STENBOL – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş ê AKP’yî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) yê berê Kadîr Topbaş ê AKP’yî ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li nexweşxaneyek Stenbolê dihat tedawîkirin. Hat ragihandin ku Topbaş ê ev demek bû dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Topbaş 13 salan şaredariya Stenbolê kir û herî dawî li ser fermana Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di îlona 2017’an de ji wezîfeya xwe îstîfa kiribû.