Saziyên ziman û wêjeyê: Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe li ber xwe bidin

  • rojane
  • 15:43 19 Sibat 2021
  • |
img
AMED - Sazî û komeleyên ziman û wêjevanên kurdî bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bang li gelê kurd kirin ku li zimanê xwe xwedî derkeve û di eniyeke hevpar de ji bo ziman, çand, huner û nasnameya xwe li ber xwe bide. 
 
PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd a li Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Cîgirê Hevserokên HDP'ê yê Amedê Îrfan Soner, endam û rêveberên komeleyan û endamên Tora Ziman û Çanda Kurdî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê komeleyan daxuyaniya bi zaravayê kirmanckî (dimilkî) nivîskar Roza Metîna, ya bi zaravayê kurmancî jî nivîskar Bahattîn Robar xwend.
 
‘HER ZIMANEK RENGEKÎ JIYANÊ YE’ 
 
Robar diyar kir ku zimanê dayîkê xwebûn û hebûne û qala ragihandina pêvajoya roja zimanê dayîkê kir. Robar da zanîn ku di serî de zimanê kurdî bi hezaran zimanên xwecîhî û kêmneteweyan îro di bin xetereya tunebûnê de ne û wiha got: “Cîhana dewlet û desthilatdariyên îroyîn, hê jî bi mejiyê sedsala 20’emîn nêzîkî gelan û mirovahiyê dibin. Ji 7000 zimanan zêdetir zimanên cuda û cihê li ser rûyê cîhanê tên axaftin. Ev ziman hemû kod û şifreyên cîhanê ne. Her wiha rengîniya jiyan, çand û civakê ne. Her zimanek guleke gulîstanê û dermanê parastina mîrateya jiyana mirovahiyê ya du sed hezar salan e. Lê, sed mixabin piraniya dewletên serdest û bi taybetî dewletên Rojhilata Navîn van zimanan ji xwe re weke gef û asteng dibînin. Divê bê zanîn ku ziman hebûneke civakî û dîrokî ye. Ev herdu rewş bi awayekî rasterast girêdayî hev in. Lewre ziman têkiliya mirovan a bi hev re çêdike lê belê zimanê dayikê ligel têkiliyê pêşxistina ramanê jî çêdike. Ji ber vê sedemê em dibêjin; Her zimanek têlek tembûrê û notayeke muzîkê ye. Her zimanek çîrokek, dîrokek, helbestek û rengekî jiyanê ye ku divê herkes jê sûdê werbigirin.”
 
‘VAN ZIMANAN ŞARISTANÎ AVA KIRIN’
 
Robar anî ziman ku windakirin û tunekirina zimanan kêrî karê tu netew û dewletan nayê û wiha berdewam kir: “Gelo çi zirara zimanê kurdî, asûrî, sumerî, avestayî hwd. li mirovahiyê hatiye kirin? Berovajiyê zirarê, van zimanan şaristanî ava kirin û çand û kelepor afirandin. Ziman ew tişt e ku mirov jê re xizmetê bike, ne neyartiyê. Her wiha tu ziman ne ji zimanekî din çêtir in. Heke derfet bê dayîn û serdest peywira xwe ya mirovî bînin cih, ji bo lêkolîn, parastin û pêşvebirina zimanên xwecîhî û kêmar spardeyên zagonî çêkin û çavkaniyê veqetînin, dê bê dîtin ku hebûn û zindîbûna zîmanekî dê çi qas sûdê bide hebûnên çandî yên cîhanê, asta demokrasî û aramiyê û her wiha asta pêkanîna yekîtiyê dê pêş bixe. Lê mixabin li Tirkiyeyê zimanê kurdî ku zimanê zikmakî yê bi milyonan hemwelatiyên me ye di vê sedsalê de hê jî rayedar û hikûmet ji xwe re weke gef û xetere dibînin. Feraseta ‘ji bilî tirkî zimanên din hemû ji bo pêşeroja me xetere û gef in’ hê jî berdewam dike. Hê tehemûla tabeleyeke ser derê şaredariyan nakin. Pêşiyê Tv, rojname û mecrayên kurdî digirin. Zimanê bi milyonan hemwelatiyên xwe ku vaye hezar sal in em pevre dijîn weke zimanek nayê zanîn bi nav dikin. Tirkiye perwerdeya bi zimanê dayîkê ya ji aliyê saziyên navneteweyî ve weke mafekî mirovî û gerdûnî hatiye qebûlkirin ji nedîtî ve tê.”
 
‘ZAGONÊN NAVNETEWEYÎ TÊN BINPÊKIRIN’
 
Robar destnîşan kir ku zimanê dayikê nasname û rûmet e û got: “Ya bandoreke mezin li ser kesayet, binhişî û jiyana civakê dike dîsa zimanê dayikê ye. Dema zimanê gelekî bê tunekirin ew gel ji nasname, rûmet û hebûna xwe jî tê dûrxistin. Li gor gelek zagonên navneteweyî axaftin û perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye û divê ev maf bê dayin. Lê dema em îro li Tirkiyeyê dinêrin kurd ji perwerdeya bi zimanê xwe bêpar tên hiştin. Di heman demê de êriş li dijî mafê herî rewa ya têkoşîna ji bo azadî û serbestiya zimanê kurdî tê kirin. Bi vê yekê zagonên navneteweyî jî tên binpêkirin.”
 
‘ÊRIŞA LI SER ZIMAN, ÊRIŞA LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
 
Robar bi bîr xist ku di encama feraseta yekperest û polîtikayên li dijî çand û nasnameyên cuda de gelek sazî û dezgehên ji ziman, çand û hunera gelê kurd re xizmet dikirin hatin girtin û wiha domand: “Kreş û dibistanên azad ên bi zimanê kurdî perwerde didan deriyên wan hatin mohrkirin. Qadên axaftina bi zimanê kurdî her ku diçe teng dibe û ziman ber bi xetereyê ve diçe. Êrişa li ser zimanê zikmakî ango zimanê dayikê di heman demê de êrişa li dijî wekheviyê ye, êrişa li dijî gerdûna mirovahiyê ye. Lê ya girîng ew e ku li dijî êrişên li ser ziman, nasname, çand û hunera gelê kurd eniyeke hevpar û yekîtiya neteweyî bê avakirin. Divê dayik û bavên kurd berê zarokên xwe bidin qursên ziman û çalakiyên çandî yên bi zimanê kurdî. Ne tenê di nava malên xwe de li cihên kar, derve li her kuçe û kolanê divê zimanê kurdî bê axaftin û piştigiriya kampanyayên ji bo zimanê kurdî bê kirin. Encax bi vî rengî em bikaribin dawî li êrişan bînin û zimanê kurdî azad bikin.”
 
‘JI BO ÇAND Û ZIMAN LI BER XWE BIDIN’
 
Robar destnîşan kir ku ew wekî PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û MED-DER'ê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bang li gelê kurd dikin ku li zimanê xwe xwedî derkeve û di eniyeke hevpar de ji bo ziman, çand, huner û nasnameya xwe li ber xwe bide. Robar anî ziman ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê dê têkoşîna wan bidome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her wiha daxwaz û bangewaziya me ji rayedar û hikûmetê ew e ku hemû astengiyên li pêşiya zimanên kêmar demildest rake. Zimanê kurdî weke zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî qebûl bike û bixe bin ewlehiya zagonî. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê di kesayeta axiverên kurdî de li hemû gelên bindest pîroz be.”
 
 

Sernavên din

20/02/2021
15:15 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 65 salî Altinmakas
14:15 'Girtiyê nexweş Îpek serbest berdin'
14:07 Dayikên Şemiyê: Ez bûm hestera gora kurê xwe
14:06 Wezîrê Tenduristiyê: Pêvajoya asayîbûnê wê di 1’ê adarê de dest pê bike
13:03 HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike
12:43 Xizmên Windayan: Faîlê Mahmut Kaya bibînin
11:44 Mûzîk ji bo pêşxistina ziman û çandê pirek e
11:00 ‘Ji bo aştiyê perwerdeya zimanê zikmakî girîng e’
09:59 Rêyên ku qeyûm peznê wan dide tev herî ne
09:49 Samî Tan: Duzimanîbûna çapemeniya kurd dibe sedema lewazbûna zimanê kurdî
09:44 Gund 3 meh in bê av e: Trîlyonek tl heqê avê dixwazin
09:38 Çalakiya greva birçîbûnê koma 18’emîn dewr girt
09:19 Wardozê 'Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî - Roja Nû' çap kir
09:15 'Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife'
09:14 'Mirina biguman tune ye, dewlet ser wê dinixumîne'
09:14 ‘Ocalan hêvî ye, ji bo hemû gelên azadîxwaz'
09:13 'Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasiyonê be'
09:12 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tazmînatê nade
09:11 Xwendekar: Berxwedana Bogazîçiyê destpêkek e
09:11 Ciwan derî bi derî li kar digerin
09:10 Girtî Akkûrt: Em ê di greva cara 5'a de jî bi ser bikevin
09:09 Ji ber heman parvekirinê 2 îdianame
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê
19/02/2021
19:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 903
18:23 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
16:45 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin dê edaleta mêran darizîne
16:44 Derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de fezlekeya Kobanê
16:32 Dadgeha Bilind cezayê Gergerlîoglû erê kir
15:51 Giliya li dijî revandina mirovan: Em ê bêdeng nebin
15:43 Komelaya Ziman û Çandê: Tunekirina ziman kêrî kesî nayê
15:43 Saziyên ziman û wêjeyê: Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe li ber xwe bidin
15:12 Li Amedê xebatkarekî tenduristiyê ji vîrusa korona jiyana xwe ji dest da
15:01 Bûldan: Dengên wan kêm dibin lewma êrişî me dikin
14:53 Hem lê dan û hem lêpirsîn vekirin
14:38 Komeleya Lekolînên Kurdî : Li dijî polîtikayên qirkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin
13:58 Xwendekaran banga îstîfayê li Melîh Bûlû kir
13:50 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya edaletê kir
13:46 Beştaş, mînakên lêgerîna tazî ji Zengîn re rêz kir
13:33 Walitiya Colemêrgê jî qedexeya xwe nas nekir
12:56 23 sal ceza li cerdevanê îstîsmarkar hat birîn
12:43 Gunay: Erdogan û şirîkên xwe meseleya Garê îstîsmar dikin
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan