Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin

  • rojane
  • 15:35 17 Sibat 2021
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, sazî û rêxistinên elewî ziyaret kir û got: "Di vê demê de pêwiste em îtîfaqa edaletê ya li dijî polîtîkayên şer aştî, li dijî zilmê, heqîqetê û demokrasiyê ava bikin." 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîsthat Sancar û heyeta pêre, di çarçoveya kampanya “Di destpêkê de edalet" de, li Navenda Komeleyên Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD), rêxistinên elewiyan nas kir. 
Serokê Giştî yê PSKD'ê Ganî Kaplan, Serokê Giştî yê HBVAKV'ê Ercan Geçmez û Cîgirê Serokê Giştî yê ABF'ê Muslüm Metin heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar, diyar kir ku di çarçoveya kampanya "Di destpêkê de edalet" de armanc dikin ku hemû kesên ku bi bêedaletiyêre rû bi rû dimînin, li hev kom bikin li dijî bê edaletiyê bi hevre têbikoşin. Sancar, da zanîn ku tenê dikarin bi hevkarî û yekîtiyê bêedaletiyê ji holê rakin û wiha got: "Bêedaletî pirsgirêka herî esasî ya li dijî civakê ye. Ji ber ku hemû beşên civakê eleqeder dike. Sedema esasî cudakarî ye. Divê em hemû li dijî cudakariyê têbikoşin. Divê ev rêgeza me ya hevpar û sereke be. Yek ji civakê herî zêde bi bêedaletiyê re rû bi rû dimîne Elewî û Kurd in. Divê Kurd û elewî bi hevre têbişokin. Mal û xaniyên elewiyan nîşan dikin û wekî tişkekî normal dibînin. Eger komek mirov dixwazin bibin civak divê berî her tiştî divê pirhêla xwe biparêze." 
 
'DI ŞEXSÊ ME DE WELAT KIRINE ARMANC' 
 
Sancar, destnîşan kir ku di demên dawî de êrîşên li dijî HDP'ê zêde kirine û wiha got: "Di şexsê HDP'ê de welat kirine armanc. Li dijî gelê Kurd êrîşên kîn û nifrînê pêş dixin. Dixwazin pir dengî û pir rengiyê tune bikin. Dixwazin bi vî şiklî rêveberiya xwe ya otoriter pêş bixin. Li dijî vê yekê têkoşîna hevpar pir girîng e. Em wekî HDP'ê têkoşîna xwe berdewam dikin. Ne li gorî rêgez û pîvanên me ne ku em jî wekî wan bersîv bidin. Divê em li dijî vê yekê têkoşîna hevpar, aştiyane pêş bixin. Divê em li dijî zilmê têkoşîn û tîfaqa edaletê, li dijî şer aştiyê pêş bixin. Em bi hevre têbikoşin em dikarin bi ser bikevin. Her ku winda dikin har dibin. Reng, nasname û baweriyên cuda nas nakin." 
 
LI ŞÛNA NAS BIKE ÎNKAR DIKE'
 
Li welatê demokratîk erka îqtîdarê ewe ku nasname û baweriyên cuda nas bike. Divê mafê wan mîsoger bike. Divê bi awayekî wekhev hemû mafan bizagonan mîsoger bike. Lê îqtîdar li şûna nas bike înkar dike. Îqtîdar li gorî xwe der barê elewiyan de biryarê dide. Li gorî îqtîdara xwe ya faşîst nûnertiyê dike. Ji ber vê yekê divê em reng, bawerî û nasnameyên hev yên cuda nas bikin û hembêz bikin. Em hev nas bikin û qebûl bikin em ê karibin liser esasê wekheviyê welatekî azad ava bikin. Li dijî van politikayên ku welat dixe nava xizanî û qeyranê divê em îtifaqa demokratîk pêş bixin. Divê li dijî polîtîkaya şer em di şer de israr bikin. Li dijî derewan divê em heqîqetê pêş bixin. Li dijî zilmê divê em edaletê pêş bixin." 
 
Serokê Giştî yê HBVAKV'ê Ercan Geçmez, jî sersaxî ji malbatên esker û polîsan re xwest û got: "Piştî 13 welatiyên me hatin kuştin zimanê nifrînê bêtir pêş xistin. Em tev li gotinên Birêz Sancar dibin. Bi salan em têkoşîna aştî û pir rengiyê didin. Me tu carî dest ji têkoşîna pir rengî û pir dengiyê berneda. Em alîgirin ku Karê Diyanetê bi dawî bibe. Em li dijî butçeya wê ne. Butçeya wê ji ya 7  wezaretan zêdetir e. Zarokên elewî îro li dibistanan bi tundiyê re rû bi rû ne. Dersên olî yên bijarte îxaneta li welat e." 
 
Sekreterê Giştî yê ABF'ê Ali Aktaş, jî anî ziman ku li vî welatî herî zêde Kurd û elewî bi komkujiyê re rû bi rû mane û got: "Mixabin her dem Kurd û elewî kirin Tirk."
 
 
Serokê Giştî yê PSAKD'ê Gani Kaplan, jî anî ziman ku ew tev li kampanya "Di destpêkê de edalet" dibin û got: "Divê her kes ji bo vê kampanyayê xebatê bike. Divê hemû ciwanên Elewî û Kurd ji bo edaletê têbikoşin." 
 
 
 
 

Sernavên din

17/02/2021
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin
16:20 Li Geverê çalakiya komploya 15’ê Sibatê
16:16 Serlêdana daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:42 Polîsan mudaxileyî jinên zanîngehê kir
15:21 Li Mûşê 2 jin hatin girtin
15:17 7 hezar û 80 TL cezayê pere li seroka TTB’ê birîn
14:49 Şandeya Yekîtiya Neteweyî li Nisêbînê dest bi gera li Mêrdînê kir
14:31 Ji ber pere ji bavê xwe yê girtî re şandiye di bin çavan de ye
14:18 Derbarê rojnamevan Sancili û Kizilkaya de lêpirsîn
14:07 Ji Rojnameger Çoban re ceza hat xwestin
14:02 Sancar: Operasyona Garê komkujî ye
13:46 Gulistan Şaylemez berî ku bê qetilkirin serî li emniyetê daye
13:29 DFG: Cezayên doza Ozgur Gundemê nayên qebûlkirin
13:17 Walitiyê Şirnexê der barê teqîna Cizîrê de daxuyanî da
12:49 Ji bo rojnameger Bariştiran ceza xwestin
12:34 Li Dersimê ciwanek mirî hat dîtin
12:29 Li gundek Amedê koronaya bi mutasyonî hat tespîtkirin
12:03 Komîsyona 21’ê Sibatê: Em ji bo statûya zimanê kurdî kampanya îmzeyan didin destpêkirin
11:38 Doza serdegirtina Ozgur Gundem taloq bû
11:12 Huseyîn Ozcan ê bav û pîrika xwe kuşt hat girtin
10:48 Li Girtîgeha Duzceyê gardiyanan bi ser qawişan de girtin
10:24 Gergerlîoglû: Ewlehiya canê min bi gefan re rûbirû maye
09:56 Piştî 130 derbarê wan de dozname hat amadekirin
09:03 Jinên sosyalîst: Ji bo maf û azadiyan divê tecrîd bê rakirin
09:03 Ciwanên ku ji kurdî dûr ketine, dengbêjî bala wan nakişîne
09:03 Stenbolî: Erdogan Tirkiyeyê perîşan kiriye
09:03 'Dewlet dibêje bila esnafên biçûk bimire, ê mezin bijîn'
09:03 Xizmê girtî Bakir: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:03 Unal ê ku hat berdan: Helwesta me têkoşîn e
09:03 Ozmen ê êzidî ku nikare biçe gundê xwe: Ez ê bêdeng nemînim
09:03 Xeyala wan ew e ku rojek amûrên muzîkê ji bo xwe bikirin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 82'yan de ye
08:07 Hevseroka HDP'ê ya Qersê Subaşi hat girtin
15/02/2021
23:27 Li Hewlêrê teqîn
21:32 Li Cizîrê teqîneke dijwar
21:04 Li hember deriyê Edliyeya Amedê jinek hat kuştin
20:56 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:12 Li Stenbolê şermezarkirina 15'ê Sibatê: Em ê tecrîdê bişikînin
16:54 Li Rihayê jinek hat kuştin
16:05 Wezareta Karên Hundir: Li 40 bajaran 718 kes hatin binçavkirin
16:04 Li Êlihê 3 kesên din jî hatin berdan
15:47 Di 22’emîn salvegera komploye de ji Ocalan re azadî xwestin
15:04 Li Amedê protestoya 15’ê Sibatê
15:00 Qursên Quranê derveyî qedexê hatin hiştin
14:53 Serokê TUÎK’ê Şîrîn ji peywirê hat girtin
14:50 Hat xwestin Velî Yildiz were berdan
14:44 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Heta tecrîd bi dawî nebe demokratîkbûn nepêkan e
14:39 Zilamê ku tundî li endezyar Tosûn kiribû li ser bertekên zêde hat binçav kirin
14:20 Guven: Ne ji ber em sûçdar in, ji ber em Kurd in dadgeh vê biryarê dide
14:08 Li Êlihê polisan bi ser avahiyên HDP’ê de girt
13:40 Li gel berfê jî Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
13:26 Kayayê ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin bi merasîma dewletê hat veşartin
13:25 Polîsan li Colemêrgê 8 kes binçav kirin
13:25 Karkerê ji qata 8’an ket jiyana xwe ji dest da
13:20 Tirkiyeya ji bo eskerên xwe tiştek nekir, ji bo eskerê îsraîlê bû qasid
13:00 ÎHD: Li Garê sûcê şer hatiye kirin
12:47 Li gelek bajaran polisan bi ser malan de girtin: 45 kes hatin binçavkirin
12:31 Jinên cîhanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
12:08 Heso Îbrahîm: Li derdora Şengalê tevgera leşkerî zêde bûye