NAVENDA NÛÇEYAN – Heşdî Şabiyê, li Şengalê nûçegîhanên Rûdawê Tahsîn Kasim û Naîf Îdo desteser kirin.
Hat diyarkirin ku Hêzên Tûgaya 21’emîn a Heşdî Şabiyê, li Şengalê nûçegîhanên Rûdawê Tahsîn Kasim û Naîf Îdo desteser kirin. Li gorî nûçeya Rûdawê ya têkildarî mijarê amûr û qamerayên rojnamegeran hatine desteserkirin û nayê zanîn ku wan bi kuderê ve birine.