Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin

img

STENBOL - Serokê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku operasyona Garê sînorê bêçeseriya pirsgirêka Kurd nîşan da û wiha got: "Operasyona Garê hevsengiya siyaset ser û bin kir. Êdî kevir ji cihê xwe leqiya. Ji salên 1990'î heta 2015'an 368 esker hatin rizgarkirin." 

Tirkiye di 10'ê Sibatê de ji milê Başûrê Kurdistanê li dijî herêma Garê operasyona hewayî û bejayî pêk anî. TSK'ê bi tîm û hêzên taybet û bi balafirên şer ji hewayî û bejayî de operasyon li dar xist. Operasyonê 4 rojan berdewam kir. Di encama operasyonê de 13 esker, polîs û endamên MÎT'ê yên di destê PKK'ê de û 3 eskerên fermandar hatin kuştin. Her çend operasyon bi dawî bû jî niqaşên der barê operasyonê de didomin. Endamên Konseya KCK'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku esker, polîs û endamên MÎT'ê di êrişa hewayî, bombebaran û bombeyên gazê de û ji aliyê eskeran ve hatine kuştin. Endamên Konseyê daxuyanî dan û xwestin hêzên navneteweyî yên serbixwe li herêma operasyonê lêkolîn bikin. Endamên Konseyê xwestin heqîqet ronî bibe. 
 
Gelek nûner û rêxistinên sivîl û civakî, operasyon rexne kirin û bertek nîşanî helwesta hikûmetê dan ku heta niha çima bi rêya diyalogê esker û polîs teslîm negirtine. Her çend AKP, HDP'ê tawanbar bike jî lê HDP'ê gelek caran bi pêşniyarname û pirsnameyan ji meclîsê xwest ku pirsgirêkê bi hevre çareser bikin. 
 
Têkildarî operasyona Garê Serokê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku di şertê şerde ji bo heyet encamê bistîne divê bi herdu aliyên şer re hevdîtinan bike û wiha got: "Eger heyet karibe bi herdu aliyan re hevdîtin bike û aliyan înka bike dê karibe encamê bistîne. Divê ewlehiya can a heyetê jî bê stendin. Di van şertan de ne pêkan e ku heyetek serbixwe biçe herêmê lêkolîn bike. îro pirsgirêka Tirkiye ya sereke, Îqtîdar ji van hevditin û heyetan re girtî ye. Ne pêkan e hikûmet bi vê yekê qayil bibe. Di rojeva îtîfaqa AKP û MHP'ê ji çareseriyê bêtir afirandina pirsgirêkan heye. Di van şertan de heyet nikare encamê bistîne."
 
PÊDIVÎ BI DEMÊ HEYE
 
Tahmaz, anî ziman ku di şertê heyî de heyet nikare bi her alî lêkolîn bike û ji bo vê yekê pêdivî bi demê heye. Kesên di qada navneteweyî de ji aliyê der û dorek fireh ve bên qebûlkirin, an jî heyetek dijwar a hêzên navneteweyî dikarin têkevin nava tevgrê." 
 
BI RÊBAZÊN AŞTÎ Û DIYALOGÊ 368 ESKER HATIN RIZGARKIRIN
 
Rayedarên dewletê îdea dikin ku ji bo 13 kesên dîl hatine girtin ev operasyon pêk anîn. Lê em dibînin ku bi rêbazên aştiyane û diyalogê de ku kesan jiyana xwe ji dest nedane. Ji salên 1990’an heta 2015'an, bi erêkirina aliyan û navbênkariya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û kesen cuda, heta niha 368 esker hatin rizarkirin. Ji ber ku îqtidar tevgera siyasî ya Gelê Kurd  muhatab nagire û dijberî vê yekê dixwaze wê tune bike, rê li pêş van rêbazên diyalogê ya rizgarkirina eskeran girt. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, li gel malbatan ji bo kesên dîl hatine girtin serbest bên berdan, çûn bi rayedarên rêxistinê re hevdîtin kirin, lê endamên rêxistinê jî xwest rayedarên dewletê bi wan re têkeve diyalogê. Rojnameger Kemal Goktaş ev yek di 16'ê Sibata 2021'an de bi raporê aşkere kir." 
 
Tahmaz, destnîşan kir ku îqtîdara Tirkiyeyê di nava qeyranek kûr a siyasî de ye û wiha  “Em dibînin ku operasyona Garê bi awayekî dijwar hevsengiya siyasetê xera kiriye. Êdî kevir ji cihê xwe leqiya ne. 
 
ARMANC NE XELASKIRINA  ESKERAN BÛ
 
Tahmaz, diyar kir ku armanca operasyonê ne xelaskirina 13 eskeran bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye bi vê yekê qada operasyona eskerî fireh kir. Ji niha û şûnde dê di nava awa Herêma Federe a Kurdistanê de gelek operasyonan pêk bîne. Wekî demek dirêj li Rojava ev yek pêk anî, niha ev rêbaz li Başur jî test kir. Li hundir hêzên muxalif li dijî vê yekê bi ser neketin. Xwestin vê operasyonê jî bikin wekî operasyona ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtin û anîn Tirkiyeyê. Wezîrê Karên Hundir bi awayekî veşarî got "Di hedefê de Murat Karayilan heye." Eger bi vê yekê bi ser ketibûna wêkî operasyon bi ser ketibûya dê pênase kiribûna. Divê mirov wekî ku operasyon têk çûne nîşan nede. Yekem car 30 kilometre ketin hundirê sînor. Divê ev yek liber çavan bê girtin." 
 
Tahmaz, herî dawî anî zimanku operasyona Garê nîşana sînorê bêçareseriya pirsgirêka Kurd e û wiha bi dawî kir: "Êdî dê tu tişt wekî dema berê neyê nirxandin. Îqtîdar riziya ye. Ji bo xwe ji vê çavdêriyê rizgar bike, ê taktikên nû têxe meriyetê. Dê bi hemû hêza xwe tevgera siyaseta Kurd bike hedefa xwe. Ev operasyon di heman demê de ji bo îqtîdarê bû sînorek. Divê hêzên muxalif dîsa ji bo eskerên di destê PKK'ê de têkevin nava tevgerê. Divê li rêyek çar çareseriyê bigerin." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

02/03/2021
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin