'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'

  • rojane
  • 09:11 27 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Parêzerên ku ji bo Mûrat Koç ê ku nexweşîna SMA'yê pê re heye, daxilî nav kampanyaya "Ji bo Mûrat bibe nefes" bûne, anîn ziman ku heya niha 500 hezar TL berhev kirine, lê belê ev pere têra tedawiyê nake. Parêzeran bang li her kesî kir ku piştgiriya kampanyayê bikin. 

Li Îdirê kurê Sakîne û Yaşar Koç, Mûrat Koçê 7 mehî li hemberî nexweşîna Spînal Muskuler Atrofî (SMA) Tîp 1 li ber xwe dide. Di sala 2015 û 2017'an de du zarokên malbata Koçê ji ber vê nexweşînê jiyana xwe ji dest dane. Lewma malbat jî ji bo ku Mûrat Koç bijî, kampanyaya alîkariyê daye destpêkirin. Parêzer jî di nav de gelek kes daxilî nav kampanyayê bûne. Kampanyaya ku bi dirûşmeya "Ji bo Mûrat bibe nefes" hatiye destpêkirin, 4 meh in didome. Ji bo tedawiya Mûrat pêdivî bi 17 milyon TL'yî heye. Lê belê hê ev pere nehatiye berhevkirin. 
 
‘WEXT KÊM E' 
 
Xalê Mûratê 7 mehî Parêzer Mûrat Arksak, anî ziman ku du birayên Mûrat jî ji ber nexweşîna SMA'yê jiyana xwe ji dest dane. Arksak, bilêv kir ku çendî ku malbata tedawî bûye jî, lê belê cardin Mûrat bi vê nexweşînê ketiye û ev nexweş, di nav nexweşên SMA'yê de nexweşên herî giran in. Arksak got: "Ji ber ku rewşa wî giran e, wextê me pir kêm maye." 
 
DAXUYANIYÊN WEZARETÊ NE RAST IN 
 
Arksak gotinên Wezareta Tenduristiyê bibîr xistin ku bi israra dibêje, "Em van zarokan tedawî dikin. SGK, dermanên wan dide" û got: "Ev daxuyanî kuliyen nerast in." Arksak, detnîşan kir ku dermanê vê nexweşînê Zolgensma ye û got: "Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ev derman pesend kiriye û li hin welatan belaş e. Lê Tirkiye vî dermanî nayne." 
 
Arksak, bilêv kir ku li Tirkiyeyê zarokên ku hatibin tedawîkirin û baş bûbin tune ne. 
 
'EM BIBIN DENGÊ WAN' 
 
Arksak, bibîr xist ku kampanyaya ji bo Mûratê 7 salî hatiye destpêkirin nêzî 4 meh in didome û got: "Berî ku ev nexweşîn texrîbateke mezin tê de çêbike, rojek berî rojekê divê derman bê peydakirin. Li Tirkiyeyê Mûrat ne bi tenê ye. Ev ji bo me rojeveke cidî ye, lê qada siyasetê deng ji xwe nayne. Malbat, bi derfetên xwe kampanyayê bi rê ve dibin. Piranî jê nikarin dengê xwe ragihînin. Dewlet alîkariyê nake." 
 
Arksak, bilêv kir ku Wezareta Tenduristiyê soz daye ku dê derman bîne Tirkiyeyê û got: "Tim soz dide, lê heya niha pêk neaniye." 
 
Arksak, anî ziman ku ji ber ku rayedara xwe li bêdengiyê datşnin, ji mecbûrî kampanya dane destpêkirin û ew parêzer bi awayekî dilxwaz daxilî nav kampanyayê bûne û got: "Em hewl didin çareyekê ji malbatan re bibînin. Em hewl didin bibin dengên malbatan. Niha pitikek gav bi gav ber bi bênefesiyê ve diçe. Heger dilê me yî ku em bixwazin bibin nefes hebe, ê ev bi piştaveniyê bibe." 
 
‘ME TEVNA DILXWAZIYÊ AVA KIR' 
 
Parêzer Meltem Ozel jî diyar kir ku gava pê hesiyane, ew parêzer li hev kom bûne û dste bi berhevkirina alîkariyê kirine. Ozel got: "Me parêzeran tevneke dilxwaziyê ava kir. Em parêzerên vê tevnê, li ser medyaya civakî xwedigihînin mirovan. Em bi weşanên zindî dilxwazan zêde dikin. Heger hûn bi kampanyaya ku we bi 10 kesan daye destpêkirin nikaribin hejmara dilxwazan zêde bikin, mixabin ne ê ev kampanya pir bi ser nekeve." 
 
Ozel, anî ziman ku lê dîsa jî wisa hêvî dikin dê kampanyaya wan bi ser bikeve û xwest ji destê kê çi tê bike. 
 
‘EM BAWER IN' 
 
Parêzera dilxwaz Şehrîban Parlak jî anî ziman ku her roj bi hunermend, rojnamevan û rewşenbîran re weşanan dikin û got: "Hê em di destpêka kampanyayê de ne. Heya niha me 500 hezar TL berhev kiriye. Lê di ser 2 milyon dolarî re pere divê, ji bo tedawiyê. Em bawer dikin ku em ê karibin vî pereyî berhev bikin." 
 
‘BIBIN NEFESA MÛRAT' 
 
Parlak bang li her kesî kir ku daxilî nav kampanyayê bibin û ji bo Mûrat "bibin nefes". 
 
Parêzer Baran Albayrak jî anî ziman ku bi rêya medyaya sosyal hay ji kampanyayê çêbûye û paşê bûye dilxwazê kampanyayê. Albayrak got: "Em hewl didin ku bibin dengê zarokan." 
 
HÊVΠ
 
Albayrak, destnîşan kir ku dixwazin ev kampanya ji bo zarokên din jî bibe hêvî û bang kir: "Ji destê kê çi tê divê bike." 
 
Agahiyên ji bo piştgiriya kampanyayê ev in:
 
"İBAN TR54 0001 0021 8868 5201 3650 01
ZiRAAT BANKASI 
ALICI: SAKİNE KOÇ
AÇIKLAMA: MURATA NEFES OL"
 
Pêwendî: Bebeğin babası Yaşar Koç: 0 537 432 91 76
 
MA / Kadîr Guney 

Sernavên din

02/03/2021
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin