Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokê MXDŞ'ê Heso Îbrahîm, diyar kir ku ew li dijî her cure êrişan amade ne û got: “Eger Êzîdxan tune bibe, wê demê dê Kurd jî tune bibin." 

 
Nêrazîbûna civaka Êzidî ya li dijî “Peymana Şengalê” ya di navbera hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ya li ser Şengalê di 9'ê Cotmeha 2020'an de hatîbû îmzekirin dewam dike. Berxwedana ku Êzidiyan dest pê kirin di roja 94’an de dewam dike. Şengaliyên li dijî êrîşan peyama “berxwedanê” didin, diyar dikin ku hêza tekane ya jê bawer dikin zarokên Êzîdxanê ne. 
 
Cîgirê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm, diyar kir ku ew li dijî êrîşek îhtîmal, amade ne û dest nîşan kir ku ew ê heya dawiyê axa xwe biparêzin.  
 
'EM JI BO PARASTINÊ AMADE NE' 
 
Heso Îbrahîm, anî ziman ku li dijî her êrişekê hêzên wan amade ne û wiha axivî: “Em ê destûr nedin ku fermaneke din pêk bê. Di her pêvajoyê de amadekariyên êrişên li dijî Êzidiyan hene. Hedef û armanca wan tunekirina civaka Êzidiye. Dijmin û ne xêr xazên vê civakê pir in. Bi taybetî jî Tirkiye ji dîrokê heta roja me ya îro dijminê me ye. Ji bo ku êrîş bike, berê de weke hincet PKK nîşan didan. Heta niha li Şengalê gelek ferman pêk hatin. Li ku derê Êzidiyek hebe Tirkiyeyê êrişî wir dike. Bakur hemû Êzidî bûn, lê hemû tune kirin. Amadekariyên dijmin wê her tim hebin. Lê di aliyê me de jî, amadekarî her tim hene. Êriş li ku derê hebe, em ji bo parastina axa xwe amade ne.”
 
‘LI DIJÎ HAŞDÎ-ŞABÎ ÊRÎŞ ZÊDE BÛN'
 
Îbrahîm, da zanîn ku piştî hevdîtinên Tirkiyeyê yên li herêmê, çalakiyên DAIŞ'ê zêde bûn û ev agahî dan: “Hevdîtinên wezîrên Tirkiyêyê li vir çêbûn. Hatina wan a Iraqê ne rasthatinek bû. Plan û armancên wan hebûn. Iraq jî, niha Iraqeke perçeye. Iraqê nekarî her daxwaza wan erê bike û ji ber wê jî bersiv neda. Ne ji hêla helwest ve û ne jî bi gotin helwestek nîşan nedan. Lê piştî wan hevdîtinan li herêmê êrişên DAIŞ'ê zêde bûn. Bi vê yekê gef li Iraqê xwarin. Bi gefa 'Heke hûn gotina me bi cih neyînin em dikarin her derê teqînê pêk bînin’ xwar. Ji xwe herkes dizane ku Tirkiye DAIŞ’ê perwerde kir. Tirkiyeyê piştevaniya DAIŞ'ê kir, ew birêxistin kir. Cîhan hemû jî vê dizane. Dibe ku ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî û dewletî nayinîn ziman. Lê bêgûman ev teqîn beyî Tirkiyeyê pêk nehat û hemû girêdayî dewleta Tirkiyeyê ne. Tirkiye ne tenê li Iraqê, kîjan welat dijberî wê tevbigere roja paştir teqînekî pêk tîne. Ev êrîş pir zêde bûne. Bi taybetî jî li dijî Haşdî Şabî êrişên DAIŞ'ê zêde bûn.” 
 
'DENGÊ ÊZIDIYAN GIHIŞT CÎHANÊ'
 
Îbrahîm, bal kişand ser peymana di 9'ê Cotmehê de, di navbera Bexda û Hewlerê de hatibû îmzekirin û wiha domand: “Iraq dixwaze bi rêbazeke cuda xwe rûspî bike. Ji ber ku di sala 2014'an de li dijî vê civakê rûreş derketibû. Ji ber wê jî dixwazin rûyê xwe spî bikin. Dizanin ku civaka Êzidî ger rêxistinbûyan  xwe mezin bikien, wê hesabê Şengalê ji wan bipirse. Fermaneke bi navê qanûnê pêk tînin. Peymana 9'ê Cotmehê navê fermanê bû. Ev jî bi destê Tirkiyeyê û PDK'ê hat îmzekirin. Êdî dengê Êzidiyan digihîje cîhanê û Êzidî mafê xwe dixwazin. Ji ber vê jî dixwazin bi navê qanûnê vê pêk bînin. Li Iraqê pîsîk û mişk hene. Rojhilatanavîn gişt wisa bûye. Bûye pêşbirga nava hêzan. Kî dest vala dibe, berê xwe dide vê derê. PDK mînaka herî berbiçave.”
 
'GER ÊZÎDXAN NEMÎNE WÊ KURD JÎ NEMÎNIN' 
 
Heso Îbrahîm, dest nîşan kir ku êrîşek gengaz a li dijî Şengalê pêk were dê pêşiya texrîbatên mezin veke û wiha bi dawî kir: “Em mafê xwe dixwazin. Yên ku bûne sedema qetilkirina Êzidiyan divê bên darizandin. Êdî Êzidî xweseriya xwe dixwazin. Êzidî naxwazin di bin desthilatdariya hêzekê de bimînin. Ji ber ku baweriya Êzidiyan bi tu hêzan nemaye. Em rêzê didin hêzên ku dixwazin Şengalê biparêzin. Lê em vê tiştê jî baş dizanin ger zarokên Êzidiyan Êzidxanê neparezin, wê tu hezeke din nekare biparêze. Naveroka hemû hevdîtinên me li ser vî esasiye. Xala me ya esasî xwe bi rê ve birine û xweserî ye. Li Kurdistanê, sê çar partiyên xwedî hêz hene. Ev hêz bila xwe nexapînin. Ev êriş li dijî me hemûyan e. Tirkiye bi hinceta PKK'ê dixwaze Kurdistanê tune bike. Ger PKK tune bibe, wê partiyên heyî jî têk biçin. Dewleta Tirk hebûna Kurd naxwaze. Beriya niha gotibû, ‘Li ku derê kurdek hebe, ez ê êrîş bikim.' Em ji vir carek din bang li gelê Kurd dikin. Ev gef tunekirina Kurdistanê ye. Bila Kurd êdî xwe bes bixapînin. Îro ji bo gelê Kurd derfetek zêrîn heye. Divê ku vê firsedê baş binirxînin. Kesek nikare me tune bike. Ji ber ku em xwedî bawerî û hêvî ne. Dijmin dixwazin ku em li dijî hev derkevin, lê divê em bibin tifaq. Bila ciwanên me jî bi hêzeke xurt dengê we derbixin. Li ku derê Êzidiyek hebe, em bang dikin ku xwedî li Şengalê derkevin. Ger Êzidxan nebe, Şengal jî tune ye. Heger Êzîdxan nemîne wê Kurd jî, nemînin. Kurd nemînin wê cîhan jî têk biçe.” 
 

Sernavên din

04/03/2021
13:37 Xwendekara beşdarî çalakiya Bogazîçiyê bû 27 roj in di tecrîdê de ye
13:13 Sefîrê Avûstralyayê li Şirnexê hin seredan kirin
12:44 Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin
12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye
09:14 Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok
09:01 Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî
09:01 Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye
09:01 Gelo Akbaşli hatiye kuştin?
09:01 Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin
09:01 Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin
09:01 Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî
09:01 Hosteya înşeatan Dûrû
09:01 ‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'
09:01 Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê
09:00 Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
09:00 Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin
09:00 Piştî operasyona Garê girtî derp kirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN
03/03/2021
21:32 Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî
21:25 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:30 Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt
17:21 Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin
17:07 ‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’
16:21 Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir
15:47 Jin li qada ne: Serhildan didome
15:37 Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne
15:24 Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye
14:49 Doza Adalet Kaya hat lidarxistin
14:49 TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin
14:32 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:22 Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan
16:59 OHD: Nameyên Kurdî nadin girtiyan
16:40 Sefirê Avûstralyayê Innes-Brown serdana HDP'ê kir
16:36 Baş: Meclîs dê nebe studyoya A Haberê
16:28 Navnîşana ajansa me carek din hat astengkirin
16:22 Polîsan Hevseroka HDP'a Bazîdê binçav kir
16:10 Çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berbelav dibin: Êriş û zext bi me nikarin
16:01 Rêxistina HDP'ê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir
15:49 Polîsan li Mêrdîn êrîşa zayendî kir
15:23 Dadgeha Bilind piştî bangan derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
15:18 Parlamentoya Iraqê sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan weke qirkirin qebûl kir
14:46 Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat
14:43 Jin Bi Hevre Bi Hêzin: Ji hêza me ditirsin
14:00 MEBYA-DER’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
13:52 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka HDP’ê birîn
13:40 TJA’yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist
13:25 Li ser sînor cenazeyek hat dîtin
13:24 Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand
13:11 Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû
12:47 Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin
11:42 Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir
11:42 Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin