MÊRDÎN - Li herêma Omeriyan, piştî ku operasyona eskerî di saetên şevê de dest pêkir, li Mêrdînê liv û tevgera helîkopteran dest pê kir.
Operasyona eskerî ya duh bi şev, li herêma Omeryan a dikeve sînorê navçeyên Nisêbîn, Mehsert û Mîdyat ên Mêrdînê dest pê kir, dewam dike. Li herêmê, bi operayona eskerî re dest bi liv û tevga helîkopteran jî kir. Li gorî daxuyaniya Walitiya Mêrdînê, li gundên Kurika Çeto, Qûrdîse, Dara û Qesra Ehmed ên girêdayî navçeya Artûklû, gundên Xerabêbaba, Cinata Muho, Cinata Hiso, Quzo û goma Kuşkayasi yên girêdayî navçeya Nisêbînê û gundê Haciya ya girêdayî navçeya Mehsertê, qedexeya derketina kolanan heya fermana duyemên hat îlankirin.
SEWQIYETA ESKERÎ DEWAM
Li gorî agahiyan, li qadên çiyayî operasyon û ji duh bi şev ve jî sewqiyeta eskerî dewam dikin. Hat destnîşankirin ku ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin. Welatiyên herêmê, dan zanîn ku yekîneyên eskerî dûrî gundane, lê liv û tevgere helîkopterê ya zêde heye.