MÛŞ – Li Mûşê 2 jinên hatibûn binçavkirin hatin girtin û lêpirsîna 6 kesên li Miduriyeta Polîsan jî didome.
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê duh di serdegirtina malan de hin kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan Bîlgîn Kaya, Belkîs Taş û Leyla Gumgum piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Mûşê sewqî edliyê hatin kirin. Dozger bi daxwaza girtinê her sê jinan bi îdiaya “endamên rêxistinê” sewqî dadgehê kir. Dadgehê Kaya û Taş da girtin û Gumgum jî bi şertê kontrola edlî serbest berda.
6 KES HÊJ DI BINÇAVAN DE NE
Ji rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mûşê Hîlmî Gulnaz, endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Muhsîn Yîgît, her wiha Elfesya Kotan, Fesîh Aydin, Kadîr Ayçin û Osman ê paşnavê wî nehat zanîn ku di çarçoveya heman operasyonê de hatibûn binçavkirin li Miduriyeta Polîsan lêpirsîna wan didome.