Dayikên Şemiyê: Ez bûm hestera gora kurê xwe

  • rojane
  • 14:07 20 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 830’an de çalakiyên xwe berdewam kirin û aqûbeta Murat Yildiz ê 26 sal bere li qereqolê hat windakirin pirsîn. Dayika Yildiz Hanife Yildiz, anî ziman ku mafê wê yadikbûnê ji destê wê girtine û wiha got: "Gelek dayik bêyî gorîn zarokên xwe bibînin jiyana xwe ji dest didin. Me dikin hesreta gorên zarokên xwe ku em gorên zarokên xwe bibinin." 

 
Dayikên Şemiyê di hefteya 830’an de çalakiya "Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin" berdewam kirin. Dayikên Şemiyê dîsa ji ber şewba vîrûsa Corona çalakî bi rêya vîdeo li ser Medya Dijîtal belav kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995'an de li qereqolê hat windakirin pirsîn. Di destpêka çalakiyê de ewil dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz axivî û wiha got: "Gelek dayikên şemiyê bêyî gorên zarokên xwe bibînin bi hestera gorên zarokên xwe jiyana xwe ji dest didin. Ev ji zilma herî mezin e li dayikan tên kirin. Ez êşa hemû dayika parve dikim. Ez ji Dozgerê Komarê dipirsim. Yên ku kurê win winda kirine diyar in. Dema em vê yekê dipirsin, yên ku xizmên me winda kirine nayên ronîkirin û nayên darizandin. Lê dijberî vê yekê em tên darizandin. Îro hemû mirovên piştgirî dan me hemû hatin bêdeng kirin. Her tim polîs derket pêşberî me. Em edaletê dixwazim. Em aqûbeta windayan dipirsin. Ronîkirina kujeran di destê dozger de ye. Dozger bixwaze dikare ronî bike. Em tenê gora zarokên xwe dixwazin. Bi salan em bûn hestera dîtina zarokên xwe. Me bi hezar ked, zor û zahmetiyê mezin kir. Niha jî me dikin hestera dîtina gorên zaroken xwe." 
 
DOSYA WINDA KIRIN
 
Piştre Prz û Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, anî ziman ku Yildiz ji bo îfadeyê bide çû qereqolê û wiha got: "Pşitî Yildiz çû qereqolê gotin 'Ev têr nake divê em bibin Stenbolê' Li ser vê yekê Yildiz birin Stenbolê. “Piştî di ser buyerê re 20 sal derbas bûn, me aqûbeta dosyayê pirsî. Lê me dît ku dozger di destpêka bûyerê de wekî întîxar derbasî qeydan kiriye û ser dosyayê girtiye. Yanî dozger qet li Mûrat ne geriya ye. Dema me xwe gîhandê me dît ku dosya ne li cihê xwe ye. Ewil gotin dosya di arşîvê deye. Piştre gotin 'Dosya di nava dosyayên hatine şewitandin de ne. Lê em piştre fêr bûn ku ne di nava dosyayên hatine tunekirin de ne jî. Em fêr bûn ku dosya der barê Murat  de winda kirine. Piştî me îtîraz kir lêpirsîn dîsa vebû. Lê vê carê hewce bi lêpirsînê nedîtin. Lêgerîna me ya hiqûqê ya li AYM û DMME'ê didome. 
 
 
Piştre li ser navê Dayikên Şemiyê Fatma Baçaru daxuyanî xwend. Baçarû, anî ziman ku ew civaka demokratîk di edaleta serbixwe de dibînin û wiha got: “Di dewletên hiqûqê de divê dewlet li gorî hiquqê tev bigere. Lê ji ber ku Tirkiye ne dewleta demokratîk û hiqûqê ye, dakaz jî ne serbixwe û bê alî ye. Murat Yildiz di 19 salî de binçav kirin û winda kirin. Yildiz li Îzmirê li gel dayika xwe dijiya. Di 23'ê Sibata 1995'an de Murat Yildiz de binçav kirin. Li gel parêzer, pismam û dayika xwe bi hevre çûn Şaxa Asayişa Ozkanlar a Bornovaya Îzmirê. Teslîmî Komîserê polîs Ramazan Kaya û polîs Tahir Şerbetçi bûn. Piştî 3 rojan Murat nehat malê. Dayik Hanife Yildiz dîsa çû şaxa  Asayişe, lê vê carê encam negirt. Pitre diyar kirin ku Yildiz di çavdêriya Tahir Şerbetçî û Şah Îsmail Ozturk de birine Stenbolê. Di rêde Murat xwe ji feribotê avêtiye bahrê û winda bûye." 
 
 
 

Sernavên din

20/02/2021
15:15 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 65 salî Altinmakas
14:15 'Girtiyê nexweş Îpek serbest berdin'
14:07 Dayikên Şemiyê: Ez bûm hestera gora kurê xwe
14:06 Wezîrê Tenduristiyê: Pêvajoya asayîbûnê wê di 1’ê adarê de dest pê bike
13:03 HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike
12:43 Xizmên Windayan: Faîlê Mahmut Kaya bibînin
11:44 Mûzîk ji bo pêşxistina ziman û çandê pirek e
11:00 ‘Ji bo aştiyê perwerdeya zimanê zikmakî girîng e’
09:59 Rêyên ku qeyûm peznê wan dide tev herî ne
09:49 Samî Tan: Duzimanîbûna çapemeniya kurd dibe sedema lewazbûna zimanê kurdî
09:44 Gund 3 meh in bê av e: Trîlyonek tl heqê avê dixwazin
09:38 Çalakiya greva birçîbûnê koma 18’emîn dewr girt
09:19 Wardozê 'Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî - Roja Nû' çap kir
09:15 'Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife'
09:14 'Mirina biguman tune ye, dewlet ser wê dinixumîne'
09:14 ‘Ocalan hêvî ye, ji bo hemû gelên azadîxwaz'
09:13 'Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasiyonê be'
09:12 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tazmînatê nade
09:11 Xwendekar: Berxwedana Bogazîçiyê destpêkek e
09:11 Ciwan derî bi derî li kar digerin
09:10 Girtî Akkûrt: Em ê di greva cara 5'a de jî bi ser bikevin
09:09 Ji ber heman parvekirinê 2 îdianame
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê
19/02/2021
19:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 903
18:23 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
16:45 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin dê edaleta mêran darizîne
16:44 Derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de fezlekeya Kobanê
16:32 Dadgeha Bilind cezayê Gergerlîoglû erê kir
15:51 Giliya li dijî revandina mirovan: Em ê bêdeng nebin
15:43 Komelaya Ziman û Çandê: Tunekirina ziman kêrî kesî nayê
15:43 Saziyên ziman û wêjeyê: Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe li ber xwe bidin
15:12 Li Amedê xebatkarekî tenduristiyê ji vîrusa korona jiyana xwe ji dest da
15:01 Bûldan: Dengên wan kêm dibin lewma êrişî me dikin
14:53 Hem lê dan û hem lêpirsîn vekirin
14:38 Komeleya Lekolînên Kurdî : Li dijî polîtikayên qirkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin
13:58 Xwendekaran banga îstîfayê li Melîh Bûlû kir
13:50 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya edaletê kir
13:46 Beştaş, mînakên lêgerîna tazî ji Zengîn re rêz kir
13:33 Walitiya Colemêrgê jî qedexeya xwe nas nekir
12:56 23 sal ceza li cerdevanê îstîsmarkar hat birîn
12:43 Gunay: Erdogan û şirîkên xwe meseleya Garê îstîsmar dikin
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan