'Gora Cemîl hêj vekirî ye'

  • rojane
  • 10:10 21 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL – Dayika Cemîl Kirbayir, Berfo Kirbayir 8 sal berê bêyî bigêje cenaze û gora kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Kurê Berfo Kirbkayir Mikail Kirbayir anî ziman ku hêj gora Cemîl li tenişta gora dayika wî servekirî ye û wiha got: “Li hemberî diya me hêj destê me vala ye û ruyê me reş e. Em nikarin bêjin dayê vay me hestiyê Cemîl anîn."

Dayika Şemiyê ya 105 salî Berfo Kirbayir ku bi gotina “Bi hevîya ku dê kurê min bê min derî vekirî hiştin. Lê meh borî, sal borî deh sal borîn, dîsa kurê min nehat. Eger kurê min miribe cenazeyê wî bidin min." tê nasîn, 8 sal berê îro bêyî cenaze û hestiyê kurê xwe Cemîl Kirbayir bibîne bi hestera dîtina kurê xwe jiyana xwe ji dest da. 
 
PARÊZERAN SERÎ LI DMME'YÊ DAN
 
Cemîl Kirbayir, piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'yî bi rojekê yanî di 13'ê Îlonê de leşkerana avêt ser mala wî ya li gundê Okçû yê navçeya Golan a Erdexanê û ew binçav kirin. Leşkeran Kirbayir pir Fermandariya Alaya Piyade ya 247'an a Golanê û ji vira jî wî birin Fermandariya Rewşa Awarte ya Qolordû ya ya 9'an a Qersê. Emniyeta Qersê tevî 3 kesan ew birin Enstîtuya Perwerdehiyê ya Dede Korkût ku Kirbayir berê li wir xwendibû lê wê demê ew veguherandibûn îşkencexaneyê. Tê texmînkirin ku Kirbayir li vira hatiye kuştin, lê 41 sal in hîn jî cenazeyê wî nehatiye dîtin.  Wê demê derbarê wî de gelek nûçeyên spekulatîf hatin çêkirin ku Walîtiya Erdexanê ya wê wextê diyar dikir ku Kirbayir reviyaye Îranê û li Îranê ye û derbarê vê de wan nivîs ji keya girtiye. Fermandarê rêveberiya awarte Sabrî Yîrmîbeşoglû û waliyên Erdexan û Qersê dosyeyay wî di refan de bi cih kirin. Her çend wê demê parêzeran îtiraz kir jî, lê dîsa jî ser bûyerê hat nixumandin.  Piştî Dayikên Şemiyê çalakî li dar xistin Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ê wê demê, ferman da û Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê raporek amade kir. Di vê raporê de îfadeyên kesên bi Cemîl Kirbayir re hatin binçavkirin û girtin diyar bû ku hatiye kuştin. Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê dosyeyê ji Walîtiya Qersê re şand û li ser vê walîtiyê dosye ji refên tozgirtî derdixe. Piştî darbeyê di salên 2000'î de bêyî ku hayê malbatê jê hebe dosyeya Kirbayir ji ber demboriyê dîsa di refan de bi cih kirin. Lê derbarê demboriyê û rakirina dosyeyê de tu tişt teblîxî malbatê nekirin. Piştî rapora komîsyonê dosye dîsa hat vekirin. Dosye di sala 2013'an de hat vekirin. Parêzeran li Walîtiya Erdexanê îtiraz kir û diyar kir ku di sûcên îşkenceyî de ne mimkun e ku dosye di çaroweya demboriyê de esas bê girtin. Dema dê dosye ji nû ve bihatana vekirin, gelekî hat taloqkirin. Herî dawî di dema ji nû ve vekirina dosyeyê de dozgerê ku wê çaxê dosye bi rê ve dibir ji ber FETO'yê hat girtin. Dozger anî ziman ku ji 4 kesên ku îşkence kirine yek jê miriye. 2 jê îstixbaratvan in, yek jê jî polîs e. Parêzernan li dozgeriyê giliyê van kesan kir. Daxwaza parêzeran ya girtinê hat redkirin. Paşê dema bûyerên FETO'yê derketin, dosye dîsa hat sekinandin. Parêzerên Kirbayir û Prz. Eren Keskîn ji bo dosyeyê serî li DMME'yê dan û doza tazmînatê kir. Niha dosya li 8'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind tê rawestandin. 
 
DAYIK BERFO KIRBAYIR BÊYÎ KURÊ XWE BIBÎNE JIYANA XWE JI DEST DA
 
Dayika Berfo Kirbayir ku bi salan li hestiyê kurê xwe, Cemîl Kirbayir geriya, bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Dayika Berfo herî dawî beriya 21’ê Sibata 2013’ê jiyana xwe ji dest bide, tevlî çalakiya rûniştinê ya Qada Galatasarayê bûbû. Temenê dayika Berfo têra ku hestiyên kurê xwe bibîne nekir. Lê têkoşîna wê keça wê Fatma Kirbayir û kurê wê Mikaîl Kirbayir didomîne. Cemîl Kirbayir di 33 saliya xwe de di 13'ê Îlona 1980’an de Gundê Okçu yê Erdexanê li mala xwe hat binçavkirin. Piştî eskeran birin qereqolê carek din agahî jê nehat girtin. Dayika Cemîl Berfo Kirbayir di 21'ê Sibata 2013’an di temenê 105 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.  Dema Dayika Berfo jiyana xwe ji dest da got "Heta hûn hestiyê Cemîl nebînin, min defin nikin." Ji ber vê yekê gora Cemîl li tenişta Berfo Kirbayir kolan û ser gorê vekirî hiştin. Dayika Berfo di sala 2011’an de bi heviya hestiyê kurê xwe bibîne li gel Dayikên Şemiyê çûbû Serokwezîrê wê demê Tayip Erdogan li Dolmabahçe ziyaret kiribû. Erdogan soza ku hestiyên wan bibîne dabû. Lê hikûmetê û Serokwezîr ji bo hestiyên windayan bên dîtin heta niha tu gav neavêtin û Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kir. 
 
DAYIKA MIN 33 SALAN DERIYÊ XWE VEKIRÎ HIŞT
 
Birayê Cemîl Kirbayir Mikail Kirbayır, anî ziman ku hemû dayikên li vî welatî dijîn û zarokên wan hatine windakirin di nava bê edaletiyê de êşê diijîn û wiha got: "Wekî ku ev welat, welatê zilmkaran e û qet edalet nehatiye vir. Darbeya eskerî ya 1980'î yê lêpirsîn û pirsîn Kurê dayika min Berfo ji destê wê derxistin û birin û qetil kirin. Dayika min bi gotina 'Kurê min li ku ye' Ket rêyan. Mafê lorîn û giriyê li ser gorê jî ji destê dayika min girtin. Evder welatê neheqî, bê edaletî u zilmê ye. Di encamê de dayika min Berfo 33 salan li kurê xwe geriya. Bêyî hestiyê wî bibîne jiyana xwe ji dest da. Dayika min 33 salan deriyê xwe vekirî hişt. 
 
Mikalîl Kirbayir, da zanîn ku çavê dayika wî vekirî çû û wiha got: "Dayika min bi salan li Qada Galatasarayê têkoşiya. Rapor da meclîsê. Niha dosya li Dadgeha Bilind e. Çavê dayika min Berfo vekirî çû. Got 'Heta hûn hestiyê kurê min nebînin min defin nekin' Me li ser vê gotina wê li tenişta wê gorek vala kola. Qeymeqayê Gole ev yek asteng kir. Min got 'Ez gora dayika xwe dikolim. Min got ezê hestiyê kurê wê têxim hembêza wê. Li ser vê yekê destûr dan ku ez gorê vekim. Ew gor wekî hembêza dakiya min vekirî ye. Li benda kurê xwe ye. Gorek birayê min tune ye." 
 
'ZORÊ LI ME DIKIN KU EM BIÇIN ÇIYÊ' 
 
Mikaîl Kirbayir, herî dawî anî ziman ku dayika wî Berfo 8 sal berê jiyana xwe ji dest da û wiha lê zêde kir: "8 salin destê me vala ye. Li hemberî dayika me ruyê me reş e. Em nikarin bêjin 'Me hestiyê Cemil dît û me anî. Ez nikarim vê yekê ji dayika xwe re bêjim. Ji ber şewbê êdî em nikarin derkevin kolanan jî. Bêtir xerabtir buye. Niha em nikarin dengê xwe jî bilind bikin. Em êdî nikarin em ê çi bikin. Zorê li me dikin ku em biçin çiyê. Dayê vana çi ji me dixwazin. Ez dixwazim dayika min tiştekî ji min re bêje. Dayê ez çi bikim? Bila dewleta wisa tune be." 
 
Kirbayir bal kişand ser malbatên li pêş avahiya HDP'ê û wiha bi dawî kir: "Dewlet malbatan li ber deriyê avahiya HDP'a Amedê kom dike. Li gel şewba vîrûsa corona dîsa malbatan dibin wir û li ber deriyê wê nobetê didin girtin. Her dayik xwedî maf e li zarokên xwe bigere. Rayedarên dewletê diçin hêsirê wan dayikan paqij dikin. Dayika Hanife Yildiz  bi destê xwe kurê xwe teslîmî qereqolê kir. Lê niha kurê wê winda ye. Dayika Hanife 26 salin  li kurê xwe digere. Welatê nakokiyan e. Çima Qada Galatasarayê li me qedexe dikin? Em 41 salin dişewitin. Em şewitîn hûn neşewitin." 
 
 MA / Îdrîs Sayilgan
 

Sernavên din

23/02/2021
17:02 Danişîna rojnameger Demîr hat taloqkirin
17:01 Piştevaniya Mor: Ji înadê re azadî ji înadê re tekoşîn
16:41 Malpera ajansa me carek din hat astengkirin
16:41 HDP çû serdana malbata Akbaşli
16:31 HDP'a Kocaelî: Dest nedin vîna min
16:30 Hatîmogûllari: Bi yekitiya neteweyî êrîş dikarin bên astengkirin
16:17 Tabloya tundiya zilam îro jî neguherî
15:43 TJA'yê banga beşdariya starta 8'ê Adarê li jinan kir
15:23 Esnafên Wanê ewil xwestin deriyê sînor vekin
15:20 Onlu: Em ê bênavber têbikoşin
14:44 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Dê serhildana me daneyê
14:44 Piştî 5 mehan cenazeye Înce radestî malbata wî hat kirin
14:24 Karkeran biryara xwe ya greve bi deriye şaredariyê ve kirin
14:10 Bûldan: Ji Garê direvin, çimkî sûcdar in
Heke em wan sozê we daye me eşkere nekin, em jî nemerd in
13:52 Derbarê Ozhasekî û Şener de serlêdana sûc
13:19 Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F îdiaya întîharê
13:17 Yekemîn danişîna rojnameger Gok ku bi cezayê 20 salan tê darizandin hat dîtin
13:00 Piştgiriya ji bo Gergerlîoglû: Em ê meşa parastina mafê mirovan bidomînin
11:58 Mele Îzzettîn Ege hat binçavkirin
11:50 Li Amedê kesek hat binçavkirin
11:17 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
11:10 Li Mîdyadê êrîşeke çekdarî
10:44 Wê HDP rapora qeyûman aşkera bike
09:13 Berwarî: Xeyalên Erdogan û Neo-Osmanî li Garê têkçûn
09:13 Dayikên girtiyan: Tecrîdê rakin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 89'emîn de didome
09:12 Xizmên girtiyan: Em dengê xwe bilind bikin da ku em bi ser bikevin
09:11 Noémy Lévy-Aksû: Bexwedana Bogazîçiyê mafdar û wêrek e
09:11 'Blokên betonî ji bo tirsê tên bikaranîn'
09:10 Pêkhateyên BMG'ê: Tecrîd binpêkirina mafên her kesekî ye
09:09 'Qirkirina jinan ji ber newekheviya cinsî ye'
09:08 Karkera ku ji kar hat derxistin: Kod 29 polîtîkaya tecrîdê ye
09:08 Di şevekê de bi sedan dar rakirin
09:07 Tevdîrên bi têlan hatine girtin kêm in
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2021'AN
22/02/2021
20:47 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
17:43 Parazvanên mafên mirovan: Em li cem Gergerlîsoglu ne
Gergerlîoglu: Dixwazin millet bêdeng bikin
17:11 Peyama Roja Zimanê Zikmakî: Ne rojek tenê em her roj li zimanê xwe xwedî derkevin
16:09 TJA: Îftîraya li Taşdemîr hat kirin li têkoşîna azadiya jinê hatiye kirin
15:52 Pervîn Buldan karsaz ziyaret kirin û li wan guhdar kir
15:52 Li Edeneyê starta kampanya “Ji bo jinan edalet” hat dayîn
15:39 Komeleya Jinan a Starê: Bêcezakirin kujeran wêrek dike
15:38 Xwendekaran li dijî qeyûman kampanya dan destpêkirin
15:29 Li Dêrazorê jinek bi îşeknceyê hat qetilkirin
15:12 HDP’a Cizîrê dersa kurdî da
14:39 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Jiyan Taş birî
14:34 Ji Taşdemîr ji bo Soylû: Dîmen li ku derê ne?
14:33 TJA, di 26 Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê dike
14:07 Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin
14:00 Faîlê tundiyê piştî 6 rojan hat girtin
13:46 Ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn birîn
13:45 Gergerlîoglu: Ez serî natewînim
13:30 Li Pendîkê jinek hat qetilkirin
13:07 Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê
12:52 Derbarê lêpirsîna rojnamevan Altay de biryara dozvenekirinê
12:32 DÎB: Divê ji bo Garê lêpirsîn were destpêkirin
12:23 Faîlê destdirêjkar ji binpêkirinê hat girtin
12:14 Bûldan: Divê Deriyê Sînor ê Kapikoyê li tavilê were vekirin
10:52 Dîmenên şikefta li Garê hatin weşandin
10:40 Li Farqînê 21’ê Sibatê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
09:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina derve
09:05 Mexdûrên erdhejê: Dewletê alîkarî nekir
09:05 Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina greva birçîbûnê kirin
09:05 Hunermend piştgiriyê didin Bogazîçiyê: Heta ku derê tirs û bindestî?
09:05 Jinên ji bo zimanên xwe têdikoşin: Ji bo parastina zimanan em hatine ba hev
09:00 ROJEVA 22'YÊ 2021'AN
07:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 88'emîn de didome
21/02/2021
20:36 77 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:53 Zarokê 17 salî Kadir Akar li girtîgehê darvekirî hat dîtin
Parêzer: Ev zarok 17 salî bû, ne kesê xwe darve bike ye
15:13 Li naverasta kolanê tundiya polîsan!
14:35 Şandeya Şengalê serdana Tevgera Goran kir
14:25 Karkerên înşatê li dijî bişaftinê ziman diparêzin
13:57 CHP: Îqtîdar dîsa li Torosên Spî xwedî derdikeve
12:37 Malên Gel xelat da ajansa me
12:01 DEMDER: Qirkirina ziman sûcê mirovahiyê ye
12:00 Ji bo kurdî kampanya îmzeyan didin destpekirin
11:29 Atabey: Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî pêdiviyek bingehîn e
11:04 Wezîran 12 hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hiştin
10:37 Soylû wê kir armanc, serdozgeriyê jî lêpirsîn da destpêkirin
10:10 'Gora Cemîl hêj vekirî ye'
10:09 Ji bo xezîneyê tirbeya 700 salî hat rûxandin
09:48 'Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikare pirsgirêka kurd çareser bike'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 87'emîn de didome
09:31 Farqînî: Ziman gava neyê axaftin winda dibe kor dibe
09:06 Walîtiya Mêrdînê çalakî û şahî qedexe kirin
09:04 ‘Tiştên li Bogazîçiyê û tiştên li Colemêrgê qewimîn girêdayî hev in'
09:04 Pirsgirêka sereke ya penaberan ziman e
09:03 Ji ber heman çalakiyê derbarê 7 kesan de îdianame, derbarê 3 kesan de biryara neşopandinê
09:03 ‘Heger zimanê me bê jibîrkirin em ê nemînin'
09:03 Derba kuştinê lêxist, lê hat berdan
09:02 Bi hinceta 'mesafeya fîzîkî' 296 hezar TL ceza birîn
09:02 Ocalan: Asta pêşketina ziman asta pêşketina jiyanê ye
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'AN
20/02/2021
22:18 Li Hezexê kesek hat kuştin
21:13 Li Tirkiyeyê 80 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:09 Ji Gunay bersiva Ozhasekî: Hûn ê biçin
15:35 Walitiya Êlihê daxwaza edaletê wekî “navtêdanê” dît
15:33 Bersiva pêşnûmepirsa Komkujiya Parîsê: Wezaret berpirsyar e
15:30 Bav û kur dawî li jiyana xwe anîn