Rêyên ku qeyûm peznê wan dide tev herî ne

  • rojane
  • 09:59 20 Sibat 2021
  • |
img

ŞIRNEX-Li Cizîrê niştecihên Taxa Cudiyê  ji bo çêkirina riyên li taxê tim serî li şaredariyê didin. Lê belê daxwaziya wan a çêkirina  riyan  pêk nayê. Niştecihên taxê bertek nîşanî  neçêkirina riyan dan û gotin:"Bila yek carê jî ji me bipirsin û bibêjin "Daxwaziya we çiye?" Bila sedemê çênekirina van riyan ji me re vebêjin."  

 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê şaredariya Cizîrê ya ku ji hêla qeyûmê ku hatî tayinkirin ve tê rêvebirin riyên taxan û riyên navenda sûkê  nayên çêkirin. Niştecihên taxa Cudiyê  ji bo çêkirina riyên  taxê tim serî li şaredariyê didin. Lê belê ev daxwaziya welatiyan bi tu awayî nayê pêşwazî kirin û her tim jî tê paşguh kirin. Welatî havînê ji ber toz û tebarê û zivistanê jî ji ber heriyê nizanin dê çi bikin. Lê ji hêla din ve jî qeyûm  dibêje ku taxên ku riyên wan nehatine çêkirin nemaye û  bi vî awayî  propagandaya bajêr hatiye nû kirin dike. Welatiyên taxê bertek nîşanî vê nêzikatiya qeyûm dan û gotin ku bi dehan carin diçin şaredariyê lê dîsa jî riyên wan nayên çêkirin. 
 
'KÎ BIBÊJE RIYÊN CIZÎRÊ HATINE ÇÊKIRIN DEREWA DIKE'
 
Ji welatiyên taxê Hamîyet Garan, anî ziman ku qeyyûm ji bo kesên ku nayên karê wî riyên wan çênake û wiha axivî:" Li Cizîrê qedexe rabû heta niha riyên me nehatine çêkirin.  Kes li van riyan xwedî dernakeve. Bi salane em vê pirsgirîkê dikêşin. Xwedê neke agir bikeve xaniyên me agirkuj nikare bikeve taxê. Nexweşiyeke me hebe, ji ber van riyan em nikarin bibin nexweşxaneyê. Ji ber van riyan erebeyên me hemû xerabe bûn. Riyên me bên çêkirin em ê gelek kêfxweş bibin. Li berpirsyarên bajêr tev  tenê riyên xwe û xizmên xwe çê dikin.Riyên me xerabûne û nayên çêkirin. Erebeyên me nikarin biçin û bên. Kî bibêje me xweş kiriye û riyên Cizîrê çêbûne derewan dike. "
 
'KESÊN KU BI DILÊ WAN RIYÊN WAN ÇÊDIKIN' 
 
Ji taxiyan  Besna Geçît jî da zanîn ku  ew ne  ji şaredariyê razîne  û bi lêv kir ku qeyûm hatiye tayinkirin heta niha yek carê daxwaziyên wan guhdar nekirine û wiha got:" Em ji şaredariyê gilî dikin. Riyên xwe çê dike,lê riyên me çênake. Herkes dixwaze ku derî û kolanên wan paqij bin. Çima kolanên me çênake? Bila yek carê jî ji me bipirsin û bibêjin "Daxwaziya we çiye?" Bila sedemê çênekirina van riyan ji me re vebêjin. Ev deh caran zêdetir em çûn şaredariyê û me ev gilî kiriye û çêkirina riyan daxwaz kiriye. Lê mixabin bi tu awayî riyên me çênake. Kesên ku dilê wan riyên wan çêdikin, lê kesên ku ne bi dilê wan be riyên wan çênakin. Ji ber van riyan erebeyên me xera bûn. Dema ku em diçin danûstandinê dikin,erebe nikarin bên û em amûrên xwe milên xwe vedikêşin malê. Bila sedemê neçêkirina riyên me ji  me re bibêjin." 
 
'BILA KOLANÊN ME BÊN ÇÊKIRIN' 
 
Ayşe Ozdemîr jî xwest ku riyên wan bên çêkirin û got:"Ji ber ku riyên me nayê çêkirin em gelek zehmetiyê dikêşin. Em dikin nakin kolanên me çênakin. Her tim ji me re dibêjin em ê çêbikin,lê çênakin. Bila kolanên me çêbikin ku em jî weke herkesî bikarin bên û biçin. Daxwaziya me ew e ku kolanên me bi lez û bez  çêbikin." 
 
 

Sernavên din

20/02/2021
15:15 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 65 salî Altinmakas
14:15 'Girtiyê nexweş Îpek serbest berdin'
14:07 Dayikên Şemiyê: Ez bûm hestera gora kurê xwe
14:06 Wezîrê Tenduristiyê: Pêvajoya asayîbûnê wê di 1’ê adarê de dest pê bike
13:03 HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike
12:43 Xizmên Windayan: Faîlê Mahmut Kaya bibînin
11:44 Mûzîk ji bo pêşxistina ziman û çandê pirek e
11:00 ‘Ji bo aştiyê perwerdeya zimanê zikmakî girîng e’
09:59 Rêyên ku qeyûm peznê wan dide tev herî ne
09:49 Samî Tan: Duzimanîbûna çapemeniya kurd dibe sedema lewazbûna zimanê kurdî
09:44 Gund 3 meh in bê av e: Trîlyonek tl heqê avê dixwazin
09:38 Çalakiya greva birçîbûnê koma 18’emîn dewr girt
09:19 Wardozê 'Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî - Roja Nû' çap kir
09:15 'Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife'
09:14 'Mirina biguman tune ye, dewlet ser wê dinixumîne'
09:14 ‘Ocalan hêvî ye, ji bo hemû gelên azadîxwaz'
09:13 'Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasiyonê be'
09:12 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tazmînatê nade
09:11 Xwendekar: Berxwedana Bogazîçiyê destpêkek e
09:11 Ciwan derî bi derî li kar digerin
09:10 Girtî Akkûrt: Em ê di greva cara 5'a de jî bi ser bikevin
09:09 Ji ber heman parvekirinê 2 îdianame
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê
19/02/2021
19:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 903
18:23 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
16:45 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin dê edaleta mêran darizîne
16:44 Derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de fezlekeya Kobanê
16:32 Dadgeha Bilind cezayê Gergerlîoglû erê kir
15:51 Giliya li dijî revandina mirovan: Em ê bêdeng nebin
15:43 Komelaya Ziman û Çandê: Tunekirina ziman kêrî kesî nayê
15:43 Saziyên ziman û wêjeyê: Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe li ber xwe bidin
15:12 Li Amedê xebatkarekî tenduristiyê ji vîrusa korona jiyana xwe ji dest da
15:01 Bûldan: Dengên wan kêm dibin lewma êrişî me dikin
14:53 Hem lê dan û hem lêpirsîn vekirin
14:38 Komeleya Lekolînên Kurdî : Li dijî polîtikayên qirkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin
13:58 Xwendekaran banga îstîfayê li Melîh Bûlû kir
13:50 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya edaletê kir
13:46 Beştaş, mînakên lêgerîna tazî ji Zengîn re rêz kir
13:33 Walitiya Colemêrgê jî qedexeya xwe nas nekir
12:56 23 sal ceza li cerdevanê îstîsmarkar hat birîn
12:43 Gunay: Erdogan û şirîkên xwe meseleya Garê îstîsmar dikin
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan