AMED - Li kuçeya hemberî deriyê Edliyeya Amedê, zilamekî jina ciwan a bi navê Gulîstan Şaylemez kuşt.
Li kuçeya Lîse 4 a Semta Çamlica ya girêdayî navçeya Yenîşehîra Amedê, zilamekî bi çekê Gulistan Şaylemez a 20 salî kuşt. Kujer, piştî ku Şaylemezê kuşt ji cihê bûyerê reviya.
Balkêş e ku kuçeya cînayet lê qewimî, tam li hemberî deriyê Edliyeya Amedê ye. Bûyer saet li dor heft û nîvê êvarî çêbû. Welatiyên ku bûn şahidê bûyerê agahî dan tîmên tenduristiyê û polîsan. Bîskek bi şûn de tîmên tenduristiyê û polîs hatin cihê bûyerê û piştî laşê Şaylemezê seh kirin, diyar kirin ku Şaylemez jiyana xwe ji dest daye.
Polîsan cihê bûyerê vekola û dû re dozger hat cihê bûyerê. Piştî vekolanê, cenaze bi ambulansê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî ya Amedê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.