Peyama Roja Zimanê Zikmakî: Ne rojek tenê em her roj li zimanê xwe xwedî derkevin

  • rojane
  • 17:11 22 Sibat 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran ji bo Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî hatin dayîn û wiha hat gotin: “Ne rojek em her roj xwedî li zimanê xwe derkevin û em zimanê xwe biparêz in.” 

Bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê sazî û rêxistinan li gelek bajaran daxuyanî dan û panelan li dar xistin. 
 
ÎZMÎR
 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta li Îzmîrê bi rasthatina rojê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Komeleyê Alî Yalçinkaya daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir ku di sedsala 21’emîn de gelê kurd ji ziman û çanda wan bêpar hatine hiştin. Yalçinkaya got: “Ne rojekê her roj zimanê me bi êrişan re rûbirû ye. Ji ber vê yekê ne rojekê her roj divê em ji bo zimanê xwe bixebitin, biaxivin û biparêz in.” 
 
DERSIM
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Dersimê jî bi minasebeta rojê li avahiya xwe panel li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Kemal Bulbul û kurdolog Narîn Gezgor wek axivêr beşdarî panelê bûn û her wiha gelek kes di panelê de amade bûn. Pankarta bi zaravayê kirmanckî ““Ju zon kê vindî bo, ju sar kî mireno” hat daliqandin. Axivêra di panelê de bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî û her wiha zimanên din ên bi talûkeyê re rûbirû ne û destnîşan kirin ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê neyê astengkirin. 
 
STENBOL
 
Pêkhateyên Tevgare Jinen Azad (TJA) jî bi wesîleya rojê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sancaktepe ya Stenbolê bi dirûşma “Zimanê me hebûna me ye” panel li dar xist. Gelek kes û aktîvîstên TJA’yê beşdarî panelê bûn û pankartê “Zimanê me hebûna me ye! Zıwane ma estbiyayişe ma yo!” hat daliqandin. Panelê bi xwendina helbest û çîrokan dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Sûna Kaymaz di panelê de axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û got zextên li ser kurdî ne niha ne û ji destpêka avakirina komara Tirkiyê ve ev polîtîkayên pişaftinê didomin. Kaymaz got zimanê wan her tiştê wan e. 
Panel li ber kilamên dengbêjan bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî li avahiya rêxistina xwe ya Navçeya Seyhanê daxuyanî da.  Rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn û Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya bi KHK’ê hat girtin Giyasettîn Gumuş axivî û destnîşan kir ku ew ê her xwedî li zimanê xwe derkevin û heke ew xwedî li zimanê xwe derkevin wê zimanê wan winda nebe. 
 
Daxuyanî bi kilamên dengbêj Hediye Erkendî û stranên Koma Ş. Azadî bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN
 
Sendîkaya Egîtîm Senê ya Şaxa Mêrsînê jî bi wesîleya 21’ê Sibatê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Sekretera Şaxê Dûygû Taner axivî û behsa girîngiya rojê kir û xwest astengiyên li pêşiya zimanan werin rakirin. 
 
ANTALYA
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Antalyayê jî li avahiya xwe ji bo 21’ê Sibatê daxuyanî da û pîroz kir. 
 
ÊLIH
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî li avahiya Şaxa Genel-Îşê ya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist û 21’ê Sibatê pîroz kir. Nûnerên sazî û dezgehan beşdarî civînê bûn û pankarta “Perwerdehiya bi zimanê xwe xeta me ya sor e” daliqandin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî û destnîşan kir ku îqtidara AKP-MHP’ê êrişî zimanê zimanê kurdî dike û dixwaze zimanê me tune bike. 
 
Pişt re li ser navê Platformê Ramazan Bîlmez daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî. 
 
AMED
 
Li Amedê jî Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamya (MED-DER) li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û daxuyaniya bi zaravayê kurmancî Elmas Kan xwend û daxuyaniya bi zaravayê kirmanckî (dimilkî) jî Rêzan Aktûlûm xwend û di daxuyaniyan de hat xwestin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. 
 
RIHA 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Rihayê jî bi wesîleya 21’ê Sibatê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Siwêregê panel li dar xist. Gelek kes beşdarî panelê bûn û pankarta “Her netew bi zimanê xwe heye” hat daliqandin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen û Endama Koma Xebatê ya Vate Netîce Altûn Demîr wek axivêr beşdarî panelê bûn. 
 
Di axaftinên panelîstan de hat destnîşankirin ku divê kurd êrişên li ser ziman û çanda kurdî werin deşîfrekirin. Panelîstan anî ziman ku nêzîkatiya li hemberî kurdî sed sal in neguherî ye û xwestin dewlet dev ji polîtîkaya pişaftinê berde. 
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

23/02/2021
17:02 Danişîna rojnameger Demîr hat taloqkirin
17:01 Piştevaniya Mor: Ji înadê re azadî ji înadê re tekoşîn
16:41 Malpera ajansa me carek din hat astengkirin
16:41 HDP çû serdana malbata Akbaşli
16:31 HDP'a Kocaelî: Dest nedin vîna min
16:30 Hatîmogûllari: Bi yekitiya neteweyî êrîş dikarin bên astengkirin
16:17 Tabloya tundiya zilam îro jî neguherî
15:43 TJA'yê banga beşdariya starta 8'ê Adarê li jinan kir
15:23 Esnafên Wanê ewil xwestin deriyê sînor vekin
15:20 Onlu: Em ê bênavber têbikoşin
14:44 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Dê serhildana me daneyê
14:44 Piştî 5 mehan cenazeye Înce radestî malbata wî hat kirin
14:24 Karkeran biryara xwe ya greve bi deriye şaredariyê ve kirin
14:10 Bûldan: Ji Garê direvin, çimkî sûcdar in
Heke em wan sozê we daye me eşkere nekin, em jî nemerd in
13:52 Derbarê Ozhasekî û Şener de serlêdana sûc
13:19 Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F îdiaya întîharê
13:17 Yekemîn danişîna rojnameger Gok ku bi cezayê 20 salan tê darizandin hat dîtin
13:00 Piştgiriya ji bo Gergerlîoglû: Em ê meşa parastina mafê mirovan bidomînin
11:58 Mele Îzzettîn Ege hat binçavkirin
11:50 Li Amedê kesek hat binçavkirin
11:17 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
11:10 Li Mîdyadê êrîşeke çekdarî
10:44 Wê HDP rapora qeyûman aşkera bike
09:13 Berwarî: Xeyalên Erdogan û Neo-Osmanî li Garê têkçûn
09:13 Dayikên girtiyan: Tecrîdê rakin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 89'emîn de didome
09:12 Xizmên girtiyan: Em dengê xwe bilind bikin da ku em bi ser bikevin
09:11 Noémy Lévy-Aksû: Bexwedana Bogazîçiyê mafdar û wêrek e
09:11 'Blokên betonî ji bo tirsê tên bikaranîn'
09:10 Pêkhateyên BMG'ê: Tecrîd binpêkirina mafên her kesekî ye
09:09 'Qirkirina jinan ji ber newekheviya cinsî ye'
09:08 Karkera ku ji kar hat derxistin: Kod 29 polîtîkaya tecrîdê ye
09:08 Di şevekê de bi sedan dar rakirin
09:07 Tevdîrên bi têlan hatine girtin kêm in
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2021'AN
22/02/2021
20:47 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
17:43 Parazvanên mafên mirovan: Em li cem Gergerlîsoglu ne
Gergerlîoglu: Dixwazin millet bêdeng bikin
17:11 Peyama Roja Zimanê Zikmakî: Ne rojek tenê em her roj li zimanê xwe xwedî derkevin
16:09 TJA: Îftîraya li Taşdemîr hat kirin li têkoşîna azadiya jinê hatiye kirin
15:52 Pervîn Buldan karsaz ziyaret kirin û li wan guhdar kir
15:52 Li Edeneyê starta kampanya “Ji bo jinan edalet” hat dayîn
15:39 Komeleya Jinan a Starê: Bêcezakirin kujeran wêrek dike
15:38 Xwendekaran li dijî qeyûman kampanya dan destpêkirin
15:29 Li Dêrazorê jinek bi îşeknceyê hat qetilkirin
15:12 HDP’a Cizîrê dersa kurdî da
14:39 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Jiyan Taş birî
14:34 Ji Taşdemîr ji bo Soylû: Dîmen li ku derê ne?
14:33 TJA, di 26 Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê dike
14:07 Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin
14:00 Faîlê tundiyê piştî 6 rojan hat girtin
13:46 Ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn birîn
13:45 Gergerlîoglu: Ez serî natewînim
13:30 Li Pendîkê jinek hat qetilkirin
13:07 Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê
12:52 Derbarê lêpirsîna rojnamevan Altay de biryara dozvenekirinê
12:32 DÎB: Divê ji bo Garê lêpirsîn were destpêkirin
12:23 Faîlê destdirêjkar ji binpêkirinê hat girtin
12:14 Bûldan: Divê Deriyê Sînor ê Kapikoyê li tavilê were vekirin
10:52 Dîmenên şikefta li Garê hatin weşandin
10:40 Li Farqînê 21’ê Sibatê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
09:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina derve
09:05 Mexdûrên erdhejê: Dewletê alîkarî nekir
09:05 Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina greva birçîbûnê kirin
09:05 Hunermend piştgiriyê didin Bogazîçiyê: Heta ku derê tirs û bindestî?
09:05 Jinên ji bo zimanên xwe têdikoşin: Ji bo parastina zimanan em hatine ba hev
09:00 ROJEVA 22'YÊ 2021'AN
07:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 88'emîn de didome
21/02/2021
20:36 77 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:53 Zarokê 17 salî Kadir Akar li girtîgehê darvekirî hat dîtin
Parêzer: Ev zarok 17 salî bû, ne kesê xwe darve bike ye
15:13 Li naverasta kolanê tundiya polîsan!
14:35 Şandeya Şengalê serdana Tevgera Goran kir
14:25 Karkerên înşatê li dijî bişaftinê ziman diparêzin
13:57 CHP: Îqtîdar dîsa li Torosên Spî xwedî derdikeve
12:37 Malên Gel xelat da ajansa me
12:01 DEMDER: Qirkirina ziman sûcê mirovahiyê ye
12:00 Ji bo kurdî kampanya îmzeyan didin destpekirin
11:29 Atabey: Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî pêdiviyek bingehîn e
11:04 Wezîran 12 hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hiştin
10:37 Soylû wê kir armanc, serdozgeriyê jî lêpirsîn da destpêkirin
10:10 'Gora Cemîl hêj vekirî ye'
10:09 Ji bo xezîneyê tirbeya 700 salî hat rûxandin
09:48 'Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikare pirsgirêka kurd çareser bike'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 87'emîn de didome
09:31 Farqînî: Ziman gava neyê axaftin winda dibe kor dibe
09:06 Walîtiya Mêrdînê çalakî û şahî qedexe kirin
09:04 ‘Tiştên li Bogazîçiyê û tiştên li Colemêrgê qewimîn girêdayî hev in'
09:04 Pirsgirêka sereke ya penaberan ziman e
09:03 Ji ber heman çalakiyê derbarê 7 kesan de îdianame, derbarê 3 kesan de biryara neşopandinê
09:03 ‘Heger zimanê me bê jibîrkirin em ê nemînin'
09:03 Derba kuştinê lêxist, lê hat berdan
09:02 Bi hinceta 'mesafeya fîzîkî' 296 hezar TL ceza birîn
09:02 Ocalan: Asta pêşketina ziman asta pêşketina jiyanê ye
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'AN
20/02/2021
22:18 Li Hezexê kesek hat kuştin
21:13 Li Tirkiyeyê 80 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:09 Ji Gunay bersiva Ozhasekî: Hûn ê biçin
15:35 Walitiya Êlihê daxwaza edaletê wekî “navtêdanê” dît
15:33 Bersiva pêşnûmepirsa Komkujiya Parîsê: Wezaret berpirsyar e
15:30 Bav û kur dawî li jiyana xwe anîn