Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir

  • jin
  • 13:03 1 Adar 2021
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê, bernameya xwe ya çalakiyên di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, bi şîara "Bi berxwedanê jin dimeşin azadiyê" li dar bixe, aşkere kir

 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bernameya xwe ya çalakiyên di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li dar bixe, aşkere kir. Meclîsa jinan bi boneya 8'ê Adarê wê heya heftiyekê bi şîara "Bi berxwedanê jin dimeşin azadiyê" her cure çalakiyan li dar bixe û dengê xwe bilind bikin. Meclîsa Jinan, dê li Êlih, Mêrsîn, Îzmîr, Antalya, Denîzlî, Eskîşehîr, Aydin, Kocaelî, Stanbol, Amed, Wan, Edene û Enqerê meşên girseyî û mîtîngahan pêk bîne. 
 
Bernameya 8'ê Adarê ya Meclîsa Jinan HDP'ê wiha ye:
 
EDENE 
 
1'ê Adarê: Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Edeneyê wê li ber avahiya navçeyê balonên mor bifirînin, bi vî rengî dest bi 8'ê Adarê bike.
2'ê Adarê: Li navçeya Ceyhanê wê şahiya jinê bê lidarxistin.
3'ê Adarê: Platforma Jinê ya Edeneyê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo piştevaniyê wê qertan ji jinên girtî re bişînin.
4'ê Adarê: Li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê wê govend bê gerandin û dengbêj hunera xwe pêşkêş bikin.
5'ê Adarê: Bi Platforma Jinê ya Edeneyê re wê li kolana Çandê starta 8'ê Adarê bê dayin, piştre belavok bên belavkirin.
8'ê Adarê: Tevî Platforma Jinê ya Edeneyê û TJA'yê wê li qada Ûgûr Mûmcû meş û mîtînge were lidarxistin.
 
MERSÎN
 
1'ê Adarê: Bi xeleka mor û dowîzan wê 8'ê Adarê dest pê bike.
3'ê Adarê: Li navçeya Akdenîzê wê şahî bê lidarxistin.
4'ê Adarê: Li Tarsûsê dîwana dengbêjiyê wê bê danîn. Ji bo girtiyan jî wê tevî ÎHD'ê qert bên şandin.
5'ê Adarê: Li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Yenîşehîrê wê sînevîzyon bê nîşandan, tevî Platforma Jinê ya Mersînê daxuyaniyeke hevpar bê dayin, kursiya azad bê danîn.
8'ê Adarê: Tevî Platforma Jinê ya Mersînê wê Meşa Şevê ya Femînîst bê lidarxistin.
 
OSMANIYE
 
8'ê Adarê: Meclîsa Jinê ya Osmaniyeyê ya HDP'ê wê şahiya bafirokan bê lidarxistin. Li avahiya partiyê jî sînevîzyon bê nîşandan, muzîk bê pêşkêşkirin.
 
ÊLIH
 
2'ê Adarê: Li navçeya Kercewsê wê serdana karkerên jin ên tekstîlê bê kirin.
3'ê Adarê: Li Hezroyê wê qert ji girtiyan re bê şandin. Li navçeya Qubînê jî serdana jinên li karê tekstîlê dixebitin bê kirin.
4'ê Adarê: Li bajarokê Bakirxanê hevdîtina jinê pêk were.
5'ê Adarê: Li navçeya navendî şahiya jinan, serdana esnafan wê bê kirin.
8'ê Adarê: Li Êlihê wê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê meş bê lidarxistin.
 
SEMSÛR
 
1'ê Adarê: Çalakiyên ji bo 8'ê Adarê wê dest pê bikin. 8 rojan wê li 8 navçeyan serdana jinan bê kirin.
5'ê Adarê: Li navçeya Kahtayê daxuyanî bê dayin.
8'ê Adarê: Platforma Jinê ya Semsûrê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê çalakiyê li dar bixin.
 
MÊRDÎN
 
1'ê Adarê: Li Parka Aştiyê ya Nisêbînê çalakiyên 8'ê Adarê wê dest pê bikin.
2'ê Adarê: Li Qoserê wê li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakî hebe. Li Dêrikê jî serdana esnafên jin bê kirin.
3'ê Adarê: Li Dêrik û Nisêbînê şahî bên lidarxistin, li Mêrdîn a kevn jî wê qurnefîl bên belavkirin.
4'ê Adarê: Li Şemrexê kombûna jinê, li taxa Kortekê ya Artûklûyê ji bo jinên girtî balon bên firandin, li Qoserê jî wê çalakiya xeleka mor hebin.
5'ê Adarê: Li Artûklûyê wê ji bo jinên girtî qert bên şandin, li Kerboranê şahî hebe û serdana bazarê bê kirin.
6'ê Adarê: Li Qoserê li qada Azadiyê qurnefîl bên belavkirin, li Stewrê li gundê Avınayê kombûna jinê wê pêk were.
8'ê Adarê: Li Mêrdîn a kevn wê çalakiya fînalê pêk were.
 
SÊRT
 
1'ê Adarê: 8'ê Adarê wê bi serdana esnafên jin dest pê bike.
2'ê Adarê: Kombûna jinê pê were, serdanên malan, serdanên jinên li karê tekstîlê dixebitin wê hebe.
3'ê Adarê: Wê serdana jinên karkerên çandiniyê bê kirin.
4'ê Adarê: Li Misricê wê kombûna jinê hebe, serdana jinên kedkarên tekstîlê bê kirin.
5'ê Adarê: Li gundan kombûna jinan. Li navçeya Baykanê wê serdana malan bê kirin.
6'ê Adarê: Çapemeniya xwecihî û esnafên jin wê bên ziyaretkirin. Li taxan jî wê serdana malan hebin.
7'ê Adarê: Li bazara taxê wê serdana esnafan bê kirin, qurnefîl bên belavkirin û ji bo 8'ê Adarê bang bê kirin.
8'ê Adarê: Li avahiy HDP'ê ya Bajêr wê şahî bê lidarxistin.
 
RIHA
 
1'ê Adarê: Çalakiyên 8'ê Adarê wê li Parka Alî Şellî dest pê bikin.
2'ê Adarê: Li dijî talana ekolojiyê û qirkirina jinê wê şitil bên çandin. Li navçeyan hemûyan wê ji bo jinên girtî qertên piştevaniyê bên şandin.
3'ê Adarê: Li Pirsûsê wê konvoya 'Jin a Mor' pêk were. Li navenda bajê qurnefîl li jinan bên belavkirin. Li rêxistina navçeyê kombûna jinê wê pêk were.
4'ê Adarê: Li Serêkaniyê wê serdana kedkarên jin ên tekstîlê bê kirin, qurnefîl bê belavkirin. Li Wêranşarê qurnefîl wê bê belavkirin.
5'ê Adarê: Li Xelfeetiyê ji bo jinên hatin qetilkirin wê qurnefîlan deynin nava Çemê Firatê, balon bên firandin û kombûna jinan wê pêk were.
8'ê Adarê: Li navenda bajêr wê şahî bê lidarxistin.
 
DERSIM
 
1'ê Adarê: Bi kombûna jinê wê 8'ê Adarê dest pê bike.
8'ê Adarê: Li dijî gotinên nefretê, li dijî lêgerîna bi rengê tazîkirî û li hemberî tundiya zayendî wê çalakî bên lidarxistin.
 
AMED
 
1'ê Adarê: 8'ê Adarê wê li Parka Xezal bi daxuyaniyê dest pê bike, piştre qert ji girtiyên jin re bên şandin.
2'ê Adarê: Li Çinarê kombûna jinê wê pêk were.
8'ê Adarê: Li qada Stasyonê wê mîtîng were lidarxistin.
 
ŞIRNEX
 
1'ê Adarê: Li navçeyan hemûyan wê ji jinên girtî re qert bên şandin. Li bajarokê Kûmçati wê qurnefîl bên belavkirin û kombûna jinan pêk were.
2'ê Adarê: Li Cizîrê bernameya dengbêjan, li Silopiyayê jî wê qurnefîl li Dayikên Aştiyê bê belavkirin.
3'ê Adarê: Li bajarokê Balvegerê li dijî tundî û zexta li jinê wê hevpeyvîn pêk were.
4'ê Adarê: Li Şirnexê wê serdana esnafan bê kirin, qurnefîl bê belavkirin, serdana goristanan bê kirin. Li Silopiyayê wê qurnefîl li esnafên jin bên belavkirin.
5'ê Adarê: Li Qilabanê wê serdana goristanê bê kirin, qurnefîl bê belavkirin û serdana dayikên Roboskî bê kirin.
5'ê Adarê: Li Silopiyayê wê şahî hebe.
 
DÎLOK
 
8'ê Adarê: Li pêşiya girtîgeha ku jin lê girtî ne wê daxuyanî bê dayin.
 
ÎZMÎR
 
2'ê Adarê: Li navçeya Alîaga li taxa Helvaci wê belavok bên belavkirin.
3'ê Adarê: Li navçeya Karşiyakayê wê belavok bê belavkirin.
4'ê Adarê: Li taxa Şemîklerê ya Karşiyakayê belavok bên belavkirin. Li Çeşmeyê belavok û qurnefîl bê belavkirin. Li navçeyên Balçova, Narlidere, Guzelbahçe û Ûrlayê wê serdana keştiyên masîgiran bê kirin.
5'ê Adarê: Li Torbaliyê wê serdana karkerên çandiniyê bê kirin, qurnefîl û belavok bên belavkirin. Li Bûcayê wê li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê ji bo jinan taştê bê dayin. Li Konakê jî kursiya azad bê danîn.
8'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya bajêr wê çalakî bê lidarxistin. Li Alîagayê belavok bê belavkirin, li avahiya rêxistina HDP'ê ya Karşiyakayê taştê bê dayin, qurnefîlan wê deynin nava deryayê. Tevî Platforma Jinê ya Îzmîrê wê li ber OSYM ber bi Navenda Çandê ya Turkan Saylan meş bê lidarxistin.
 
AYDIN
 
2-3-4'ê Adarê: Serdana jinên karkerên çandiniyê bê kirin.
8'ê Adarê: Bi Platforma Jinê ya Aydinê re wê li qada bajêr meş bê lidarxistin.
 
ANTALYA
 
1'ê Adarê: Li kolaka Egîtîm-Senê ya Antalyayê wê ji bo çalakiyên 8'ê Adarê bang bê kirin. Li taxa Şafakê çalakiyên 8'ê Adarê li parkê dest pê bikin.
4'ê Adarê: Li Şaxê Gulluk a PTT'ê wê qertê piştevaniyê ji girtiyên jin re bên şandin.
5'ê Adarê: Li Kepezê wê fîlm bê nîşandan, kombûna bi jinan re pêk were.
8'ê Adarê: Bi Platforma Jinê re meşek bê lidarxistin.Li Uçkapilarê Meşa Şevê ya Femînîst wê hebe.
 
DENÎZLÎ
 
8'ê Adarê: Bi Platorma Jin bi hev re xurt e wê li Parka Candoganê daxuyanî bê dayin û piştre jî ber bi avahiya şardariyê ve meşek bê lidarxistin.
 
COLEMÊRG
 
1'ê Adarê: Li navenda bajêr wê 8'ê Adarê dest pê bike û qertên piştevaniyê ji girtiyan re bên şandin.
2'ê Adarê: Li navçeya Çelê wê serdana esnafên jin bê kirin û qurnefîl li wan bê belavkirin.
3'ê Adarê: Li gundê Aşûtê yê Çelê wê panel bê lidarxistin.
4'ê Adarê: Li Şemzînanê wê qurnefîl bên belavkirin.
5'ê Adarê: Li Geverê şahiya jinan wê hebe.
 
WAN
 
1'ê Adarê: Li Erdîşê wê 8'ê Adarê dest pê bike.
2'ê Adarê: Ji girtiyan re wê qertên piştevaniyê bên şandin û serdana malbatên wan bê kirin.
3'ê Adarê: Li Artemetanê, Sarayê û Qelqeliyê panel bên lidarxistin.
4'ê Adarê: Li navçeyên Armûşê û Westanê panel hebin.
5'ê Adarê: Li navenda bajêr panel bê lidarxistin, piştre qurnefîl bên belavkirin.
6'ê Adarê: Di çarçoveya hunera destan a jinan wê malzemeyên wan bên nîşandan.
8'ê Adarê: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'ê mîtînga herêmê bê lidarxistin.
 
MÛŞ
 
5'ê Adarê: Wê serdana jinên kedkarên tekstîlê bê kirin, qurnefîl bê belavkirin.
 
AGIRÎ
 
1'ê Adarê: Li navenda bajêr wê 8'ê Adarê dest pê bike, piştre jî qertên piştevaniyê ji girtiyên jin re bên şandin.
2'ê Adarê: Li navçeya Patnosê wê kombûna jinan hebe.
3'ê Adarê: Li navçeya Bazîdê kombûna jinê, li Îshak Paşa jî bi koma erbanê wê balon bên firandin.
4'ê Adarê: Li navenda bajêr wê qurnefîl û belavok bên belavkirin, serdana esnafan bê kirin. Li Giyadînê wê qurnefîl bên belavkirin û serdana malbatan bê kirin.
5'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya bajêr wê şahî bê lidarxistin.
 
ÎDIR
 
1'ê Adarê: Li navenda bajêr wê starta 8'ê Adarê bê dayin, piştre jî qert ji girtiyên jin re bê şandin.
4'ê Adarê: Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn wê panel bê lidarxistin.
 
ENQERE
 
1'ê Adarê: Li avahiya HDP'ê ya bajêr wê starta 8'ê Adarê bê dayin.
5'ê Adarê: Li Eetîmesgûtê di çarçoveya kampanya 'Destpêkê edalet' panel bê lidarxistin.
8'ê Adarê: Bi Platforma Jinê ya Enqereyê re wê li qada Sakaryayê mîtînga fînalê pêk were.
 
ESKÎŞEHÎR
 
8'ê Adarê: Li taxa Yildiztepeyê wê daxuyanî bê dayin. Bi Platforma Jinê ya Eskîşehîrê re wê ji Esparkê heta Adalar Mîgrosê meş bê lidarxistin.
 
STENBOL
 
1'ê Adarê: Di çarçoveya kampanya 'Destpêkê edalet' wê ji ber rêxistina HDP'ê ya Bakirkoyê heta qada Azadiyê meşek bê lidarxistin û 8'ê Adarê bi vî rengî dest pê bike.
2'ê Adarê: HDK, TJA, HDP wê li ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuyaniyê bide. Li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Esenyûrtê wê şahî pêk were.
5'ê Adarê: Li Kadikoyê wê mîtîngek bê lidarxistin.
8'ê Adarê: Li Taksîmê wê Meşa Şevê ya Femînîst a kevneşop bê lidarxistin.
 
BALIKESÎR
 
5'ê Adarê: Bi mijara 'Qirkirina jinê û xizaniya jinê' panelek bê lidarxistin.
8'ê Adarê: Bi rengekî girseyî daxuyanî bê dayin.
 
KOCAELÎ
 
3'ê Adarê: Li bazara Dîlovasi wê belavok bê belavkirin. Li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Dîlovasi wê sînevîzyon bê nîşandan.
5'ê Adarê: Ji bo piştevaniyê wê serdana karkerên jin ên li Mîgros Depoyê bê kirin.
8'ê Adarê: Tevî Însiyatîfa Peymana Stenbolê û Platforma Jinê ya Kocaeliyê wê broşur bên belavkirin. Lîstika şano ya Frîda wê bê nîşandan. Ber bi Parka Mafên Mirovan wê meşek pêk were.
 
YALOVA
 
2'ê Adarê: Qertên piştevaniyê wê ji jinên girtî re bên şandin.
8'ê Adarê: Tevî Egîtîm Sen û Platforma Jinê ya Yalovayê wê daxuyaniyeke hevpar bê dayin.
 
BÛRSA
 
8'ê Adarê: Li Înegolê wê bi jinan re taştê bê kirin.
8'ê Adarê: Bi Platforma Jinê ya Bûrsayê re wê meş bê lidarxistin.

Sernavên din

02/03/2021
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin