Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nîhat Kaya, diyar kir ku operasyona Garê derûniya “tirsê” ya hatibû avakirin ji holê rakir û got: “AKP’ê ji bo jibîrkirina Garê, bi armanca ‘serkeftineke erzan’ xwest êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, lê ew bi xwe têk çû.” 

Dengvedan operayona TSK’ê ya bi 41 balafirên şer û hezek mezin a eskerî di 10’ê Sibatê de, êrîş bir ser herêma Garê ya dikeve Başûrê Kurdistanê dewam dike. Di operasyonê de, 3 eskerên payebilind, 12 esker, polîs û endamên MÎT’ê yên ji aliyê PKK’ê ve hatibûn dîl girtin û yek jî hemwelatiyê Iraqê, bi giştî 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî operasyona ku di rojava Tirkiyeyê de cih xwe girt, her çiqasî rayedarên desthilatdariyê behsa “serkeftinê” kirin jî, di raya giştî de operasyon weke binkeftinê hat nirxandin û berpirsiyarê vê yekê jî weke desthilatedarî hat dîtin. Partiyên mûxalîf ên di her rewşên şer û operasyonan de, her tim piştgirî didan desthilatdariyê jî, piştî salên dûr û dirêj yekemîn car, li dijî desthilatdariyê derketin û ev binkeftina wê rexne kirin. 
 
Di analîz û nîqaşên piştî operasyonê hatin kirin de jî, ev nirxandin hatin kirin: “Guhertina hevsengiyên hêzên li herêmê pêkane û Hikumeta Kurdistana Federe wê di têkiliyên xwe yên bi AKP’ê re de, bikeve pêvajoyek nû.”
 
Rojnameger Nihat Kaya yê ku bi salên dûr û dirêje li herêmê rojnamegertiyê dike, pêşketinên herî dawî ji ajansa me re nirxandin.
 
ÇIMA GARÊ TERCÎH KIRIN?
 
Kaya, diyar kir ku dema ew di warê siyasî û eskerî de tiştên li Garê hatin jiyîn digirin dest, ev rewş ji bo AKP bi binkeftinek mezin bi encam bû û wiha axivî: “Desthilatdariyê piştî operasyonê, mûxalef kir hedef. Dema ku operasyon hat plankirin jî, mûxalefet di hedefê de bû. AKP her tim siyasetekê ku mûxalifê dike hedefa xwe bi rêve dibe. Bi vî awayî têgîneke gefê ava dike û hewl dide mûxalefetê bêdeng bike. Di dema Efrînê de jî ev yek kir. Di dema Lîbyayê de jî wiha kir. Di heman demê de, li Karabag, Girê Spî û Serêkaniyê de jî bi heman rê û rêbazan tevgeriya.”
 
Kaya, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku helwesta rêveberiya nû ya DYA’yê nedihat zanîn ji ber wê li şûna Şengal û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî Garê operasyon hat lidarxistin. AKP’ê ji bo ku hêzên navneteweyî bertek nîşan nedin, ji ber wê Garê tercîh kir. Jixwe awayê operasyonê jî dişibe operasyona DYA’yê ya li dijî Serokê DAIŞ’ê ebûbekir el Bagdadî. Diyar ji wê îlham girtine û amadekarî hatiye kirin. Arman avakirina destaneke qehremantiyê bû. Bi rastî jî ger niyeta wan a xilaskirina dîlgirtiyan hebûya, dê tu carî operasyonek wiha lidarnexistibana. Hîn zêdetir xwestin hewayeke eskerên qehreman ava bikin û bi vê mûxaletefa hûndir bêdeng bikin. Lê her tim mîna di fîlman de nabe.” 
 
NÊZÎKATIYA CIVATA EREBAN
 
Kaya, dest nîşan kir ku AKP’ê li gorî nêrîna xwe, bi hiş û raman “serkeftin” li Sûriye, Lîbya û Karabagê bi dest xistiye, heman rewşê li Garê jî ava bike û wiha pê de çû: “Ev operasyon bû sedem ku li herêmê dengeyên hêzan ji nû de bên diyarkirin. Hikumeta navendî ya Iraqê, ji ber pirsgirêkên navxweyî pir gerim li operasyonê mêze nekir. Lê di heman demê de ji nedîtî ve hat. Hin komên di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP), ligel ku piştgirî dan operasyonê jî, piştî operasyonê pir bêdeng man. Ji ber ku operasyon bi ser neket, KDP’ê jî xwe paşve kişand. KDP’ê paşve gav avêt. Ev jî dide nîşandan, di hevsengiya hêzên herêmê de guhertin çêbûye. Operasyonên Tirkiyeyê yên li Ermenîstan, Lîbya, Behraspî û Sûriyeyê, bi hêzên navneteweyî paşve gav avêtibûn. Ji ber vê li hemberî Tirkiyeyê tirsek hatibû avakirin. Lê Garê ev derûniya tirsê ji holê rakir. Carek din, da nîşandan ku dikare Tirkiye bê binxistin. Encama ku Tirkiye, her tişta ku dixwaze nikare bi dest bixe da nîşandan. Ev jî bû sedem ku hem hêzên navneteweyî û hem jî gelên li herêmê helwesta xwe ji nû ve diyar bikin. Civata Erep jî, li dijî vê operasyonê derket. Hema bêje hemû beşên civata Erep daxuyanî dan. Her kes jî baş dizane ku bi vî awayî kesên dîlgirtî nayin rizgar kirin. Armanca Tirkiyeyê ew ku bi vê operasyonê axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê dagir bike.”
 
BANDORA WÊ YA LI SER HERÊMÊ
 
Kaya, da zanîn ku DYA’yê ji xwe bi daxuyaniya xwe ya ewil helwesta xwe danî holê û wiha bidawî kir: “Tirkiye li herêmê tenê maye. Helwesta KDP’ê jî ji ya berê ne cudaye. KDP ji ber têkiliyên xwe yên aboriyê, kirîn û firotina petrol û neftê, nikare xwe ji AKP’ê qût bike. Qedera AKP û KDP’ê bi hev ve girêdayî ye. AKP ji bo vê binkeftina xwe ya li Garê telafî bike û serketinekê erzan bi dest bixe, wê hewl bide ku Garê bide jibîr kirin. Ji bo vê wê amadekariya êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ji ber vê divê bergiriyên cîdî bên girtin.”
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

02/03/2021
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin