimirin."
 
Tûfan bang li her kesî kir ku ji bo greva birçîbûnê bêdeng nemînin û got: "Em bang li rêxistinên civakî yên sivîl û kurdên li her çar aliyên cîhanê dikin ku rabin ser piyan."

Sernavên din

06/02/2021
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be
10:10 HDP di 8’ê sibatê de wê bêje ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’
09:55 Xwekujê DAIŞ’ê hatiye binçavkirin û berdan!
09:36 Eskerên Îranê kolber Xalid kuşt
09:32 Koma 15'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:07 ‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû
20:12 113 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:21 Zilamê Sureyya Buyuk qetil kir hat binçavkirin
16:00 HDP: Desthilatdariyê ji karesata aşûtê ders dernexist
15:44 Li Bûrsayê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:09 Li jinên ku gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ doz hat vekirin
15:04 Li Licê operasyona eskerî
14:58 'Windabûna derziyan bi me re gumanê çêdike'
14:46 Ji rêxistinên civakî bang: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:41 'Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin'
14:37 KESK’iyên gihan Enqerê: Sîrgûnan rawestînin
14:12 Xwendekarên Îzmîrê: Em serî natewînin
14:09 Balûken ji dadgehê xwest biryara DMME'ê lêkolîn bike
14:00 Li gel dorpêçê jî çalakiya xwendekaran didome
13:51 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:34 Li Nisêbînê rageşiya DEDAŞ’ê
13:20 162 pêşniyazpirsên HDP’ê ji bo Demîrtaş dabû hatin redkirin
13:13 Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê: Tecrîdê bi dawî bikin girtîgehan vala bikin
13:12 Bêyî agahiya parêzerên Medenî Yildirim cihê bûyerê keşf kirin
12:31 Îdiayên îşkenceya li Licê di rojeva Meclîsê de ne
12:30 Rawest : Li herêmê kesên ku deng didin AKP’ê ji 4’an 1’ê wan jê dûr ketine
11:52 Bavê ku kurê wî tevlî DAIŞ’ê bû: Derbasî Tirkiyeyê bûye, dibe ku erişa xwekujiyê pêk bîne
11:38 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rakirina tecrîdê daxwaza jinane jî
11:38 Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de hate girtin
11:15 Nifûsa Tirkiyeyê hat aşkerekirin
11:13 Ên nelirêtî kirin: Me ji bo dewletê kir
10:25 Xwendekarên di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin: Em ê paşde gav navêjin
09:46 MATUHAY-DER: Mil bidin govenda girtiyan
09:38 Binçavkirinên ji ber çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê didomin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 70'yan de dewam dike