‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'

img

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, anî ziman ku li Tirkiyeyê qanûneke bingehîn a demokratîk bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û got: "Bi rakirina tecrîdê re tenê ne gelê kurd, dê bêhna hemû gelên Tirkiyeyê derkeve." 

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û nîqaşên derbarê qanûneke bingehîn a nû de nirxandin. 
 
HER TIŞT GIRÊDAYÎ QESRÊ YE 
 
Ûgûrlû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qanûnên bingehîn ên heya niha hatine ççêkirin, hemû derdor di xwe d enehawandine û qanûnên li ser kaaxezan bi xwe jî bi awayekî wekhev pêk nayên. Ûgûrlû, bilêv kir ku li Tirkiyeyê kîjan partî dixwaze bibe îqtdar pêşî qala qanûneke bingehîn a nû dike û got: "AKP jî di sala 2002'yan de soz dabû û bi vî awayî bû îqtidar. Tenê hinek guherîn kirin. Lê rewşa heyî girantir kir. Niha jî dibêjin 'em ê qanûna bingehîn biguherînin.' Lê belê îqtidareke ku hin derdoran red dike û azadiyan binpê dike heye. Li Tirkiyeyê niha rejîmeke tekparêz heye. Meclîs pasîf bûye. Her tişt girêdayî qesrê ye." 
 
Ûgûrlû, polîtîkayên îqtidarê yên derbarê HDP'ê de jî bibîr xistin û got: "Niha îqtidareke ku lanetê li partiyeke xwedî 6 milyon dengî dike. Heger civak li ber îqtiarê rêz nebe an dijmin e an jî bi dijminan re tevkariyê dike. Xwendekar, rojnamevan, şaredar girtî ne, qeyûma tayinî şaredariyan û zanîngehan tên kirin. Deriyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tê qufilkirin. Parlementeriya wekîlan tê betalkirin û bi dehan sal ceza tên birîn. Ma ê qanûna bingehîn bi vî awayî bê çêkirin? Di atmosfereke wiha de behs kîjan qanûna bingehîn dikin?" 
 
NÎŞANEYA ÇARESERIYÊ 
 
Ûgûrlû, destnîşan kir ku qanûnên bingehîn ên ku heya niha hatine çêkirin, hemû di çarçoveya "tirkîtiyê" de hatine çêkirin û kesên din jî tune hatine hesibandin. Ûgûrlû, destnîşan kir ku êdî divê ev rewş biguhere û got: "Di dema pêvajoya çareseriyê de îqtidarê gavek avêt. Heger dilê wê û qanûeke bingehîn a nû heye, nexwe divê cardin vegere wê pêvajoyê. Pêşî, divê zemîna vê bê çêkirin. Ji bo vê jî divê pêşî li ber Birêz Abdullah Ocalan bê vekirin." 
 
DIVÊ PÊŞÎ LI BER OCALAN BÊ VEKIRIN 
 
Ûgûrlû, anî ziman ku tiştên diqewimin bandorê li gelê kurd û gelên din ên Tirkiyeyê dikin û êdî divê pirsgirêka kurdî bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Ûgûrlû, ji bo vê îşaret bi rakirina astengiyên li ber Ocalan kir û got: "Lê her diçe tecrîda li Îmraliyê kûrtir dibe. Bi zext û zoriyan dbêjin, 'gere hûn nebêjin tecrîd û tecrîd.' Lê gava em van têgihan bi kar neynin em ê bi çi awayî bilêv bikin? Tiştên diqewimin, di peymanên navneteweyî de wekî tecrîdê tên pênasekirin. Wekî din tu navek wê tune ye. Lê tiştên ku îmzeya xwe danîne binî jî qebûl nakin. Ji lew re gava ev peyman tên îmzekirin tê gotin ku 'di ser qanûna bingehîn re ne.'" 
 
Ê BÊHNA GELÊN TIRKIYEYÊ DERKEVE 
 
Ûgûrlû got: "Car carinan deriyên îmraliyê hatin vekirin. Her kes dît bê çi diqewime. A rast, îqtidar jî hay ji vê heye. Bi rakirina tecrîdê re tenê ne gelê kurd, dê bêhna hemû gelên Tirkiyeyê derkeve. Li vê axê ev her du gel xwedî rabirdûyeke hezar salî ne. Di sed salên dawî de tekparêzî li van gelan tê ferzkirin. Ji bo ev tişt neqewmin, divê tecrîd bê rakirin. Birêz Ocalan, tenê ji bo kurdan doza tiştekî nake. Ji lew re li seranserê cîhanê gelek derdorên cuda sûdê ji bîrdoziya wî sûdê digirin û paradîgmaya wî li zanîngehan wekî ders tê dayîn. Birêz Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn li ser çareseriyê hûr dibe." 
 
Ûgûrlû, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Ocalan li girtîgehan dest pê kirine û got: "Ê îqtidar heya kengî xwe li ker û laliyê deyne? Ê heya kengî ve ji nedîtî ve bê?" Ûgûrlû, destnîşan kir ku êdî divê ev yek baş bê dîtin û tevdîr bên girtin. 
 
RÊYA SÊYEM 
 
Ûgûrlû, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê derdorên muxalif hemû bên cem hev du û li dijî rejîma heyî bitêkoşin û got: "Niha derdora ku ji bo guherandina Tirkiyeyê xwedî hêzeke veguherandinê ye, HDK û pêkhateyên wê ne. Heger qanûnek bingehîn a nû bê çêkirin, ev divê bi paradîgmaya HDK'ê be. Hêza li dijî feraseta tekparêz, hêza rêya sêyem e. Ji bo jiyaneke wekhev û bi hev re, ji xeynî têkoşînê tu şensek me tune ye." 
 
MA / Ferhat Çelîk 

Sernavên din

04/03/2021
13:37 Xwendekara beşdarî çalakiya Bogazîçiyê bû 27 roj in di tecrîdê de ye
13:13 Sefîrê Avûstralyayê li Şirnexê hin seredan kirin
12:44 Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin
12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye
09:14 Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok
09:01 Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî
09:01 Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye
09:01 Gelo Akbaşli hatiye kuştin?
09:01 Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin
09:01 Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin
09:01 Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî
09:01 Hosteya înşeatan Dûrû
09:01 ‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'
09:01 Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê
09:00 Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
09:00 Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin
09:00 Piştî operasyona Garê girtî derp kirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN
03/03/2021
21:32 Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî
21:25 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:30 Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt
17:21 Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin
17:07 ‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’
16:21 Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir
15:47 Jin li qada ne: Serhildan didome
15:37 Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne
15:24 Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye
14:49 Doza Adalet Kaya hat lidarxistin
14:49 TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin
14:32 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:22 Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan
16:59 OHD: Nameyên Kurdî nadin girtiyan
16:40 Sefirê Avûstralyayê Innes-Brown serdana HDP'ê kir
16:36 Baş: Meclîs dê nebe studyoya A Haberê
16:28 Navnîşana ajansa me carek din hat astengkirin
16:22 Polîsan Hevseroka HDP'a Bazîdê binçav kir
16:10 Çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berbelav dibin: Êriş û zext bi me nikarin
16:01 Rêxistina HDP'ê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir
15:49 Polîsan li Mêrdîn êrîşa zayendî kir
15:23 Dadgeha Bilind piştî bangan derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
15:18 Parlamentoya Iraqê sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan weke qirkirin qebûl kir
14:46 Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat
14:43 Jin Bi Hevre Bi Hêzin: Ji hêza me ditirsin
14:00 MEBYA-DER’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
13:52 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka HDP’ê birîn
13:40 TJA’yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist
13:25 Li ser sînor cenazeyek hat dîtin
13:24 Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand
13:11 Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû
12:47 Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin
11:42 Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir
11:42 Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin