Bûldan: Divê Deriyê Sînor ê Kapikoyê li tavilê were vekirin

  • rojane
  • 12:14 22 Sibat 2021
  • |
img

WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re di çarçoveya bernameya “Hevdîtinên kar û nan” de xwestin biçin ber Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li Seraya Wanê. Lê polîsan bi îdiaya tevdîrên koronayê şandeyê asteng kir û nehişt biçe ber derî. Bûldan li vir bang kir û xwest deriyê sînor ê girtî li tavilê were vekirin. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) satarta sêyemîn a “Hevdîtinên kar û nan” a di çaroveya kampanya “Destpêkê Edalet” de li Wanê da. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenter û rêveberên HDP’ê yên li gel Bûldan di çarçoveya bernameyê de çûn Deriyê Sînor ê Kapikoyê ya li Navçeya Seraya Wanê. Bûldan û şandeya pê re xwestin li ber Derî daxuyanî bidin çapemeniyê. Lê polîsan 20 kîlometre dûrî derî şandeyê asteng kirin û nehiştin şande biçe ber Derî. Her wiha polîsan girtina dîmen û wêneyan a rojnamevanan jî asteng kirin. 
 
Polîsan hêceta vê dorpêçê jî wek pandemiyê nîşan dan. Bûldan û şandeya wê li ser astengiya polîsan li dar xistina kongreyên AKP’ê bibîr xistin. 
 
BÛLDAN: EV DÎMEN TABLOYA ŞERMÊ YE 
 
Tevî astengiya polîsan jî Bûldan daxuyanî da û destnîşan kir ku kes nikare bikeve navbera wan û xelkê wan û wiha got: “Îro vê helwest û dîmenên em pê re rûbirÛ man ji bo siberoja demokrasiya Tirkiyê tam jî cihê şermê ye. Di serdemên darbeyê de jî ev dîmen li vî welatî derneketine holê. Yên li vî welatî darbe pêk anîne jî wek we xemnexur tevnegeriyan e. Em dizanin kî fermanê daye we ku îro nahêlin em li vir daxuyanî bidin. Lê belê em jî sond dixwin ku em ê qet û qet prîmê nedin wan kesên fermanê didin we. Em ê qet û qet li ber wan çongê daneynin. Wê kes nikaribe bikeve navbera me û gelê me û girseya me. Vaye ji bo hûn vê dikin her roj dengên we winda dibin û hûn biçûk dibin. Ji bo hûn vê dikin jî em mezin dibin û berbelav dibin. Ev dîmen wek şermê derbasî dîroka Tirkiyê bûye.” 
 
‘DIVÊ DERIYÊ SÎNOR WERE VEKIRIN’ 
 
Bûldan destnîşan kir ku deriyê sînor yê ji ber vîrûsa koronayê girtî ye demildest were vekirin û wiha got: “Me xwest em biçin ber Deriyê Sînor ê Kapikoyê ku vaye 20 kîlometer ji me dûr e daxwazên gelê xwe Wanê bînin ziman û daxuyanî bidin, lê belê me asteng kirin. Lê dîsa jî me xwest em dengê xwe bigihînin gelê xwe. Beriya niha bi çend salan ji bo aştî, demokrasî, azadî were vî welatî û xwîn nerije pêvajoyek dest pê kiribû û di ev derî di wê pêvajoyê de vebûbû. Vî deriyî ji gelê Wanê re xizmet dikir. Xelkê Wanê sûdê ji bazirganiya derî werdigirt. Lê belê bi pandemiyê re ev derî hat girtin. Helbet şertên pandemiyê bila li ber çavan were girtin. Di çarçoveya tevdîran de divê ev derî were girtin. Daxwaza gelê Wanê jî ev e.”
 
‘LI ROJHILAT PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ DEST PÊ KIRIN E’ 
 
Bûldan anî ziman ku bi taybetî girtina deriyên sînor ên li bajarên herêmê neheqî û zilmek mezin a li ser xelkê ye û dixwazin gelê Wanê bi vî awayî ceza bikin û ji bo gelê Wanê sûdê ji aboriyê, îstîhdamê û dahatê sûdê wernegirin her cûre astengiyan ji wan re derdixin. Bûldan di dewama axaftina de wiha got: “Piştî çend rojên din wê li vê herêmê pîrozbahiyên Newrozê werin kirin. Pîrozbahiyên Newrozê ji niha ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin e. Bi betlaneya Newrozê re xelkê Îranê bi seferên balafirê wê bixwaze biçe Antalya, Îzmîrê, Stenbolê. Lê belê wê bi dolmîşê nikaribin derbasî Wanê bibin. Yanî wê bi balafiran şewb belavî wan nebe lê wê bi dolmîşan bibe. Ev yek tam jî cot standartiye. Em vê qebûl nakin. Me xwest em carek din vê daxwaza gel, esnaf û turîzmvanên Wanê bînin ziman. Bila gelê Wanê viya dizanibe; HDP wê her cûre daxwaziya we li her cihî bîne ziman û tevî astengiyan jî wê ji bo we têbikoşe. Wê kes nikaribe bikeve pêşiya viya. Em carek din destnîşan dikin; divê Deriyê Sînor yê Kapikoyê bi awayek li gorî şertên padnemiyê bi lezgînî were vekirin. Heke derî vebibe belkî kesên ji kar û nanê xwe bûne carek din vegerin ser karên xwe. Daxwaza gelê Wanê ev e. Em jî piştgiriya vê daxwazê dikin.” 
 
Bûldan piştî daxuyaniyê li gel şandeya xwe derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Serayê bû. Bûldan xelkê li vir wan pêşwazî kir silav kir û pişt re derbasî navçeya Qelqeliyê bû. 
 

Sernavên din

23/02/2021
17:02 Danişîna rojnameger Demîr hat taloqkirin
17:01 Piştevaniya Mor: Ji înadê re azadî ji înadê re tekoşîn
16:41 Malpera ajansa me carek din hat astengkirin
16:41 HDP çû serdana malbata Akbaşli
16:31 HDP'a Kocaelî: Dest nedin vîna min
16:30 Hatîmogûllari: Bi yekitiya neteweyî êrîş dikarin bên astengkirin
16:17 Tabloya tundiya zilam îro jî neguherî
15:43 TJA'yê banga beşdariya starta 8'ê Adarê li jinan kir
15:23 Esnafên Wanê ewil xwestin deriyê sînor vekin
15:20 Onlu: Em ê bênavber têbikoşin
14:44 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Dê serhildana me daneyê
14:44 Piştî 5 mehan cenazeye Înce radestî malbata wî hat kirin
14:24 Karkeran biryara xwe ya greve bi deriye şaredariyê ve kirin
14:10 Bûldan: Ji Garê direvin, çimkî sûcdar in
Heke em wan sozê we daye me eşkere nekin, em jî nemerd in
13:52 Derbarê Ozhasekî û Şener de serlêdana sûc
13:19 Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F îdiaya întîharê
13:17 Yekemîn danişîna rojnameger Gok ku bi cezayê 20 salan tê darizandin hat dîtin
13:00 Piştgiriya ji bo Gergerlîoglû: Em ê meşa parastina mafê mirovan bidomînin
11:58 Mele Îzzettîn Ege hat binçavkirin
11:50 Li Amedê kesek hat binçavkirin
11:17 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
11:10 Li Mîdyadê êrîşeke çekdarî
10:44 Wê HDP rapora qeyûman aşkera bike
09:13 Berwarî: Xeyalên Erdogan û Neo-Osmanî li Garê têkçûn
09:13 Dayikên girtiyan: Tecrîdê rakin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 89'emîn de didome
09:12 Xizmên girtiyan: Em dengê xwe bilind bikin da ku em bi ser bikevin
09:11 Noémy Lévy-Aksû: Bexwedana Bogazîçiyê mafdar û wêrek e
09:11 'Blokên betonî ji bo tirsê tên bikaranîn'
09:10 Pêkhateyên BMG'ê: Tecrîd binpêkirina mafên her kesekî ye
09:09 'Qirkirina jinan ji ber newekheviya cinsî ye'
09:08 Karkera ku ji kar hat derxistin: Kod 29 polîtîkaya tecrîdê ye
09:08 Di şevekê de bi sedan dar rakirin
09:07 Tevdîrên bi têlan hatine girtin kêm in
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2021'AN
22/02/2021
20:47 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
17:43 Parazvanên mafên mirovan: Em li cem Gergerlîsoglu ne
Gergerlîoglu: Dixwazin millet bêdeng bikin
17:11 Peyama Roja Zimanê Zikmakî: Ne rojek tenê em her roj li zimanê xwe xwedî derkevin
16:09 TJA: Îftîraya li Taşdemîr hat kirin li têkoşîna azadiya jinê hatiye kirin
15:52 Pervîn Buldan karsaz ziyaret kirin û li wan guhdar kir
15:52 Li Edeneyê starta kampanya “Ji bo jinan edalet” hat dayîn
15:39 Komeleya Jinan a Starê: Bêcezakirin kujeran wêrek dike
15:38 Xwendekaran li dijî qeyûman kampanya dan destpêkirin
15:29 Li Dêrazorê jinek bi îşeknceyê hat qetilkirin
15:12 HDP’a Cizîrê dersa kurdî da
14:39 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Jiyan Taş birî
14:34 Ji Taşdemîr ji bo Soylû: Dîmen li ku derê ne?
14:33 TJA, di 26 Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê dike
14:07 Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin
14:00 Faîlê tundiyê piştî 6 rojan hat girtin
13:46 Ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn birîn
13:45 Gergerlîoglu: Ez serî natewînim
13:30 Li Pendîkê jinek hat qetilkirin
13:07 Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê
12:52 Derbarê lêpirsîna rojnamevan Altay de biryara dozvenekirinê
12:32 DÎB: Divê ji bo Garê lêpirsîn were destpêkirin
12:23 Faîlê destdirêjkar ji binpêkirinê hat girtin
12:14 Bûldan: Divê Deriyê Sînor ê Kapikoyê li tavilê were vekirin
10:52 Dîmenên şikefta li Garê hatin weşandin
10:40 Li Farqînê 21’ê Sibatê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
09:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina derve
09:05 Mexdûrên erdhejê: Dewletê alîkarî nekir
09:05 Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina greva birçîbûnê kirin
09:05 Hunermend piştgiriyê didin Bogazîçiyê: Heta ku derê tirs û bindestî?
09:05 Jinên ji bo zimanên xwe têdikoşin: Ji bo parastina zimanan em hatine ba hev
09:00 ROJEVA 22'YÊ 2021'AN
07:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 88'emîn de didome
21/02/2021
20:36 77 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:53 Zarokê 17 salî Kadir Akar li girtîgehê darvekirî hat dîtin
Parêzer: Ev zarok 17 salî bû, ne kesê xwe darve bike ye
15:13 Li naverasta kolanê tundiya polîsan!
14:35 Şandeya Şengalê serdana Tevgera Goran kir
14:25 Karkerên înşatê li dijî bişaftinê ziman diparêzin
13:57 CHP: Îqtîdar dîsa li Torosên Spî xwedî derdikeve
12:37 Malên Gel xelat da ajansa me
12:01 DEMDER: Qirkirina ziman sûcê mirovahiyê ye
12:00 Ji bo kurdî kampanya îmzeyan didin destpekirin
11:29 Atabey: Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî pêdiviyek bingehîn e
11:04 Wezîran 12 hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hiştin
10:37 Soylû wê kir armanc, serdozgeriyê jî lêpirsîn da destpêkirin
10:10 'Gora Cemîl hêj vekirî ye'
10:09 Ji bo xezîneyê tirbeya 700 salî hat rûxandin
09:48 'Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikare pirsgirêka kurd çareser bike'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 87'emîn de didome
09:31 Farqînî: Ziman gava neyê axaftin winda dibe kor dibe
09:06 Walîtiya Mêrdînê çalakî û şahî qedexe kirin
09:04 ‘Tiştên li Bogazîçiyê û tiştên li Colemêrgê qewimîn girêdayî hev in'
09:04 Pirsgirêka sereke ya penaberan ziman e
09:03 Ji ber heman çalakiyê derbarê 7 kesan de îdianame, derbarê 3 kesan de biryara neşopandinê
09:03 ‘Heger zimanê me bê jibîrkirin em ê nemînin'
09:03 Derba kuştinê lêxist, lê hat berdan
09:02 Bi hinceta 'mesafeya fîzîkî' 296 hezar TL ceza birîn
09:02 Ocalan: Asta pêşketina ziman asta pêşketina jiyanê ye
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'AN
20/02/2021
22:18 Li Hezexê kesek hat kuştin
21:13 Li Tirkiyeyê 80 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:09 Ji Gunay bersiva Ozhasekî: Hûn ê biçin
15:35 Walitiya Êlihê daxwaza edaletê wekî “navtêdanê” dît
15:33 Bersiva pêşnûmepirsa Komkujiya Parîsê: Wezaret berpirsyar e
15:30 Bav û kur dawî li jiyana xwe anîn